Gorên berdî yên Îshaqwen; Kevntirîn gorên kevirî yên Rojhilatê Kurdistanê li #Kirmaşan# ê ne
Hîra Sarûxanî
Li gorî baweriya pêşîniyan û bav û bapîrên me li #Kurdistan#ê, laş û termê bê can girîngiyek wisa nebûye û heta nepaqij jî bûye, lewma şêwaza veşartina term û çawahiyiya jinavçûna laş ewqas girîng nebûye, ewa ku jinavçûna wê termê kêmtirîn zirar bo sirûşt û jiyana asayî hebe, sereketirîn hewla wî xelkê di wê serdemê de bûye. Bi wê sedemê gelek gor di Kurdistanê de hene ku di dilê kavir û çiyayan de hatine taşandin û em wan bi navê gorên kevirî nas dikin.
Gorên kevirî yên “Îshaqwen” yan Sikawen yan jî Ferhadtaş, sê gorên kevirî ên taybet bi serdema Medan li parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ne, ew di 25 kîlometreya başûrê rojavayê bajarokê Hersîn ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê de ne. Gorên kevirî yên Îshaqwen di dilê kevirekî tiraşî yê bilind de hatiye taşandin û li nêzî gundê Îshaqwen cihgir bûne û her bi vê sedemê bi gorên kevirî yên Îshaqwen hatine binav û tomarkirin. Ev gorên kevirî di sala 2012an de wekî şûnwarek dîrokî hatine tomarkirin û ji mîratên dîrokî yên kurdistanê têne hesibandin.
Sê gor di dilê razeke bilin de hatine tiraşandin, gora kevirî ya aliyê rastê ji serweyê yên dinê ye. Kûrahiya gora aliyê çepê ku bi awayê taqê jî hatiye tiraşandin nêzî 85 santîmetre ye û panatiya wê 2 metre û 10 santîmetre ye. Gora kevirî ya naverast jî 1\75 li 2\10 santîmetre ye. Di derdora her sê gorên kevirî de hin qab hene ku bi awayên çargoşeyî hatine tiraşîn.
Gorên kevirî yên Îshaqwen wekî tev gorên kevirî yên Kurdistanê taybet bi serdema hikûmeta Medan in; Tişteka ku taybetmendiya wan ji bo me derdixe, şêwaza mîmariya wan e. Gorên kevirî yên serdema Medan pêka derî û cihê ajelên wan bi sê cure gorên kevirî têne parvekirin, ew gorên kevirî ku deriyê wan hin stûnên azad hene, wekî gorên kevirî yên Fexrîga li Mehabadê; Hin gorên kevirî ku deriyê wan stûn û nîve stûn hene û di dilê çiyayan de hatine tiraşîn; Hin gorên kevirî ku deriyê wan stûn û nîve stûnî nîne, yên wekî gorên kevirî di navçeya Mukriyana Kurdistanê de ku hene, gorên kevirî yên Îshaqwen jî wekî wan in.
Li serweyê gorên kevirî yên naverasta Îshaqwen berevajiyê gorên kevirî yên aliyê çep û rast ku ti bedewiyek ji bo wan nehatiye kirin, şêweyê zilamekê ku bi pê ve rawesta ye, hatiye tiraşîn. Ev zilame kinceke dirêj di ber de ye û destê xwe ji bo duakirinê bilind kiriye; Di beranber wî de jî agirgehek heye. Komek ji şûnwarnasan li ser wê bawerê ne ku gorên kevirî yên Îshaqwen şêwazek pêşketîtir ji gorên kevirî ên serdema hikûmeta Orartûyê bûne.
Mîmariya gorên kevirî li gor wê ku ew kesê mirî kê bûye û çiqas girîng bûye, cudahî hebûye. Berevajiya gorên kevirî yên serdema Hexamenişîn û Parsan, xwediyê van gorên kevirî diyar nînin û kes nizane taybet bi çi kesayetiyeke dîrokî ne. Ji ber dizîn û hin talalan ku di van gorên kevirî de hatine kirin û pêka wê ku şûnwarek bicih nemaye, zanyariyek gelek kêm li ser şêwaza veşartina miriyan û ewa ku çi tiştek di nav wan goran de hebûye, li ber dest nîne.
Pêka baweriya xelkê vê naçeya Kurdistanê, ev gorên kevirî bi destê Ferhadê Koken hatine tiraşîn û bi çîroka navûbank a Şîrîn û Ferhad re pêwendî heye, lewma jê re dibêjin Ferhadtaş.
Ew devera ku gorên kevirî yên Îshaqwen li wir in bi yek ji şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê li Kirmaşanê û wekî kevintirîn gorên kevirî yên Rojhilatê Kurdistanê hatiye naskirin. Ev gorên kevirî wekî şûnwarên geştyarî hatine naskirin û hemû salekê bi hezaran kes li Kurdistan û derveyê Kurdistanê serdan vî cihî dîrokî yê Kurdistanê dikin.[1]