Mehsere li Berferatê
Ferat Demîroglu
Berê li gundan mehsere ji mehekê zêdetir didomiya û di wê navê de malbat bi temamî li nav rez û rêzikan dijiyan.
#Mehsere# (kerge) di cotmehê de dest pê dike. Gelek cure tirî hene û ev gihandina hin cureyan di meha tîrmehê de dest pê dike û heta cotmehê cure bi cure bi dorê digihên û tên xwarin. Herî dawî tirîyê şîre (mezrome) digihê, têr û tije dibe û dest bi mehsereyê dikin.
Ji bo meşlûr, pelûl, helaw, bastêq û dimsê (mot), tiriyê şîre/mezrome tê bi karanîn. Tirîyê şîre bi tehm û têr û tijebûna şîreya xwe, tenikbûna qalikê xwe ji bo van xwarin û vexwarinan pirr guncaw e. Mirov dikare ji serê îlonê jî tirî bikelîne lê divê tirî heta ku têr û tije dibe were payîn ji ber ku çiqas bisekine şêrînbûn û ava tirî ewqas zêde dibe. Dilopek be jî divê ew dilop bi avê de neçe û were bikaranîn. Salekê min bi ya xwe kir û tirîyê şîre ne di wexta xwe de, beriya têr û tijebûna wê mehek berê keland û qasî ku min dipa şîreya tirî derneket. Diya min her gav digot divê serma û baranek li tiriyê mezrone bikeve da ku têr û tije bibe. Bi rastî jî saleke din min bi ya diya xwe kir û piştî tirî serma û baran dît, şîreya tirî pirr zêde pê ket.
Piştî salên 1990î mehsere ango kerge wek demên berê nahên kirin. Hin sedemên civakî, aborî, xwezayî û polîtîk ên vê encamê hene. Piştî raperîna gel a bakur, li gelek hereman şer dijwar bû û gund, zêvî û dar û ber bi destên serdestan hatin şewitandin, hilweşandin û gundiyan ji ber zordariyê ji war û gundên xwe koç kirin û berê xwe dan navçe û bajaran. Bi deh salan tu kes nema karîbû biçûna gundên xwe û erd û zêviyên xwe biajotana û geş bikirana. Dibe ku hê hin gund û war hê jî qedexe û bêxwedî ne. Kesên koç nekirin hin ji neçarî hin jî bi dildarî wek efserên serdestan xebitîn. Yên koç kirin ji xwe nedikarîbûn li erd, zevî, rez û rêzikên xwe xwedî derkevin. Ên mayî jî ji ber ku êdî mûçeyeke wan hebû, wek berê guh nedidan çandina zeviyan, li dar û beran wek berê mêze nedikirin.
Ev mesele pirr dûr û dirêj e lê tesîra xwe ya li ser rez û rêzikan hê zêdetir bû. Ew mêwên ji bav û kalan mabûn êdî kevn û pîr bûbûn û diviya ji nû ve bihatana danîn. Lê ji ber ku gundiyan xwe spartibûn mûçeya serdestan, rez û rêzik bi halê xwe hiştin û hêdî hêdî mêw qels bûn. Wekî din ew zanyariya ji bav û kalan hebû xwe negihand nifşê nû û di şerê salên piştî 1984an de ev çanda bi sed salan e hebû qut bû. Wekî din nexweşiya fîloksera ya ku wek spîya mêwan tê binavkirin, li herêmê belav bû. Tu kesî nema zanîbû ka ev nexweşî çi ye û çima mêw qels bûne. Ji bo çareseriyê jî hîç hewlek nedan û xwe nelivandin. Îro ew rez û rezikên berferatî yên bi nav û deng bûn neman û êdî gundî ji bo xwarina malê jî nikarin tirî peyda bikin.
Berê li gundan mehsere ji mehekê zêdetir didomiya û di wê navê de malbat bi temamî li nav rez û rêzikan dijiyan. Ji bo wan kesên xwedî rez û rezikan ev destpêka şahiyê jî bû. Bi xwarinên çêj, fêkiyên payizê wek hinar, hurmî, şekoke, sêv û bihîvan, ji bo zarokan jî wexteke xweş bû. Sitîlên li ser êgir her tim tije bûn, carinan jî 2-3 sitîl/qazan bi hev re dihatin kelandin. Carinan agirê sitîlan dihatin geşkirin, carinan jî kozên ber temirandinê dihatin hûrkirin, agir li wan dihat zêdekirin. Dema koz çêdibûn, îsotên payizê diavêtin ser kozan û bi nanê sêlê dixwarin. Zarokan pelûla meşlûran bi serê tiliyan tehm dikirin, şîreya tirî vedixwarin û di nav xwezayê de wexteke bêhempa dibihurandin. Aniha ji wan rojan tenê bîranîn mane û em nema karin li wan rojan vegerin.
Têbînî:
1- Berferat xeteke li dora çemê Feratê ye û xelkê heremê bi çand û ziman nêzîkî hev in. Lê rez û rezikên Berferatê li bakurê çemê Feratê yên wek Semsûr, Riha, Diyarbekir, Elezîz û Meletî bi nav û deng in.
2- Li vê herêmê li dewsa peyva mehsere kerge, li dewsa dims jî peyva mot tê bikaranîn.[1]