Em bi qasî tirkmen û suryaniyan jî nabin
#Zinarê Xamo#
Li Kurdistana başûr li gel kurdî û erebî, tirkmenî, suryanî û ermenkî jî bûn zimanên resmî. Berdevkê Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher ji Rûdawê ra gotiye serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî qanûna zimanên resmî îro îmze kir. Û êdî li Kurdistanê tirkmenî, suryanî û ermenkî jî wekû kurdî û erebî zimanên resmî ne.
Biryarek baş e, dibê kurd jî wek neyarên xwe hebûna xelkê û zimanên wan yassax nekin.
Tirkmenan, suryaniyan û ermenan di vê riyê da tivingek jî neteqandin, şehîdek jî nedan, gundekî wan jî wêran nebû, lê wa ye dîsa jî bûn xwedî maf û statuyeke siyasî, zimanên wan bûn zimanên resmî.
Xwelî li serê me be, piştî 30 sal micadeleyek bêhempa û bi dehhezaran şehîd û malwêraniyeke mezin, serok û siyasetmedarên me hîn jî newêrin rindikî ji dewleta tirk otonomiyê jî bixwazin, hîn nikanin hebûna me bi dewleta tirk bidin qebûl kirin.
Ji dêlî ku ew jî wek xelkê ya otonomiyê, federasyonê û serxwebûnê ji bo gelê xwe bixwazin, dixwazin qûna demokrasiya Tirkiyê rast bikin.
Ev 200 sal in Ewrûpa nikane demokrasiyê bi tirkan bide qebûlkririn, îcar emê bikin. Ev sewdakî vala ye, heta em bindest bin tirk demokrasiyê qebûl nakin. Li Tirkiyê hebûna demokrasiyê qebûlkirina azadiya me û Kurdistanê ye. Tirk viya baş dizanin. Loma jî tirk demokrasî memokrasiyê qebûl nakin, vir e. Têkiliyên bi Yekîtiya Ewrûpayê ra siyaset û xapandine. Bi berendamî û têkiliyên xwe yên aborî dixwazin rê li ber piştgiriya bi kurdan ra bigrin. Dizanin gava ne di nav da bin nikanin tesîrê li Yekîtiya Ewrûpayê bikin.
Emê çi dixwazin dibê em xweşik û vekirî bixwazin. Ji bo ku dinya alem bizanibe em ji dewleta tirk çi dixwazin.
Em nikanin demokrasiyê bi tirkan bidin qebûlkrin û ev ne karê me ye jî. Lê em dikanin mafên xwe ji wan bistînin, azadî û serxwebûna xwebixwazin.
[1]