=KTML_Bold=Rapora HRW bi Kurdî: Tevî Qeyrana Aborî Binpêkirin li Sûriye Berdewam in=KTML_End=
(Beyrût) – Human Rights Watch (HRW) îro di Rapora Cîhanî ya 2024an de ragihand, di sala 2023an de, sivîlên li Sûriyê rastî saleke din ji binpêkirinên giran hatin ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê û aliyên din ên şer ve hatin pêkanîn, di demekê de ku welat di qeyraneke aborî ya dijwar re derbas dibe.
Li seranserî welat, #Sûrî# rûbirûyî qeyraneke mirovî ya dijwar bûne, ku zêdetirî ji sedî 90 di bin hêla hejariyê de dijîn. Tevî ku #Sûriye# hêj ne ewle ye, û şer dîsa gur dibe, welatên ku mêvandariya penaberan dikin weke Tirkiye û Libnanê dersînorkirinên neyasayî û vegerandina berfireh a bi hezaran Sûriyan bo deverên cuda yên welat berdewam dikin.
“Ji ber hilweşîna aborî, erdheja wêranker, û binpêkirinên berdewam ji aliyê aliyên şerker ve, pêwîstiyek zêdetir a sivîlên li Sûriyê bi parastinê û alîkariyên mirovî heye.” Cîgirê Rêveberê Rojhilata Navîn li HRW Adam Coogle got, û wiha domand: “Divê ti welat wê hizrê neke ku penaberan vegerîne #Sûriyê# dema ku şertûmercên ne ewle berdewam dikin.”
Di rûpela 740 ji Rapora Cîhanî ya 2024an de, çapa 34-an, Human Rights Watch rewşa mafên mirovan li bêhtirî 100 welatan dinirxîne. Di gotara xwe ya destpêkê de, Rêvebera Bicîkar Tirana Hesen dibêje ku sala 2023an saleke encamgir bû, ne tenê ji ber binpêkirina mafên mirovan û hovîtiyên dema şer, lê herweha ji ber hêrsa bijartî ya hikûmetê û dîplomasiya danûstandinê ku berdêlên giran ji bo mafên kesên ku ne di peymanê de ne li pey xwe anîn. Lê ew dibêje ku di heman demê de nîşanên hêviyê jî hebûn, ku egera rêyeke cûda nîşan didin, û bang li hikûmetan dike ku bi berdewamî erkên xwe yên mafên mirovan biparêzin.
Li navçeyên di bin destê hikûmetê de li Sûriyê, hêzên ewlekarî berdewam bûn li ser girtina niştecihan, di nav de penaberên vegeriyayî, bi awayekî neyasayî, ligel îşkencekirin, windakirinên bi zorê, tengavkirin û çewisandina wan, di demekê de ku bi milyonan kes nedikarîn xoraka têr û pak peyda bikin an jî bihayê kirîna wê peyda bikin ji ber bikaranîna alîkariyan ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve weke alaveke mijûlkirina xelkê, sernekeftin di dîtina çareserkirinek dadmend û adil de bo qeyrana aborî ya dijwar ji encama wêrankirina binesazî û qeyranan li welatên cîran, û bandorên sizayên navdewletî yên berfereh li ser mafên aborî yên Sûriyan. Tevî serneketina wê di rawestandina binpêkirinan an destpêkirina reforman de, dewletên Erebî Sûriye vegerandin nav Komkara Erebî.
Di destpêka Îlonê de, Serokê Sûrî Beşar El-Esed dadgehên meydanî yên leşkerî yên bi navûbanga xerab hilweşandin, ku tê texmînkirin bi hezaran kes, bêyî bicihkirina kiriyarên yasayî yên pêwîst, darve kirine, û hemû dozên girêdayî şandin dadgeha leşkerî, vê yekê metirsiyek derxist holê ku dibe ev biryar bibe sedema jinavbirina qeydên dadgehê û delîlên din ên têkildarî windakirinên bi zorê.
Li Idlibê, êrîşên bêserûber ên hêzên leşkerî yên Sûrî-Rûsî li ser sivîlan û binesaziya bingehîn a sivîl di sala 2023an de berdewam bûn, di nav de bikaranîna çekên qedexekirî yên wek bombeyên goşeyî û çekên şewatkar.
Di Tîrmehê de, Encumena Ewlekariyê ya NY nikarî mekanîzmaya alîkariyên dersînor ji bo Sûriyê nû bike dema ku Rûsyayê biryarnameyek li ser berdewamiya wê veto kir, û rêyeke nehsalî girt ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo deverên derveyî kontrola hikûmetê li bakurê rojavayê Sûriyê bêyî razîbûna hikûmeta Sûriyê.
Hêzên Çekdar ên Tirk êrîşên xwe li ser navçeyên bakurê rojhilat ên di bin kontrola hêzên Kurdî de zêde kirin, binesaziya bingehîn wêran kir û di encamê de av û elektrîk li ser mîlyonan kesan qut bû.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), komeke çekdar a bi serkêşiya Kurdan e ku Amerîka piştgiriya wê dike û piraniya bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol dike, li ser binçavkirina neyasayî ya sivîlan, di nav de rojnamevan jî berdewam e, li gorî raporeke Neteweyên Yekgirtî ya Îlona 2023an, ku herwiha kuştinên di zindanên navendî yên Hesekê û Reqayê de belge kirine.
Tevî vegerndina nêzî 4000 kesan bo dewra 12 dewletan heta naverasta Mijdara 2023an, QSDê û hêzên Asayîşê bi awayekî neyasayî binçavkirina herî kêm 60,000 bergumanên DAIŞê û endamên malbatên wan ji Sûriyê û nêzîkî 60 welatên din berdewam kirin, ku piraniya wan zarok in, di şertûmercên binçavkirinê de ku ji bo jiyanê metirsîdar, rezîl û piraniya caran nemirovane ne.
Di 8ê Hezîranê de, Holanda û Kanada bi hev re li Dadgeha Dadwerî ya Navdewletî doz li dijî Sûriyê dabûn destpêkirin bi tawana binpêkirina Peymana li dijî Îşkenceyê. Dadgehê di Cotmehê de rûniştin li ser daxwaza wan ji bo pêngavên demkî pêk anîn. Û di 16ê Mijdarê de, wê fermana xwe derxist, têde ferman da hikûmeta Sûrî ku hemû pêngavên di destê xwe de bigire ji bo pêşîgirtina li kiryarên îşkencekirinê û binpêkirinên din.
[1]