Ji qetlîama Roboskî hîn xwîn diherike
#Zinarê Xamo#
Sibe sêyemîn salvegera qetlîama Roboskî ye
Di 28ê qanûna pêşî ya sala 2011a da balafirên Tirkiyê yên şer li Roboskî 34 zarokên kurd qetil kirin.
Di ser qetlîamê ra 3 sal derbas bûn lê hîn jî ne kesên emrê vê qetlîamê dan û ne jî kesên ev zarok bi balafirên şer bombebaran kirin hatine girtin û dadgehkirin.
Ji ber ku qetlîam him bi emrê birêvebirên dewletê yên herî mezin û him jî bi zanetî hat kirin loma jî ne kesên emir dan û ne jî yên ev emir bicî anîn û 34 zarokên me kuştin eşkere dibin.Ya din ji ber ku zarokên hatine qetilkirin kurd in û yên emir dane û qetilkirin e jî tirk in. Loma jî hukûmet nahêle berpirsiyar û sûcdar eşkere bibin û werin cezakirin.
Ji dêlî vê, hukûmet dixwaze xwîna kurdan bi çend quriş pere bikire û bi vî hawî ser meselê bigre. Lê xwîna kurdan ne ji bo firotinê ye, dê û bavên zarokan û miletê kurd dixwazin berpirsiyarên vê qetlîamê derkevin û cezayê xwe bibînin.
Wer xuya ye heta AKP li ser hukim be û heta ku Erdogan serokê dewletê be ewê nehêlin berpirsiyar û sûcdarên qetlîama Roboskî eşkere bibin û werin dadgehkirin.
Lê miletê kurd jî ewê tu carî dev ji doza girtin û dadgehkirina qatilên zarokên xwe bernedin.
Roboskî ewê tim di dilê me da bijî
Di sêemîn salvegera qetlîama Roboskî da em sûcdar û qatilan rûreş û mahkûm dikin û destê me ewê tim di pêxîla wan da be.
XXX
Bişewitînin !
Bajarê Aleksandria di dema antik da xwediyê kitêbxaneya dinyayê ya herî mezin bû. Dibêjin di sala 642a da gava Hz. Emer Aleksandria îşxal kir çû kitêbxaneya Aleksandria û got ma van kitêbana hemû qala çi dikin?
Gotin, qala fizîkê, kimyayê, astronomiyê, matamatîkê, edebiyatê û gelek tiştên din dikin.
Hz. Emer got:
Tiştên kitêb qal dikin di Quranê da hene ya na?
Dibêjin hinekan gotiye, hene, hinekan gotine tuneye.
Li ser vê Hz. Emer gotiye, heger di quranê da hebin ji xwe ne hewceye meriv wan biparêze û di Quranê da tunebin jî ji xwe ne hêjayî parastinê ne, loma jî bişewitinîn.
Û rûbûne kitêbxane şewitandine.
Çîrok rast e, ne rast e ez nizanim, kesên misilman û dîndar tam wiha difikirin. Li gorî wan ji xwe hertişt di Qurana kerîm da heye, loma jî ne hewceye meriv serê xwe zêde bi îcad mîcadan ra neêşîne.
Heger bawerî û felsefeya misilmanan ne ev bûya nuha ew jî wek ewrûpiyan, wek milet û civatên xirsitiyan bi pêş ketibûn û hewqasî feqîr û paşdamayî nediman.
[1]