#Tevnkirin di çanda Kurdî de# – Beşa 5
Leyla Nûranî
Jêrdefe
Texteyeke pehn û dirêje ku li aliyekê hatiye kolandin û bi du şirîtên dirêj li her du ser û binê defeyê hatiye daliqandin. Herwaha du Şîlepe an ku du darên dirêj li rex şirîtan e, defe û jêrdefe yê li yek ast û li ser yek hêl tên ragirtin, ser û binê şe dikeve ser xîştara navbera defe û jêrdefeyê. Bi tundkirina şirîtan şe li cihê xwe qayîm dibe û eger şirîtan sist bikin, şe di navbera her du xîştaran derdikeve û li cihê xwe namîne.
Saçîn/ Sakîn/Sançîn/ Sekîne
Dareke bi awayê herfa (L) ku bi awayeke taybet bingurd li ser tê danîn.
(binêre dimenê 34)
Şaqol an Şaxûl
Amûreke bo rast ragirtina dezgehê tevnkirinê û em dikarin bêjin beşeke ji her du darên ku li her du aliyên amûrê tevnkirinê rast hatiye danîn, serek diçe ser darê lalengrê (Du darên rast ku li du aliyên amûrê tevkirinê ne), serê din li ser enîşka Lalengerê ye ku bi her du aliyan de Defe ragirtine. (Binêre Dîmne 35)
Şeyê Lalenger
Du texteyên pehn ku diranên wê hene li her du aliyên Lalenger li ser Karxaneyê hatine qayîmkirin û li her du aliyan serê bizmarên Lalengerê radigrin. (Binêre wêne 36)
Hin caran li şûna wî textikê ku diranên wê hene, hosta bi hez û dilxwaza xwe hin bizmaran dikute û serê Lalengeran dixe navbera wan bizmaran de (Binêre wêne 37)
Karê wan şeyên Lalengiran ew e; eger defe gelek ji qumaşê tê amadekirin nêzîk bû derfet (Mecal) nebe ku baş bê kutan, serê Lalengerê dixin ser diranekî din ê şe û dûratiya defe û qumaş zêde dibe û baş tê kutan. Herweha eger aliyeke qumaş şidyayî be û aliyê din sist be û baş nehatibe kutan wê demê tenê serekî Lelengerê dixin ser diranekî din a şe ku bikarin hevsengî û wekheviyê di qumaş de çêkin, wê demê qumaş bi yek qayde dikeve ber defeyê û tê kutan.
Şe
Çarçoveyekê dare, rexên wê ji darên hişk û qayîm û ser û binê wê jî ji darên Dirîreşkê tê çêkirin. Nava wê çarçoveyê weke dindikên şe bi qamîşên qayîm û saf hatiye dagirtin. Dara Dirîrşkê li derve hişk û li hundir nerm e weke tapedorê ye, ser û binê qamîşan bi tûjî tên danîn û li ser tapedorê tên qayîmkirin. Di navbera her diraneke şeyan de du tayê ben (Tan) derbas dibin. Şe tayên ku bi ser hev de tên dikute ku qumaş şidyayî û qayîm be û deq bigre. (binêre 38 û 39)
Şîş (şîşik)
Şîşikeke zirave ku dixin nava masûre (Maqirne) yê û herdu serên wê dikevin nava xîştra (Qeliştuk – şeqar – dirz) a masûreyê. Di dema karkirinê de ku masûre tê û diçe, lûle li dora şîşikê dizîvire. (binêre wêne 40 û 41)
Şîlepe/Şîrepa/Şîrepe/Gwê defe
Du darên zirav û qahîm ku li her du seran ve ketine nava defe û bindefeyê û wan du perçeyan bi hev re girê didin.
Li rex şîlepeyan du helqe hene ku bi kindireke sitûr ku bi darikekê ve hatine alandin û qayîmkirin binê defeyê bi defeyê ve dişidîne û qayîm radigre. Bo ku ew her du dar sist nebin sereke wan dikeve ser şîlepan. (binêre wêne 42)
Qol/Zend / Çepl
Beşeke ji Lalengerê ku du textikên pehn û dirêj in, li aliyê rast û çepê yê defeyê bi Şaqûlê ve tên qayîmkirin.
Çepl bi hevkariya beşên din ên Lalengerê, defeyê qahîm digre û nahêlin ku bi ser aliyê rast an çepê de bikeve û wisa dikin ku bi hêleke rast hatin û çûnê bike.
(binêre wêne 43)
Karxane ( Bingeh) Dezga
Du karîte ne ku bilindahiya wan bi qasî lingên mirov dibe, wate dema mirov li ser rûniştî be lingên wî digihêjin erdê, her serekî wan dikeve ser dîwarekê û amûrê tevnkirinê li ser wan du karîteyan tê danîn.
(Binêre dîmen 44)
Karxaneya Hûnandinê (Dezgayê Çinînê)
Çarçoveyeke ku li her aliyekê wê çend singên dar li ser hatine kutan û bo çinîna (Çêkirin û hûnîna) cacim û sicadan tê bikaranîn
Beşek ji wan singan nayên girêdan (Qayîmkirin) û dikarin bêne veguhestin (Binêre wêne 47)
Piştre tên jêvekirin û li ser amûrê tevkirinê tên girêdan
Kursî
Du darên çar goşe an du textikin ku li rex hev datînin, her du serê wan dikevin ser karîteyên dezgehê ku tevn li ser tê danîn (Karxane)yê û doşek an betaniyekê (Doşkeçî) yê li ser datînên û kesê tevn dike li ser rûdinê û pişta xwe dide dîwar, ji ber ku Kursî li ber dîwar tê danîn.
(Binêre wêne 48)
[1]