Geşepêdanên Rojhelatanavîn, Sûrye û Kurdistana Rojava
Nivîsandin û Amadekirin: #Seîd Veroj#
Ji berê de heta îro, Rojhelatanavîn ji aliyê jeopolîtik û jeostratejîk ve bûye navendek balkêş. Îro di têkilîyên navnetewî de balkêşî û girîngiya Rojhelatanavîn tenê ji ber hebûna petrol û gaza wê nîne. Ji destpêka dîrokê vir de rewşa wê ya cografîk a ku sê qiteyan digehîne hev, bûye guzergaha rêya reşayî, avî û hewayî. Digel vê, ciyê derketina sê dînên mezin û kitêbên heq jî ev der e. Îro dema ku em meseleyek pir girîng a wekî parvekirina rezervê avê jî li ser wan de zêde bikin, wê gavê piralîbûna hesav û pîlanên li ser vê herêmê bi asanî têne têgehîştin. Ji ber vê, wê girîngiya Rojhelatanavîn tû wextekî kêm nebe.
Sebebê bingehîn ê meseleyên Rojhelatanavîn û Afrîqyê ev in, ku sala 1884an di Konferansa Berlînê de bêyî ku îradeya miletên van herêman bête pirsîn, erdê Rojhelatanavîn û Afrîqa yê di bin destê Împeratorîya Osmanî de, li ser esasê hinek peymanên aşkere-veşartî de hate parvekirin. Ji van peymanan a herî girîng Peymana Sykes-Pîcot e, ku 16yê Gulana 1916 di navbera Brîtanya û Fransayê de hatiye îmzekirin ji bo parvekirna cografya Rojhelatanavîn li ser navê welatên cûda cûda. Li gor encama vê peymanê, di navbera salên 1919-1922 de, di navbera hikumetên mehelî û hêzên serdest ên herêmê yanî Brîtanya-Fransayê de hinek peymanên aşkere û veşartî çêbûn, ji bo dîyarkirina sînorên sîyasî. Û şiklê dawî yê ev sînoran, ji aliyê wezîrê kolonîyên Brîtanyayê Winston Churchillî ve di Konferansa Kahîrê de hate dîyarkirin.
Di eslê xwe de îro ev tevgera gelêrî ya ku bi navê “Bihara Erebî” tête navkirin, helqeya wê ya yekemîn serhildana gelê Kurdistana Başûr yê salên 1991-92 ye, ku li dijî rejîma Baasî ya Seddam pêk hat. Piştê wê jî serhildana Şiîyên Iraqê tête. Lewra divê “Bihara Erebî” yan jî serhildana gelê ereb a ku ji Tûnisê dest pêkir û nûka gehiştiye Sûryeyê, wekî helqeya duyemîn bête nirixandin. Îro di encama tevgera gelêrî ya ku bi navê “Bihara Erebî” tête navkirin de, rejîmên dîktator û serokên wan yek bi yek têne rûxandin. Ev tevgera gelêrî ji Tûnisê dest pê kir û îro pêla(şepola) wê gehîştiye rejîma Baas a Suryê. Dewleta Sûryê, di Rojhelatanavîn de helqeya herî girîng a statuko û rejîmên dîktator e.
Bêguman ev rûdanên li van herêman diqewimin bê îradeya hêzên navnetewî nîn in. Ew “xeta stratejîk” a ku DYAyê digel hinek dewletên Awrupayî serkêşiya wê dikin, dixwazin li herêmê demokrasî bicî bibe û guhartinên nû çêbin. Turkiye jî dixwaze wek hêzeke herêmî digel vê “xeta stratejîk” cî bigre. Yek ji hêzên navnetewî yên ku li dijî sîyaseta DYA û hevalbendên wê li ser herêmê hesab û pîlanên wan heye, “xeta statuqoparêz” a Rusya û Çînê ye. Îran û Sûrye jî xwe li siyaseta vê “xeta statuqoparêz” digrin. Ev yek jî dibe sedemê gizgiza hêz û aktorên herêmî yên wekî Turkiye, Îran, Îsraîl, Misir, Sûrye û kurdan.
***
Jeopolitik ve jeostratejik olarak Ortadoğu tarih boyunca hep çekim merkezi olmuştur. Ortadoğu’nun uluslararası önemi sadece enerji kaynakları bakımından zenginliği değildir, üç kıtayı birleştiren coğrafik konumuyla tarih boyunca dünyanın kara, hava ve deniz ulaşımı yolları üzerinde bulunma özeliği ve üç büyük dinin de bu gölgeden çıkmış olması nedeniyle Ortadoğu’nun önemi hiçbir zaman azalmayacaktır. Bugün bölgesel olarak su kaynaklarının paylaşımı sorunu da buna eklenince, bölge üzerindeki hesapların ve dengelerin çok boyutluluğu daha kolay anlaşılabilir.
Ortadoğu ve Afrika’da yaşanan mevcut durumun ve sorunların temel kaynağı, 1884 yılında halkları hesaba katmadan Berlin Konferansı’nda paylaştırılan Afrika ve Osmanlı İmparatorluğu’nun egemen olduğu Ortadoğu ve Arap coğrafyasının genel hatlarıyla paylaşılmasına dayanan bir dizi açık-gizli siyasi antlaşmadır. Bu antlaşma- lardan en önemlisi de, 16 Mayıs 1916’da İngiltere ile Fransa arasında imzalanan ve Ortadoğu’yu farklı ülkelere bölen Sykes-Picot Anlaşması’dır. Bu anlaşmanın sonucu olarak bölgede egemen olan İngiltere ve Fransa’yla bölgesel ve yerel yönetimler arasında 1919-1922 yılları arasında imzalanan bir dizi açık-gizli anlaşmalarla ve nihai olarak da Kahire Konferası’nda zamanın sömürge bakanı Winston Churchill tarafından Ortadoğu’nun bugünkü genel siyasi sınırları belirlendi.
Gelinen aşamada “Arap Baharı” olarak adlandırılan başkaldırı hareketlerinin ilk halkasını, aslında Güney Kurdistan halkının 1991-92 yıllarında Saddam’ın Baas rejimine karşı başlattığı başkaldırı ve daha sonra onu takip eden Irak Şiilerinin başkaldırısından sonraki yeni bir halka olarak değerlendirmek gerekir. Bugün “Arap Baharı” olarak adlandırılan halk ayaklanmaları sonucunda, Kuzey Afrika ve Ortadoğu’daki diktatör liderler ve rejimler birer birer düşmektedir. Tunus’la başlayan bu halk hareketinin gelişen dalgaları Ortadoğu’daki statüko ve dikta rejimlerinin en önemli halkası olan Suriye Baas rejimine dayanmıştır.
Bahsedilen bölgelerde yaşanan gelişmeler elbette ki uluslar arası güçlerin iradesinden bağımsız değildir. Başını ABD ile bazı Avrupa ülkelerinin çektiği ve Türkiye’nin de bölgesel bir güç konumunda yer almak istediği “stratejik eksen”, bölgede değişimle birlikte halkın katılımının daha güçlü olduğu yönetimlerin ve demokrasinin yerleşmesini savunurken, Rusya-Çin’nin başını çektiği İran ile Suriye’nin de içinde yer aldığı direnç ekseni ise mevcut statükonun devamından yana bir siyaset izlemektedirler.
[1]