=KTML_Bold=Çil Şehîdên Du Avan û dîrokek xapandî=KTML_End=
Şino
Kurdshop - Ji wê dema ku Îslamê bo ku xelkê bîne ser baweriya xwe, hate#Kurdistan# ê, di vê navberê de û li ser destê Îslamê gelek dîrokên cuda bo Kurdistanê hatine çêkirin ku ew ne yên Kurdistanê ne, gelek dîroka wê hate xapandin û beşek ji dîroka vê rengê olî bi xwe ve girt.
Niha jî bandora ola Îslamê li ser gelek warên cuda yên jiyan û civaka Kurdistanê heye. Yek ji wan mijarên ku gelek rastî pê hatine berovajî kirin, an jî bi navê Îslam, Şehîd, Qeza û Qeder û gotinên bi wî awayê ne û dîrok di bin wan de hatiye veşartin û ev gotin pîroz kirine.
Di navbera bajarên Şino û Pîranşarê û Riya navbera wan du bajaran de gundek heye bi navê Du avan. Ji wateya wê ya Kurdî wesa xuya ye ku ketibe navbera du avan de yan jî cihek be ku gelek av lê hebe, lê ne wesa ye. Di Erebî de navê wî gundî Dwab e û Fars jî li ser heman rêçê diçin û jêre gotine Duab. Dwab wate ajelê barhilgir. Dibe Kurdan ji ber ku av li wir heye ev nav jêre hilbijartibin.
Ev gund dikeve nava zinarekî ku demsala biharê dîmenekî pir balkêş heye. Ji qedîm ve xelkê gund behsa cihekî dikin ku bi Çil Şehîdên Du Avan tê naskirin. Dema xwe ev dever seyrangeh bû, gelek kesan jî ku hestên wan ên oldariyê bihêz bûn serdana wê deverê dikirin û bo gihêştin bi hêviyên xwe li wir dua dikirin.
Di demsala biharê de ku deşt û kanî jîn dibin, li her derê av derdikeve. Li çil şehîdên Du Avan jî golmekek hebû ku biharan av lê derdiket, xelk di vê baweriyê de bûn ku ew cihê piyê hespê yek ji eshabeyên Pêxember bûye û bo ku bigihêjin mirada xwe ava wê kaniyê vedixwarin. Hêjayî gotinê ye ku tenê demsala biharê ew kanî jîn dibû, di demsalên din de hişk bû.
Lê pirtûkek heye bi navê Dîroka Teberî ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin û 16 cild e. ev pirtûk behsa bûyerên berî Îslamê û piştî Îslamê dike, ev bi hûrî behsa wan bûyeran dike. Yek ji mijaran jî behsa wan çil şehîdên du avan dike.
Dîroka Teberî behsa wê yekê dike ku, dema ku Îslam hate deverê û xelk bi zorê kirin Mûsilman, li gundekî bi nave Celdiyan kesekî navdar û mezin hebû, ew mezinê gund bû, keçek pir ciwan û bedew hebû ku bi Bisik Zer dihate naskirin. Ji ber ku mezinê wî gundî kesekî baş bû xelkê jê hez dikir.
Di vê pirtûkê de tê gotin ku grubek ji leşkerên Îslamê li wê navçeyê desthilatdar bûn, dema ku fermandarê wê grubê dizane ku ew keç li wî gundî ye, çavê xwe berdayê de û wê keçê ji bavê wê dixwaze lê ew nade û herî dawiyê şer di navbera wan de derdikeve.
Teberî dibêje wî fermandarî çend caran leşkerê xwe şandiye û ew keç xwestiye lê her car bavê keçê razî nebûye. Carekê dema ku leşker vedigere, careke din fermandar wan dişîne, dibêje ji bavê wê keçê re bêjin eger keça xwe nede min, ez ê bi zorê wê bistînim.
Dema ku qasid vê nameyê digihînin bavê keçê û gefan lê dikin, bavê keçikê dibêje, ji fermandarê xwe re bêjin eger me tevda bikûje û piştre keça me bibe. nexwe em dest ji namûsa xwe bernadin. Li gorî gotina Teberî leşkerê Îslamê êrîşî ser wî gundî dikin û şer derdikeve.
Teberî dibêje di wî şerî de leşkerê Îslamê gelek li xwe bawer bû, lê xelkê gund û mirovên bavê wê keça bisik zer li hember wan radiwestin û wan dişkînin ku di dîrokê de tê tomarkirin. Di wî şerî de beşeke mezin a leşkerê Îslamê direve, çil kes tên kuştin ku yek ji wan fermandarê xwazgîniyê bisik zerê bû. Teberî dibêje ew 40 kes li cihekî wê navçeyê tên veşartin û dibe cihekî pîroz.
Li gorî wê dîroka ku Teberî gotiye, xuya dibe ji ber ku ol û Îslam bi ser welatiyan de zal(serdest) bû, ev çîrok weke tişteke pîroz hatiye nîşandan ku heta niha jî xelkê deverê hesteke olî ya hezkirinê bo wê deverê hene. Qaşo ew eshabeyên Pêxember bûne û bo Îslamê şer kirine. Lê xuya dibe ku ne wesa bûye û wan xelk xapandiye. Eşkere ye ku şerê wan bo Îslamê nebûye, lê bo dagîrkirina Kurdistanê û destavêtina bi namûsa xelkê bûye, lê xelk li hember wan derdikeve û destanek nîştimanî tomar dike.
[1]