Lîstok di nav kultura Kobaniyan de
Evîn Teyfûr
Mijara herî zêde ku di nava Zarok û wêjeya wan de behsa wê tê kirin #Lîstokên Zarokan# ne. Her çendî xwendina çîrokan ji bo zarokan yek ji xalên bingehînin ji bo pêşketina hizir, rêbaz û ezmûnên wan ên jiyanî di siberojan de girîng e, lê lîstok yek ji tevgerên pêşîn in ku Zarok jiyana xwe pê dest pê dike û her heta dawiya temenê zaroketiya xwe û ta pişî mezin dibe jî lîstok her dilê wan şad dike û asta wan hem ya bedenî û hem jî ya hizrî pêş dixe. Li hemû aliyên cîhanê jî lîstok dilê zarokan şad dike, bala wan dikşîne û hez dikin ku hemû dema xwe pê derbas bikin.
Lîstik, karekî ku mirov û bi taybet zarok ji bo ku xwe kêfxweş û dilşad bikin, dilîzin. Lîstik karekî azad e. Mirov bi îradeya xwe wî karî dike û dawiyê lê tîne. Lîskandina zarokan bi tiştan an bi kesan re dihêle ku hişmedî, xeyal û ramanên wan pêş bikevin. Ji bilî lîstokên zarokan a li kolanê, gelek lîstokên din hene ku zarok bi dê û bav an bi tena xwe dilîze hene. Ango dê û bav bi mebesta pêşxistina hişmendiya zarokên xwe wan lîstokan ji zarokên xwe re tînin û wan didin lîskandin. Mîna lîstokên; kertên belavbûyî, kapik û lîstokên lihevanîna tiştan û hwd. Li ser vê yekê “Muhemed Merwan” girîngiya Lîstokê bo zarokan wiha tîne ziman: Zêdekirina hişmendiya kesayetî û xwe bawerî. Rewşa tendrûstiya laşî û derûnî baş dike. jêhatiyên nû li gel wan diafirîne û bi pêş dixe. (MERWAN Muhemed (2018), Girîngiya Lîstokan bo Zarokan) Lîstok derfeteke wiha dide zarokan ku bi riya wê gerdûn, civak, ajal, mirov û zarokên li dora xwe binase.
Zarok ji gavên pêşîn ên jiyana xwe ku êdî dikare dest bi tevgeran bike, hez dike bilîze. Destpêkê bi tevgerên normal û bi lîstokên hêsan ku dê û bav ji bo wan tînin, pê dilîzin û her pê şad dibin û asta wan ya bedenî û hizrî pêş dikeve. Paşê piştî ku Zarok êdî bi ser lingan dikeve, her tiştê ku li pêşiya xwe dibîne û destên xwe davêjê, pê dilîze û jê hez dike. Hez dike ku bi her tişta ku li malê dibîne bilîze û herî zêde dike ku bi hemû firaxan û tiştên kehrebê bilîze. Zarok ta temenekî bi firaxên mala dilîze, wan di hev de lê dixe ta ku wan hemuyan ji hev du nas bike û dengê wan ji hev du derbixe.
Yanî bi gelemperî em dikarin wiha bibêjin ku mirov destpêka jiyana xwe bi lîstokan destpê dike û her ezmûn û hizrên xwe yê jiyanî bi wan nas dike. Ji xwe civakan li gorî kultur, hewardor û derfetên xwe yê jiyanî lîstok ji bo xwe û zarokên xwe afrandine û demên xwe pê dilxweş kirine. Piştî pêşketina teknelojiyayê jî gelek lîstokên cuda cuda hatin afrandin û hin ji wan ji bo Zarok û mezinan bi sûd in û hin jî mîna nexweşiyeke bedenîne û gelek bandorên xirap li ser bikarhênerên xwe bicih dihêlin. Lê li vir bêhtir em ê behsa lîstokên kultura Civaka kurd û bi taybet a herêma Kobanî bikin ku her temenekê li gorî xwe hin lîstokên taybet ji bo xwe afrandine û pê dilîstin û hem dem û hem jî jiyana xwe pê şad dikirin.
Ji xwe di nava civata kurd de, ta demekê teknolojiya li paş mabû, lê rêbazên jiyanî û hişmendiya kurdan her li pêş bû û wan jî wekî gelên din ên cîhanê li gorî derfet, atmosfêr û alavên di destên xwe de hin lîstok afirandine. Di vê kurte nivîsê de em ê bi taybet behsa lîstokên civata kurd a li gorî kultura Kobanîyê bikin, navên wan bidin naskirin û wan li gorî taybetmendiyên wan bidin şirovekirin.
Li Kobanî navên lîstokên ku ji berê ve û ta niha pê tê lîstin ev in:
Hêkilê
Hîvlotik
Kêlequç
Senem û teslîm
Tepê
Hah Merah (حاح مراح)
Çavqurşonekê
Hêlehut
Damê
Delo
Meqel
Şixtok
Bilik
Baburtan
Gulover
Malko
Metat
Kun
Werîs
Kule
Sîsîsê mîmîmê
Fulê
Şitî û diz
Şingîrê
Dikilon
Mamik (Mal)
Pel
Yeklo dilo
Dirêjeya vê nivîsê di beşên din de wê berdewam be…[1]