XANEDANIYA CANPOLATÊN KILÎSÊ, KUŞTINA HUSÊN PAŞA Û ALÎ PAŞA
#Mûrad Ciwan#
‘’Ferman e, ferman e, fermana mîrên kurdan e!’’
(Versiyona berfireh a hersê nivîsên li ser Canpolatan
di heftenameya BASê de weşandî)
Husên Canpolad li ser esasê irsî mîrê Kilîsê û ji ber tayinkirina ji paytextê jî, begêbeganê eyaleta Helebê bû. Loma hem mîr, hem jî paşa bû.
Eslê xanedaniya wî li gor Şerefnameyê li Hekariyan digihaşt Menteşa. Ew sê bira bûn. Navê yekî Şemseddîn bû, ku mîrên Hekariyan ji nesla wî ne. Birayê din Bahaddîn bû ku hukumdarên Îmadiyê ji wî tên. Yê siyê jî Menteşa bû ku di nav xelkê de wek Mend dihat binavkirin.
Mend ji Hekariya çû, ket xizmeta sultanên Eyyubî, karên hêja kirin, kurdên navbera Helebê, Antaqyayê û Şamê li dor xwe civandin bû mîrêmîranê kurdên van deveran. Bi demê re, ji Meraşê heta Hemayê dever hemî ketin bin desthilata Mendî.
Piştî mirina wî, kurê wî Ereb Beg, piştî wî kurê wî Emîr Cemal, piştî wî jî kurê wî Ahmed Beg bûn hakim. Di dema wî de dawî li Eyyubiyan hat û dewra Memlukiyan destpêkir. Lê Ahmed Beg neket bin desthilata wan, serbixwe ma. Wî li pey xwe du kurên bi navê Hebîb Beg û Qasim Beg hiştin. Ev herdu bira li ser desthilatê pevçûn, geh yekî û geh yê din girt, cara dawîn Qasim Beg bû hakim.
Di dema Yavuz Sultan Selîm de Qasim Beg tevî mîrên kurdan ên din li rex osmaniyan cih girt, di şerê Mercîdabiqê û Rîdaniyê de Memlûkî têk çûn, dever bû tabiê osmaniyan.
Beşeka mezin a kurdên deverê êzîdî bûn û hevrikiyek li ser desthilatê di navbera mîrê êzîdiyan û Qasim Beg de hebû. Li ser hin mişaweran, Yavuz desthilata deverê da Şêx İzzedînê mîrê êzîdî, Qasim Beg û kurê wî Canpoladê 18 salî bi xwe re bir paytextê. Li wê derê ji bo pûçkirina hevrikiya li deverê Qasim Beg hat kuştin û kurê wî Canbolad di qesra Sultan de, di enderûnê de ket bin parastina Sultan, perwerde û postên hêja wergirtin. Zêdetirîn jî Canpolad di dema Qanûnî Sultan Suleyman de derket pêş.
Lê ku Şêx İzzedîn waris nehişt û mir, dever hat piçûkkirin û ji nesla Eyubiyên Hesenkêfê Melik Mehemed bû mîrê Kilîsê.
Di dema Qanûnî de, Canpolad di orduyê de derket pêş, bi taybetî di girtina Belgradê, Rodosê û Boxdanê de qehremanî nîşan dan. Sultan ferman derxist ku Kilîsa bavûkalan li Canpolad bê vegerandin û ew hat, bû mîrê Kilîsê.
Wî, welatê xwe pêşde bir û qasî sed salan umir kir. Tê gotin ku Canpolad di saxiya xwe de 70 kurên xwe dîtine. 10 kur li pey xwe hiştin û mir. Yek ji wan jî ev Husên Beg Canpolad(zade) bû. Piştî mirina Canpolad, kurê mezin Cafer Beg, pişt re jî birayê wan Hebîb Beg û di pey wan re jî Husên Beg bû mîr.
Berê li ser daxwaza Husên Beg, bi fermana padîşah ew bû begêbeganê Eyaleta Trablusşamê û Kilîs jî pê ve hat girêdanê, rutba paşatiyê girt. Pişt re ji bo ku di seferên osmanî ên ser Gurcistanê û Îranê de xizmetên hêja kirin ew di 1581ê de bû begêbeganê Helebê.
Demekê ji ber hin hevrikiyên deverî yên li gel mîrên ereban û hin deynên dewletê yên li wî ku xwedêgiravî nedida, rutbeyên wî jê hatin stendin û ew li Helebê hat zîndankirin. Kilîs dan yekî bi navê Dev Suleyman. Lê pişt re tiştek li ser îsbat nebû û ew hat berdan, vegeriya Kilîsê û erda bavûkalan ji Dev Silêman stend, osmaniyan ev hemle qebûl kir bi şertê ku bacên xwe bide.
Di 1012(1603-4)ê de gava Nasuh Paşayê osmanî bû begêbeganê Helebê, tevîheviyeka dijwar li derûdora bajêr hebû, yenîçeriyên Şamê dor li bajêr girtibûn, zor didanê.
Nasuh Paşa, ji bo şikandina yenîçeriyan, alîkarî ji mîrê Kilîsê Husên Paşa xwest, wî jî biraziyê xwe Alî Beg bi leşkerekî xurt şand hawara Nasuh Paşa, yenîçerî şikiyan.
Lê Nasuh Paşayê osmanî ji vê hêza mezin û xurt a Canpoladan çavtirsiyayî bû, mesele ragihand paytextê. Wê demê Sultan Mehemedê III. di nav nivînan de li ber mirinê bû. Nasuh biryar da girtin ku êrîşê bibe ser Kilîsê û hêza Canpoladan bişkîne da ew ‘xetertir’ nebin.
Husên Canpolad ev bihîst, xeber şand ji serdarê orduyên Anadoluyê Caxalazade Sînan Paşa re ku wê demê li alî Wanê amadeyiyên sefereka ser Îranê dikir. Mîr Husên bi xwe jî ji Kilîsê bi eskerekî derket pêşberî Nasuh Paşa.
Çaxalazade Sînan Paşa, bi eslê xwe îtalî yê cenevîzî bû, ji malbata Cicala dihat, navê wî yê eslî Scipione Cicala bû. Di 1560’ê de, di şerekî deryayî yê nêzî Tûnisê de tevî bavê xwe ji bal osmaniyan ve hat êsîrkirin. Pişt re ew bû misilman, navê wî bû Yusuf Sînan, di orduya deryayî û bejayiyê de gelek post wergirtin, wek Cağalazade Sinan Paşa navûdeng da. Çağaloğluya Stembola nuha ji ber navê wî tê.
Di şerê Haçowayê de xwedêgiravî roleka diyarkir di serkeftina osmaniyan de lîst, ji bo wê ew bû sadrazam û serdarê orduyên Anadolu û Kurdistanê; ji bo têkşikandina celaliyên li Anadoluyê û sefereka ser îraniyan ku Tebrîz û Rewan ji destê osmaniyan derxistibûn derketibû sefera Anadoluyê.
Ew hevkar û dostekî Husên Canpolad bû, di du seferên berê ên ser Gurcistanê û Îranê de (1581, 1589) wan li bereyekê şer kiribû, heta carekê Canpolad bûbû cîgirê wî. Navbera wan baş bû.
Serdar Caxalazade ferman şand ji Nasuh Paşa re ku ji sefera ser Kilîsê vegere û dev ji begêbegantiya Helebê berde, wî meqamî teslîmî Husên Canpolad bike. Nasuh Paşa bi îdîaya ku li gor qanûna osmanî eyaleteka osmanî nabe teslîmî mîrekî irsî bê kirin, got ê Helebê teslîmî Canpoladzade neke. Wî daxwaza xwe rêkir paytextê, wê heq da Nasuh Paşa. Lê Caxalazade li ser fermana xwe israr kir. Li gor qanûneka din a osmaniyan gava sadrazam/serdar derdiket sefera Anadoluyê wî çi ferman bikira, ya wî derbas dibû. Husên Canpolad xwe sipart fermana Caxalazade û dor li Helebê pêça. Xelkê bajêr ketin navbera herduyan, li gor lihevhatinekê Nasuh Paşa ji bajêr vekişiya, Husên Canpolad wek begêbegan Heleb xist destê xwe.
Şah Abbasê Safewî dest bi sefereka li hember osmaniyan kiribû, ku wan erdên bi Peymana Amasyayê a 1590’e; Azerbaycanê, Gurcistanê, Ermenistanê û Şêrwanê (bajarên Tebrîz, Rewan, Naxcewan, Gence û hwd) debû wan, paş de bistîne. Di oktobera 1603yê de wî Tebrîz, di sefera bihara 1604ê de jî Rewan zeft kir. Li ser vê tehdîd û êrîşê, serdar Caxalazade Sînan Paşa li deşta Mûşê orduyeka 40 hezar esker kom kiribû. Di 5ê nîsana 1605ê de Sînan Paşa ji bo şerekî mezin ê li gel Şah Abbas, ferman şand ji hemî eskerên Anadoluyê, Kurdistanê û Bîladê Şamê (Haleb, Trablusşam û Şam) re, da li Wanê-Mûşê bicivin.
Husên Canpolad Paşa hê ewleyî û aramiya devera xwe mukim nekiribû. Zûbizû di pêşiyê de çend yekîneyên piyade yên kurdan verêkirin û wî bi xwe jî dest bi civandina orduyekê kir.
Yekîneyên pêşiyê gihîştin ser şer, lê heta Husên Paşa di serê orduya xwe ya mezin de giha Wanê, orduya Çaxalazade li hember Şah Abbas şikesteke mezin xwar. Ji osmaniyan gelek esker hatibûn kuştin û girtin, yên mayî jî bêserûber paşde direviyan. Li gor Naîmayê dîroknivîsê osmanî û İskender Begê Munşîyê kâtibe Şah Abbas, qerargeha Sînan Paşa bi xwe hemû barên xwe yên çek, xezîne, mal û milk bicî hiştibûn û bazdabûn. İskender Beg nivîsiye ku wan firsend nedîtibû şûrekî bi micewher xemilandî yê Sînan Paşa û mohra wî ya serdariyê jî li gel xwe bibin, ew li şunê mabûn. Merivên Şah Abbas ew hemî anîbûn teslîmî Şah kiribûn.
Li gor hema hema hemû weqanivîsên wê demê û lêkolerên dema me, Sînan Paşa di wê seferê de xetayên pirr mezin kiribûn. Adet bû, her sal di destpêka meha 11’ê de ku sermayê û qeşayê dest pê dikir û wexta şerbetaliya orduya osmanî dihat ,esker diketin vehêsana zivistanê. Tevî ku dem hatibû, wî sefer bir heta alî Çildirê, Qersê û derûdorên wê. Lê yenîçeriyan ji bo ku wextê şerbetaliyê û vehêsana zivistanê hatibû, nexwest şer bike, serî hilda. Sînan Paşa, li ser vê, xwest orduyê bibe Şêrwanê ku kurê wî Mehmûd Caxalazade li wê derê mîrêmîran bû, vehêsanê li wir bike. Yenîçeriyan qebûl nekir, Sînan Paşa vekişiya Wanê da têkeve vehêsanê. Jê re hat gotin ku devera Wanê gelek nêzî eskerên Şah e, xetera êrîşê tim heye, ne li wir, lê li Diyarbekirê esker belavbike û têkeve vehêsana zivistanê, wî guh nedayê.
Lê hê Caxala xwe bicih nekiribû, derket ku Şah Abbas ew ji nêzîk ve şopandiye, li pey wî hatiye. Şah dor li Kela Wanê girt. Sînan Paşa bi dizî reviya alî Melezgirdê ji wir jî Erzuromê , xwe xelas kir. Orduya Şah Abbas jî westiya bû, vegeriya Tebrîzê.
Sînan Paşa vegeriya, îja wî esker xist pey orduya Şah Abbas, li derûdora Urmiyê şerekî dijwar derket. Ji ber şaşîtiyên eskerî, orduya Caxala şikesteka mezin xwar.
Sînan Paşa guh nedabû mîrên kurdan ên li seferê. Ew ji rewşê gelek nerazî bûn. Şer li ser axa wan dihat kirin, wan zerareka mezin didît. Wan xwest ew li Wanê Sînan Paşa bibînin, lê xulamên Sînan Paşa bi îdîaya ku ew di xewê de ye mîrên kurdan dernexistin pêşberî wî. Ji vê, mîrên kurdan ketin gumanê ku ew cardin bi dizî reviyaye û wan jî biryar da ku eskerên xwe bigirin, ji şer vekişin. Di vî şerî de Şeref Xanê Mîrê Cizîra Botan jî hebû. Îskender Begê Munşî yê Tirkmanî katibê Şah Abbasê Safewî , di Alemarayê Abbasî de dinivîse ku Mîr Şeref Xanê mîrê Cizîrê bi hejmara eskerên xwe mezintirîn mîrê kurdan e. Şah Abbas, li gel êsîrekî ji merivên Şeref Xan nameyekê jê re dişîne, dixwaze ew wek dostekî wî, ji Çaxalazade veqete, tevî orduya wî bibe, ku ev ne mimkin e, eskerê xwe bigire vegere Cizîrê da xwîn nekeve navbera qizilbaşan û cizîriyan
Roja din, Sînan Paşa derket meydanê, lê mîrên kurdan îdî zîvirîbûn. Îdîayek heye ku Sînan Paşa afyonkêşekî mubtela bû, gava mîrên kurdan hatin qerargeha wî ew bi afyonê ew qas ji xwe ve çûbû ku, îmkana pêşwazîkirina kurdan pê re nemabû, loma xulaman ew dernexistibû pêşberî wan.
Li devera Taslucayê ya nêzî Urmiyê mîrên kurdan rastî Husên Canpolad Paşa hatin, agahî dan ku muhtemelen Sînan Paşa reviyaye. Husên Paşa jî li ser vê agahiyê, li devera Taslucayê eskerên osmanî ên ku ji şer bêserûber direviyan li hev civandin û bi vekişiyaneka rêkûpêk a kêmtelefîn ew anîn gihandin Wanê.
Wî agahî girt ku Sînan Paşa nereviyaye, li wir e. Bêyî ku tu guman an fikaran bike, derket hizûra vî heval û dostê xwe yê rojên teng û dijwar.
Piştî vê têkçûna bêserûber a li hember Şah Abbas, dinya Sînan Paşa hilweşiyabû, hemû hêvî û planên paşeroja wî têkçûbun. Zanibû ku êdî li paytextê tu cih û war jê re nemaye. Wî, şerefa xwe jî tê de, her tişt wenda kiribû. Gava têgihîşt ku 30 hezar esker bi Husên Canpolad Paşa re hene, ew hêrs û dîn bû, guh neda tu gotinên wî, weka bêje min ji bo rojeka wiha paşatiya Helebê da te, lê tu negihîştî ser şerê min û şûr derxist, serê Husên Paşa firrand. Her tişt ji nişka ve bêyî hêvî û texmîneka tu kesî bûbû. Her kes matmayî ma, kurd şok bûn û orduya 30 hezar eskeran hema di cih de dev ji Sînan Paşa berda, bê serî berê xwe da Helebê.
Gava xebera vê tevliviyana fewrî ya nemesûlane ya Caxalazade Sînan Paşa gihaşt Helebê, Alî Begê birazê û wekîlê Husên Canpolad li hemberî osmaniyan dest bi serîhildaneke gelek mezin kir, ku heta nêzî cudabûnê çû, seranserê Bîladê Şamê, Misir û Erebistanê ji alî osmaniyan ve xist bin xeterê.
Sînan Paşa bi hezîmeta xwe, serîtewandî berê xwe da Diyarbekirê. Ji xem û kerban di hundurê sê mehan de li Diyarbekirê mir. Li gor hin îdîayan wî jahrî vexwar û întîhar kir.
Osmaniyan, pêre jî kurdan derbeka mezin bi vê siyaseta şaş û têkçûna mezin a Sînan Paşa xwar. Encam tenê nebû serîhildaneka mezin a kurdên Canpoladan. Mîrên kurdan ji encamên şer zerarên mezin dîtin, axa wan bi pêlên çûnûhatê ên şeran talan bûn, wan gelek mirî dan, mal û milk wenda kirin. Ew hemî bi acizî û xemgînî ji serdarê osmanî dûr ketin û vegeriyan mîrekiyên xwe. Devera serhedê hema hema kavil bû, tê gotin ji ber vê kavilkirinê deh salan bi ser xwe ve nehat.
Warên Mehmûdiyan, Hekariyan, Pinyanişiyan û Biradostiyan ketin bin hukmê şûrê Şah Abbas, fermanên wî hema hema hata Wanê derbas dibûn. Li gor Îskender Begê Munşî, Mustefa Begê Mehmûdî, hevrikê wî hakimê Kela Xoşabê Mehmûd Begê kurê Silêman Begê Mahmûdî, Emir Xanê Çengzêrînê Biradostî (yê ku pişt re bû lehengê serîhildana Kela Dimdimê), Zekeriya Xanê mîrê Hekariyan û Hesen Begê mîrê Elbakê (Başkelê) hemî çûn dîwana Şah Abbas û wan selteneta wî li ser xwe qebûl kir. Şah Abbas jî mîrekiyên wan ji wan re hiştin.
Hezîmeteka mezin ji bo osmaniyan û kurdan, sedemekî giring ê destpêka perçebûna Kurdistanê. Ji wê rojê bi vir de Kurdistanê bi taybetî jî deverên serhedên herdu aliyan piştên xwe rast nekirin.
ÇÛNA CANPOLATAN BER BI DEWLETBÛNÊ VE
Bi kuştina Mîr Husên Canpolatê mîrê Kilîsê û begêbeganê Helebê li Wanê ji bal serdarê osmanî Caxalazade Sinan Paşa ve û vegera bêserûber ya orduya wî re, her çendîn Alî Begê biraziyê wî, wek mitesellim û wekîl li ciyê wîbû jî, valayiyeka desthilatdariya siyasî û paşerojeka endîşedar xist eyaleta Helebê.
Ji bilî weqanivîsên wê demê ku yek ji wan Naîma ye, lêkolerên hemdem jî li ser dewra piştî Husên Paşa radiwestin. Bi taybetî Prof. Dr. William J. Griswolld di teza xwe ya doktorayê a bi navê The Great Anatolian Rebellion de ya ku hatiye wergerandin tirkî jî, bi rêkûpêkî li ser vê serîhildanê û encama wê ya trajîk rawestiyaye.
Piştî mirina Mîr Husên, paytext Stembolê desthilat rasterast dewrî warisên wî nekir. Ji bo begêbegantiya Helebê axayê yenîçeriyan yê kevn Husên Paşa qaymeqam (cîgir) hat tayinkirin, Alî Beg Canpolat(zade) bêmeqam ma. Serdar Ferhad Paşa yê ku ketibû şuna Caxala Sinan paşa hêvî dikir ku Husên Paşa li ser riya xwe ya Helebê walîyê Adanayê Cemşîd ku serî hildabû îdam bike. Lê walî Cemşîd zûtir tevgeriya û bi êrîşekê Husên Paşa di rê de kuşt. Ev ji bo Alî Canpolat jî bû derfeteka mezin. Çimkî Cemşîd dostê wî bû û berê daxwaz kiribû da ew Husên Paşa di ziyafetekê de jahrdayî bike. Li ser vê, AlÎ Beg de facto li ser desthilatê ma, paytextê jî ji ber krîz û hevrikiyên nav xwe û yên li gel deverên din, rewş qebûl kir.
Lê li deverê jî hevrikî hebûn. Seyfoğlu Yusufê tirkmanê hakimê Trablusşamê, osmaniyan tim ew li hemberî Canpolatan pîj dikir. Li eyaletên Anadoluyê li bakurê eyaleta Helebê gelek serîhildanên celAlîyan û têkilhevî hebûn. Li Şamê paşayê osmanî Seyyid Mihemed Paşa, li Libnanê Faxreddîn benî Maanê durzî hebû. Sultan Ahmedê I. hê di dereceya zaroktiyê de gênc bû, li serayê bi cariyan re di nav kêf û henekan de bû. Wezîr û paşayên baskên cuda li ser riya hev dafik datanîn û li dor hev dibizivîn ji bo bidestxistina desthilatê û tasfiyekirina hevrikan. Hevkar û alîgirên Alî Beg jî li paytextê di postên bilind de hebûn.
Alî Beg berê xwest tola apê xwe Husên Paşa hilîne, lê Caxalazade zû mir. Ew xwedî li mîrasê apê xwe derket, endamên xanedaniyê û kurdan ev maqûl û şer’î dît û li dor wî civiyan.
Ew kesayetiyekî camêr, mêrxas û karîzmatîk bû. Vê hişt ku ew bi taybetî ji nav eşîr û mîrên tirkmanû ereb ên dora xwe hevkar û pêgirtiyên nuh bibîne.
Ew pêgirê sadiq ê Sultan û dijminekî xedar ê wezîr û paşayên dora wî bû. Şerê wî ne bi sultan re lê bi aqilmendên keysperest û zordar ên dora wî re bû. Di şeş mehên ewilî wî ne tenê desthilata Kilîsê û ya Helebê bidestxist, siya desthilata xwe gihand derûdorê jî.
Paytextê, Seyfoğlu Yusufê Trablusşamî derxist hemberî wî, alîkarî şand jê re, hêvî kir ku bêyî çûna orduya osmanî ew biserkeve, îdîaya desthilatê a mala Canpolatan ji ser eyaleta Helebê rake. Lê Alî Canpolat zûtir tevgeriya, li Hamayê êrîş bir ser wî, di 24ê tîrmeha 1606ê de Seyfoğlu tûşî têkçûneka mezin bû, ji meydana şer reviya Trablusşamê, hevkar û hevpeymanên wî hemî derbasî alî Alî Beg bûn. Alîbeg gazî, yek ji emîrên Lubnanê, dostê xwe yê xurt Faxreddîn benî Maan (emîrê durziyan) kir, hevkarî pê re best da Trablusşamê zeft bikin û Seyfoğlu ji navê rakin. Alî Beg pismamê xwe Derwêşê kurê Hebîb Beg şand sefera ser Trablusşamê, bajar hat zeftkirin. Derwêş dest danî ser xezîna Seyfoğlu, lê li ser fermana Alî Beg rê neda ku bajar bê talankirin. Bi vê re mîrên kurd, ereb û tirkman ên deverê hemî bi Alî Beg ve hatin bestin, hejmara orduya wî gihaşt 60 hezaran.
Faxredîn benî Maan û Alî Beg zora Musa bin el Harfuş jî bir û paytexta wî Belbek zeft kir. Wan zora Ahmed Şihabê mîrê Wadî el Teyim jî bir. Deverên başurê Şamê; Aqqa, Heyfa û Qayseriye ji Faxreddîn re man.
Alî Beg hin daxwaz ji mîrêmîranê Şamê Seyyid Muhammed Paşa jî kirin, wî qebûl nekir, lê vê, rê vekir ku ji alî başûr û rojava ve derûdora Şamê xwe bidin terefê Canpolatan. Paytextê bi şertê ku bacên xwe bide efuya Canpolat derxist.
Seyfoğlu bi dizî hat Şamê û amadeyiyên şerekî din li hember Canpolatan kir. Alî Beg û Faxreddîn bi hev re dor li Şamê girt û zora parêzvanên bajêr bir, wan daxwaza teslîmkirina Seyfoğlu kir. Beşeka eskeran ew neda û ketin kela bajêr, derî li xwe radan. Orduyên Alî Beg û Emîr Faxreddîn sê rojan bajar talan kirin. Seyfoğlu 100 hezar akçe rişwet da qadiyê Şamê û bi dizî reviya. Qadî 25 hezar akçeyên din jî xist serê û ew dan Alî Beg da ji bajêr vekişe. Alî dorpêça ser bajêr rakir, bazar vekirin, serbestî da bazirganên deverê û yên ewropî.
Alî Beg û Faxreddîn Şam bicî hişt û li pey Seyfoğlu çûn ku pena biribû Hisni’l Ekradê (Kela Kurdan), wan dor lê girt, Seyfoğlu bi hin şertên lihevhatinê xwe da dest. Li hev hatin, jin dan hev û xizmayetî durust kirin. Bi vê re Alî Beg, Emîr Faxreddîn û Seyfoğlu Yusuf bûn hevkarên hev û hakimên hemî Sûriyeyê. Xurttirînê wan, bêguman Alî Begê Canpolat bû.
Osmanî mecbûr man di îlona 1606ê de begêbegantiya Alî Beg a Helebê resmî qebûl bikin. Ew bû paşa. Paytext hem di şerên Ewropayê de têk diçû hem di nav xwe de jî di hevrikiyên mezin de bû. Li gor paytextê xeterên ji yên li Helebê mestir hebûn, diviya ew bi awayekî demkî be jî bihata aşkirin.
Endamên xanedaniyê û kurd bi Alî Paşa re bûn. Lê wekî din ereb û tirkmanên derûdora Kilîsê û Azezê zêde ne sadiq bûn. Ew bi paşayê resmî ê Meraşê re jî di nav hevrikîyan de bû. Li eyaletên Anadoluyê ên bakurê Helebê serîhildayiyên celalî ji bo wî jî bêîstîqrarî peyda dikirin. Ji alîkî de jî wan pêwendî bi Alî Paşa re datanîn û dixwest ku ew li hemberî orduyên osmanî şer bike. Alî Beg jî hêviyên wiha ji wan dikirin. Heta hinên wek Tewîl xelîl wek merivê wî dihat îdîa kirin.
Hêdî hêdî Alî Paşa desthila xwe li ser begêbegatiya Helebê geştir dikir û damû dezgeyên bi wî awayî, dîwan, xezîne, ordu, budçe, bac û xerac wergirtin, têkiliyên bi bazirgan û diplomatên ewropî re, bi yên xeyrê mislim ên deverê re, bazirganiya hevrîşm a di ser Îranê re, mihaweleyên pêwendîdanîna bi Şah re ji bo hevkariyên rojên pêş dikir. Lê wî tim sedaqeta xwe ya bi sultan re berdewam dikir. Lêkoler di wê baweriyê de ne ku ew hat wê qonaxê ku sikke lê bide, mihaweleyên kirrîna tifengan ji Ewropayê bike, yanî rengekî ji rengên dewleteka serbixwe ji desthilata wî xwe da der. Eger armanceka wî ya dewleta serbixwe tunebe jî muhtemelen wî çavê xwe berdabû statuyeka wek yên hukumetên serbixwe yên Kurdistanê ên nav dewleta osmanî.
HILWEŞANDINA MÎREKIYA CANPOLATAN KUŞİTINA ALÎ PAŞA
Dî hezîrana 1606ê de Derwiş Paşa bû sedrezam ku dixwest careka din sefera ser İraniyan bibe û erdên wendakirî bên vegerandin. Lê dawiya salê hevrikiyan wer kir ku Sultan Ahmed bi tuhmeta xaîntiyê ew îdam kir, Kuyucu Murad Paşa anî şuna wî.
Sadrazam Murad Paşa devşirmeyekî sirbî bû,70 sal umir kiribû, yekî gelek muteesib û req, siyaseta wî ‘’ya hemû, ya hîç’’ bû . Berê li Anadoluyê heta li Şamê xizmet kiribûn, dever nas dikir. Wî bi dizî hedefên sedrazam Derwiş Paşa ên derbarê sefera ser Îranê rakir, dawîlêanîna serîhildanên celAlîyên Anadoluyê û têkşikandina serîhildan û mezinbûna canboladiyan kir hedef. Sala 1607ê orduya xwe ya ji 70 hezar eskeran pêkhatî birêxist û weka ku sefera ser Îranê ye lanse kir. Li ser rê, gelek serîhilderên celalî îdam kirin. Gelek caran efû derdixist, soza xelatê dida, lê ku ew dihatin ber destê wî serê wan difirand.
Piştî ku giha Konyayê, eşkere kir ku mexseda wî ne sefera ser Îranê, lê binbirkirina desthilata Alî Canpolat e.
Kuyucu Murad, ji bo Alî Paşa nikaribe alîkariyê ji celAlîyan bistîne berê bi serokên wan Kalenderoğlu Mehmed re li hev kir, begêbegantiya Anqerê dayê û ew şand wê derê. Piştre li alî Tarsusê Cemşid Begê hevkarê Alî Paşa şikand û ew ji meydana şer reviya.
Cemşîd qet li ber xwe nedabû û osmanî û Alî Paşa ji texmînan zûtir hatibûn hemberê hev. Orduya osmanî di ser Torosan re daket deştên başurê Adenê. Adene jî ji serîhilderan hat pakkirin, 500 kes ji merivên Cemşîd hatin îdamkirin.
Kuyucu Murad orduya begêbeganê Meraşê Zulfiqar Paşa jî girt û berê xwe da eyaleta Helebê. Alî Paşa ji bo ku hê zû pêrgî lê bigire, orduya xwe anî li li deşta rojhilatê çiyayên Amanosan xist amadebaşiyê, qerargeha xwe jî li rex Gola Awnikê danî. Orduya Kuyucu Murad tevî ya Zulfuqar paşa 75 hezar esker bûn, ya Alî Canpolat jî nîvê wê bû. Herdu ordu li geliyê ber devê Deşta Orucê ya ku ji bal Çemê Afrînê dorlêpêçayî ye, di 24ê çiriya pêşîn (oktobera) 1607ê de hatin hemberê hev. Alî Paşa şer nedixwest name şand ji Kuyucu re ji bo lihevkirinê, lê Kuyucu red kir.
Di destpêkê de orduya Canpolatan zora eskerê osmanî bir. Li ser vê, paşayê osmanî Tiryakî Hasan Paşa planekî balkêş anî ku Kuyucu ew qebûl kir. Li gor planê li herdu palên geliyê teng ê 50 topên osmanî, ne bi gulle, lê tenê bi barûdê bihatana dagirtin. Orduya osmanî ê li herdu palan xwe bikira beş û weka ku direve vekişiyaya, gava orduya Alî Paşa bi giranî ket gêlî ê top bihatana teqandin.
Wan welê kir; top danîn û orduya osmanî vekişiya ber bi du palên gelîyê teng ve. Orduya Canpolatan ket gelî bi piranî pêş da çû… û top teqiyan. Dengê topan gurmîneka wiha derxist ku hemî hesp û heywan veciniqîn, dumana topan gelî welê dagirt ku ne osmaniyan, ne Canpolatiyan nema karî hev bibînin. Çav çavan nedidît û orduya Canpolatan bêserûber bela bûbû her yek bi alîyekî de direviya, kontrol ji destê fermandaran derketibû, kesê nedizanî kî bi ku de direve. Alî Paşa cebirxane û xezîneya xwe li qerargehê hêla ber bi rojhilat ve meydana şer terk kir.
Osmaniyan bi êrîş berê xwe da Canpolatiyên belabûyî, dest bi kuştin û girtinê kirin. Li ber xîveta Kuyucu Murad Paşa ya li meydana şer, dest bi serjêkirina êsîran hat kirin. Pîramîdeka ji 20 hezar seriyên jêkirî li ber xîveta Paşa bilind bû. 700 sancaqên mîran û paşayên Canpolatiyan ji meydanê hatin komkirin ku alaya sipî ya Alî Canpolat jî di nav wan de bû. Pişt re osmaniyan ev birin li Stembolê li gel alavên din ên bidestxistî li pêşangehan nîşan dan.
Kuyucu Paşa xwe gihand Kilîsê ew da talankirin, dest danî ser xezîne, mal û milkên Canpolatan. Wî bi fermanekê statuya mîrekiyê ji ser Kilîsê hilweşand, ew li ser navê padîşah kir malê xeznîya dewletê. Ew der îdî bûn mal û milken padîşahan.
Di 8ê çiriya dawîn (qasimê) de Kuyucu xwe gihand Helebê û dor lê girt. Helebî teslîm bûn. Xizm û malbata Alî Paşa ketin Kelê û dest bi parastinê kirin. Murat Paşa nekarî bi şer zora wan bibe, doza lihevhatinê kir. Wî soz da ku ew kela bajêr teslîm bikin û bên bexişandin, serbest ji bajêr derkevin. Lê gava derî vebûn, Kuyucu esker û malbata Alî Paşa ji hev veqetandin û hemîyên malbatê dan ber şûran, serê wan birrîn.
Alî Paşa, tevî apê xwe bi du hezar eskeran berê xwe da Stembolê, li dor Bursayê apê xwe li pêşiyê şand paytextê ji bo derxistina efuyekê ji bo wan. Di vê navberê de celalîyên dora Bursayê Alî Paşa û eskerên wî esîr girtin, lê ew ji wan reviya, xelas bû çû, bi saya apê xwe û heval û nasên xwe yên li paytextê xwe gihand Sultan Ahmed. Padîşah ew efû kir, qeftanê paşatiye lê kir. Ew bû begêbeganê Temeşwarê, çû wir. Lê yenîçeriyên wê derê û hemî burokrasiya ser bi paytextê ve li dijê wî bûn, nehiştin ew deverê îdare bike, qasî salekê ma, hat dereca ku tehdîda kuştinê hat serê, di 9ê nîsana 1609ê de bi dizî reviya Belgradê. Li wê derê ne berpirs bû, lê azad bû.
Kuyucu Murad jî piştî zeftkirina Helebê xwest esker belav bike û vegere paytextê. Lê Sultan Ahmed daxwaz jê kir da here ser celalîyan, wan tasfiye bike û pişt re seferekê derxe ser Îranê. Kuyucu bi pey celalîyan ket, hin tasfiye kirin, lê serekên wan ên mezin wek Qalenderoğlu, Tewîl Xelîl, yên din bi 13 hezar siwar û piyadeyan reviyan Îranê xwe avêtin bextê Şah Abbas. Kuyucu neçû sefera Îranê, vegeriya Îstanbulê. Sultan gelek jê aciz bû ku sefera ser Îranê nekiriye û welê tevgeriyaye ku serokên celalîyên mezin reviyane gihîştine Şah Abbas.
Kuyucu ku pê hesiya Alî Canpolat efû buye, buye mîrêmîranê Temeşwarê, gelek hêrs bû, ferman şand Belgradê da ew bê girtin û bê şandin Îstanbulê. Welê bû. Ku Alî Paşa derdestkirî hat Stembolê bi fermana Kuyucu hat îdamkirin.
Mîrekî û paşatiya Canpolatan hilweşiya, mitefikên wî yên ereb û tirkman efû bûn. Lê îdare hatin piçûkirin û perçekirin. Li derdora Kilîsê 10-15 salên din jî malbatên ji canpolatan mabûn, lê pişt re ew jî ji Kilîsê derketin, di salên 1630ê de îdî li Lubnanê li ba eşîra Faxreddînê benî Maanê durzî bicîh bûbûn.
Canplatên Lubnanê niha ji nesla wan in. Ew bi durziyan re entegre bûne û mîrîtiya wan dikin.
[1]