Nasîna amûrên #muzîkê# - Beşa 2yem
Hawar Hewraman
Naye:
-Ev amûr çend navên din jî heye: Nermenaye, Nermeney, Baleban, Balaban, Bareban, Dûdûk, Dûrdûk û Mey.
Ev ji malbata amûrên darî ya pîtikan e û ji dar tê çêkirin û bi fûkirina nava pîtikê deng jê tê.
Ji bo çêkirina vê amûrê darên cuda têne bikaranîn, lê darên qeysî, heloya sor, hejîr, tirî, pembû, ebenûs û kafûr ji darên herî baş in. Ev darên han bihêztir in, ango çagaliya wan zêdetir e, û herwisa dengekî zelal dirust dikin.
Amûra nayeyê xwedî dengekî hestbir û dilşewat e, lê bi amûreke şahî û bezmê jî tê naskirin; ew bi baştirîn şêweyê hestên xemgînî û morala guhdaran dihejîne û hest û kederên dilê jeniyar eşkere dike.
Dîtin û îdeolojiyên cuda karekî wisa kiriye ku hunera muzîkê ji bo hilkeftên curbicur werine bikaranîn. Weke mînak, li derveyî herêma Zagros û Rojhilata Navîn, ango Ewropa û welatên Rojavayî, muzîka xwe hene û şêweya dengbêjî û jeniyariya wan ji welatên din cudatir e.
Ji bo çêkirina her amûrekê divê ji dara taybet sûd bê wergirtin û qasa taybet jî bê berçavgirtin. Bi vî awayî em dikarin tama taybet û cudahiya muzîka herêman his bikin. Ew taybetmendî di amûra naye de jî bi heman rengî xuya dike.
Ji bakur heta başûrê Zagrosê, gelên ermenî, azerî û kurd (kurmanc, zaza, soran, kelhûr, hewram, lek û hwd) vê amûrê bi kar tînin.
Hêjayî gotinê ye ku lasayîkirina qirika dengbêjên her herêmekê, dibe sedema şêweya bikaranîna teknîkên muzîkî yên wek gilîsando, vibre, nota zeynet, lêgato, stakato, kirêşêndo, dîkrêşêndo û hwd.
Di çêkirina vê amûrê de, çend şêwazên ciwankariyê têne berçavgirtin ku bandoreke wisa li ser dengê amûrê nîne.
Ger naye dirêjtir bê çêkirin û kunên wê jî li xwarê bin, dengekî gur çê dike. Heta ku me dengekî tûj pêwîst be, pîtik û naye divê kûrtir bin. Ev jî vedigere bo derengtir an bileztir derbasbûna hewayê ji kuna amûrê.
Mezin û piçûkiya kunan, rêjeya kolandina nav darê û asta stûrbûna wê, bandorê li ser kîpbûn yan vekiriya dengê nayê dadine.
Diyar e ku nabe kunên wê evqas jî mezin bin ku di dema lêxistinê de nota falişê çê bike.
Pîtik
Ji qamîş tê çêkirin û devbest û çellem heye.
Devbest
‒ Devê pîtikê vedike û ji xirabûn û tewandinê diparêze.
‒ Pêş vê ku pîtik amadeyî lêxistinê be, bi devbestekî piçûk milê pîtikê tê utûkirin û deq pê re tê dan.
‒ Devbest ji du parçedarên piçûk ku bi bendikê bi hev re têne çaspandin, tê çêkirin.
Çekane (çelleme)
‒ Çekane (çelleme) li ser pişta pîtikê tê danîn, wate ew cihê ku çemiyayî ye. Çekaneya (çelleme) darên êmîş (tiriya spî yan tiriya reş) baştir diçeme û direg jî xirab dibe. Îro roj çekane (çelleme) ji dara dîşê tê çêkirin.
‒ Rêjeya hewaya nav pîtikê zêde û kêm dike û tûjatî û gurbûna wê diguherîne.
‒ Mebest ji vê yekê komkirin û yeksankirina tûjatî û gurbûna deng e.
- Çekane (çelleme) li ser pîtikê hatûçûyê dike da ku çaryeka koka nayeyê biguherîne.
- Hevsengkirina çekane (çelleme) tê vê wateyê ku dengekî zelal ji pîtikê ve bê derê.
Ji bo vê mebestê, divê çekane (çelleme) di hundur de qîtayî (zeq) û çemiyayî hebe û qiraxên wê jî kurt bin; bi vî awayî tevahiya rûyê hundurê çekaneyê (çelleme) nakeve ser pîtikê û tenê ew beşa qîtayî (zeq) û çemiyayî heye, pîtikê digire.
Fûkirin
‒ Piştî danîna pîtikê li ser lêvan, bo vê ku amûr deng çê bike, hewayê nav sing û qirik ji rêya lam û dev ve tê nava pîtikê.
- Fûkirin roleke girîng ji deranîna cureya dengê “naye”yê de heye. Mixabin piraniya jenyar di nava lam û devê xwe de fû dikine nava amûrê ku şêwazeke dirust û zanistî nîne. Her amûreke bayî şêwaza fûkirina xwe heye. Bo mînak, di klarnêtê de jeniyar hewayê ji masûleyên zik û pişikê ve bi dengê tû û li filûtê jî bi dengê fû dixe nava amûrê.
-Di nayeyê de, rêjeya hewayê bi dengê hû ji rêya sing û masûlkeyên zik ve diçe nava amûrê. Ev cure fûtêkirin dibe sedem ku dengê naye tijî û tevaw be û dengên zêde yên (haş, bêhn û hwd) dernekeve. Ev awayê fûtêkirinê di dûzele û zurnayê de jî adet e. Çimkî ev amûr dikevine devê jenyar û ji bo ku hewa bikeve nava amûrê, ti rêyeke din nîne.
- Dema ku ji sing, qirik û masûleyên zik ve bo fûkirin û dengderanînê sûd tê wergirtin, dengê naye bê kêmûzêdeyî û yekastî tê derê.
- Herwisa em dikarin bi hewayê nav lam û givaşa lêv, koka nayeyê biguherin û ji tîjatî û gurbûna dengê di dema pêwîst de sûdê werbigirin. Ew awayê fûkirin, zelalî û safiya deng gelek berçav e, ji bilî vê yekê jî, di dema vexwarina deng de, dengê naye kêm û zêde nabe (kêmûzêdeyiya deng di dema vexwarina deng de, notan jî “faliş” dike).[1]