Nav: Xelîl
Nasnav: Xelîlê Çaçan Mûradov
Navê Bav: Mûradov
Dîroka jidayîkbûnê:
Dîroka koçkirinê:
Cihê jidayîkbûnê: #11-01-1924#
Cihê koçkirinê: #13-11-1981#
$Jîname:$
rojnamevan û nivîskarekî kurd e.
Xelîlê Çaçan berpirsyarê #Radyoya Êrîvanê#, Beşa Kurdî bû. Ji 58 salên jiyana xwe wî 24 salan serokatiya radyoya kurdî kiribû. Bi saya welatparêzî û xerîbdostiya serokê radyoyê, gelek kurdên ji welatên derve û Kurdistanê li redaksyona xeberdanên kurdî diqesidîn û pê radyoyê dipeyivîn. Xelîlê Çaçan merd-merdane stranên kurdî dida kurdên Kurdistanê û bi wê yekê karekî mezin dida şuxulê propagandakirina hunermendiya kurdî ya dengbêjîyê.
Dû mirina Xelîlê Çaçan ra helbestvanê bi nav û deng Çerkezê Reş ji bo bîranîna wî helbesta Zar-zimanê min nagere nivîsî ji bo stranê û sazbend Xelîlê Evdile jî muzîka wê çê kir.
$Zar-zimanê min nagere$
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo...
Hey wayê, hey wayê, hey wayê, lê xweyo...
Wey bavo, wey bavo, wey bavo, wa nabe,
Tu qarî dijmin ra mêrkîmî cî rabe...
Wax cînarno, zarê min nagere-ez vê sibê heydadê,
Dost-pismama, xêrxaza, kinêza daxim, di riya xwedê,
Ezê çawa elamkim-bavê min ji dinê xeyîdî, xeyîdî...
Dil lê mayî-pişta xwe wê da-çû îdî, çû îdî...
Ezê pirskim ji teyra: çerxa me çima çep dizivire,
Qoçfelekê çima ji hev qetandîye destê bav û kure,
Xêra mala xwedê ra, bira cab bela bûya hewatê, hewatê...
Heta mêrê olimê bihesiya cegera şewatê, şewatê...
Çiyakî mîna Girîdax ça hat xwarê,-ewir giryan,
Tilî-pêçiyên ser kaxez-devtera, gidîno, min biryan,
Ezê rabim cabekê bişînim wan kewên gozel ra, gozel ra...
Bira lez bên, beyta dil bixûnin mêraniya enzel ra, enzel ra...
Recadarim qulingno, hûn zanin riya geliyê Lalişê,
Kaniya Sipî peya bin, çilke av ca bînine vê hewşê,
Rêva çaxê ber perê esmana hûn sekin kurmancî, kurmancî...
Ax, bawerkin, wekî hê ew Xelîle ser kaniyê duaçî, duaçî...
$Berhemên çapkirî$
Heta niha ev pirtûkên Xelîlê Çaçan çap bûne:
Klamên Cimaeta Kurdan, 1963
Du Poêm (Destanên Zambîlfiroş û Memê û Eyşê), 1965
Qisên Cimaetê (Nimûneyên Zargotinê), 1969
Moriyê Nenê (Kurteçîrok), 1976
Benê Min Qetiya, Weşanxaneya Doz, 2007
Cewahirên Kurdî, (Folklor) Weşanxaneya Lisê, 2010
[1]