Nav: Kubra
Nasnav: Kubara Xudo
Navê Bav: xudo
Dîroka jidayîkbûnê: #15-05-1935#
Dîroka koçkirinê: #19-12-2012#
Cihê jidayîkbûnê: gundê Elegezêye (nehiya Aparanê)
Cihê koçkirinê: Êrîvan
$Jîname:$
Berê tenê navê Kubara Xudo û du rêzên strana wê ya bi navê Lo Dilo gelek salan di hişê min de mabûn. Kubara Xudo bi kilama “Lo dilo” guhdarên xwe dibe bajarê Qersê: “Em ê îşev li ku bin/Li ser pira Qersê bin…”Ev perçe wek kilameke govendê hatibû nasîn. Kilam paşê di dewat, dîlan û şahiyên li herêma Serhedê de bi salan ji aliyên keç û xortan de hate gotin. Dibe kilameke gelek hezkirî û populer. Hin kilamên din jî hene ku peyva Qersê di nav gotinên wan de derbas dibin, wek Kûra Çayê Tapê Qersê (bi dengê Belga Qado).Ez cara yekem di derbarê Kubara Xudo de bi saya nivîseke Cemîla Celîl bûm xweyê hin agahiyan:
“Eger hêna berê navêd gelek-gelek dengbêjêd kulfet ewqas belav nedibû, lê rojêd meda ku her malekêda radîo, dûrdîtinok û radîohildanok danîne gişk bi heyr û hijmekar dengê kilamêd qîz û jinêd kurd dibihên. Awa bona çi navê Kubara Xudo li hemû dera eyane û gişk ji dengê wê hiz dikin. Kubar ji gundê Elegezêye (nehiya Aparanê). Ewê xwendina xweye dehsalî vira xelaskiriye. Kubar ji dê û bavê xwe, ji qîz û bukêd cînar, hevalêd xwe xwe gelek kilamêd kurdaye xweş bihîstîye, hînbûye û şayada stiraye. Niha Kubar mekteba gundê Qundexsazêda derstare û xebatêra tevavî înstîtûta Êrêvanêye pedagogiyêye dûrekeda hîn dibe, ya ku wê zûtirekê kuta bike”. (1)
$Agahiyeke şaş$
Li gorî hin dengbêjên din mirov dibîne ku di derbarê Kubara Xudo de kêm tişt hatine nivîsîn, ew zêde nehatiye nasandin. Mirov dikare bêje ku ew demeke dirêj hatiye jibîrkirin! Bi taybetî ji aliyê kesên ji derî Sovyeta berê de qet nayê zanîn û nasîn. Berî hefteyekî bi rêya Twitterê min çend gotin ligel wêneyekî Kubara Xudo weşand. Vê nûçeyê tavilê bala xwendevanan kişand. Min di vê nûçeyê de sala bûyîna wê 1935 û sala mirina wê jî wek 1975 dabû. Min ev agahî ji nivîseke di derbarê jinên dengbêj girtibû.(2) Piştî weşandina vê nûçeyê şopînereke min ya Twitterê bi navê Rozerîn ji min re notek şand, wê li vir dîyar kiribû ku li gorî hin çavkaniyan Kubara Xudo ne di sala 1975an de di sala 2013an de wefat kiriye. Piştî vê agahî û hişyariyê, min telefonên zarokên Kubara Xudo peyda kirin, bi wan re ketim têkiliyê. Min ji Cemalê kurê Kubara Xudo re û Cemîla keça wê re telefon vekir. Paşê derkete holê ku Kubara Xudo ne di sala 1975an da, ne jî di sala 2013an de ji nav me bar kiriye, ew di sala 2012an de çûye rehmetê. Keça wê Cemîleyê wêneyekî gora dayîka xwe Kubara Xudo û bavê xwe Sûtoyê Qadir jî ji min re çand. Li ser kêla gora wan wiha hatiye nivîsîn: Kubara Xudo (15/5/1935-19/12/2012) û Sûtoyê Qadir (29/11/1930-5/8/2018).
Kubara Xudo ji malbateke naskirî tê. Birayên wê kesine navdar in: Şekiroyê Xudo (dîrokzan), Egîtê Xudo (rojnamevan), Tîtalê Xudo (mamoste) û Jorayê Xudo (doktor). Bi navê Kawê, Zînê û Lûsik sê xwişkên wê jî hene. Ji vana Lûsik jina helbestvan Eskerê Boyîk e ku niha bi malbatî li Almanyayê dimîne. Wisa xuya dibe ku malbat xweyê heşt zarokan bûye. Navê bavê Kubara Xudo, Xudoyê Miho û Navê dayîka wê jî Meyane ye. Zarok û newiyên wan niha ji Amerîkayê bigre heta Almanyayê li gelek welatan belav bûne. Kubara Xudo di sala 1963an de dizewice. Mêrê wê Sûtoyê Qadir mamosteyê dîrokê bûye, herweha fîlologî xwendiye. Angorî kurê wê Cemal, dema bavê wan di sala 2018an de li Almanyayê wefat dike, bedena wî tînin li Rûsyayê li kêleka jina wî Kubara Xudo vedişêrin. Kubara Xudo xweyê se keç û kurekî ye. Hersê keçên wê Cemîle, Adîle, Leyla niha li Almanyayê dimînin. Kurê wê Cemal jî li Petersburgê dijî, li wir wek parêzer kar dike.
Kubara Xudo gelek kilamên xweş gotine, wek Çavbelek, Delalê, Gazî dikim bi destmalê, Gulê ha gulê, Ha berde, Ha bi dare, Hayko can, Hesûkê, Îro roja rihetêye, Îşev şeva gede, Kew hêlûn, Lawiko mîrzo, Li bi holê, Lê bi xanê, Lo dilo, Mamir, Qemerê, Sînê, Xanimê lûrke, Yar govende. Bêjera Radyoya Rewanê Eznîva Reşîd di nivîseke xwe de Kubara Xudo yek ji wan dengbêjên jin yên naskirî dihesibîne: “Ji guhdarvanêd me kê Sûsika Simo, Belga Qado, Kubara Xudo, Zadîna Şekir, Asa Avdal, Naza Kokil, Seyrana Musa û gelekêd mayîn nas nake, êd ku bûne hizkirîê guhdarvana. Çiqas heftêye ji radîoguhdara bi deha name têne stendinê, wekî dengbêjêd qîz wanara klama bistrên. (3)
çavkanî:
1. #Cemîla Celîl# , Kulfetê kurde dengbêj, Rêya Teze, 8/3 1968.
2. #Uluslararası Dengbêjlik Kültürü ve Dengbêjler# (Sempozyum Bildirileri), Şırnak, 2019, rûp.116.
3. Eznîva Reşîd, Dotêd kurda derheqa roja xweye îroyîne bextewarda distrên, Rêya Teze, 08-03-1962.
Amadekirin: #ROHAT ALAKOM#
[1]