Nav û Paşnav: Meryem onur
Nasnav: Eylem Stêrk
Cihê Jidayikbûnê: #Şirnex#
Navê Dayik- Bav: Kadriye- Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: #31-07-2024# / Botan
EYLEM STÊRK
Çanda koçeriyê ku ji bo çanda Kurd a bi hezaran salî bi awayekî herî sade û xwezayî bigihije roja me rolekî girîng lîstiye, îro jî nûnertiya Kurdîtiya azad dike ku li dijî êrîşên qirkirinê li ber xwe dide.
Ji ber vê herî zêde koçer xwedî li têkoşîna azadiyê derketine ku li dijî dewleta Tirk a dagirker bi pêşengiya Rêber Apo û partiya me PKK’ê tê meşandin. Partiya me weke temînata paşeroja xwe ya azad dîtin û bi tevlîkirina zarokên xwe yên herî hêja ji bo refên gerîla dilsoziya xwe di pratîkê de jî nîşan dan.
Hevrêya me Eylem li Hezexê di nav malbateke koçer a ji eşîra Didêrî ji dayik bû. Hevrêya me bi çanda koçerî ya bi kokdar mezin bû û hem ji temenekî biçûk ve bi kesayeta xwe ya sade derket pêş. Hevrêya me Eylem ku ji ber şert û mercên jiyanê tenê demeke çû dibistanê û pergala dewleta Tirk li wir nas kir, di demeke kin de fêm kir ku ev dibistan tenê bi armanca qirkirinê ne û dev jê berda. Hevrêya me Eylem ku partiya me PKK û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di temenekî biçûk de bi rêya gerîlayên ku hatin gund û zozanên wan nas kir, ji hevrêtiya gerîlayan pir bandor bû. Bi nîqaşên ku bi gerîlayan re kir, agahiyên destpêkê ên li ser jiyana gerîla girt. Di demên ciwaniyê de dest bi lêpirsîna jiyanê kir û li bersiva nakokiyên xwe geriya. Hevrêya me ku bi taybet nakokiya jin û mêr ji kûr ve jiya, keda mezin û bêhempa da û lêpirsîn kir ku çima jin ku jiyanê afirandine, di civakê de her tim di asta duyemîn de dimînin. Pê hesiya ku tevî dizane ev yek şaş e jî, hêza wê ya pêwîst ku bikaribe vê rewşê biguherîne nîne. Hevrêya me dîsa pê hesiya ku jinên ciwan ji temenê biçûk ve ji bo mêrekî tên amadekirin û di wê baweriyê de bû ku divê bi vê qederê razî nebe ku ji derveyî vîna wê hatiye afirandin. Hevrêya me gihişt wê baweriyê ku weke jin tenê dikare bi tevlîbûna refên gerîla ji vê zordariyê rizgar bibe û lêhûrbûnên xwe di vê mijarê de kûr kir. Hevrêya me Eylem ku bi taybet piştî nîqaşên bi gerîlayan re kir, ji pêşengtiya wan a di şer û jiyanê de bandor bû, biryara xwe ya herî girîng a jiyanê da û di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku jê ne biyanî bû.
Hevrêya me Eylem li çiyayên Botanê agahiyên ewil ên li ser gerîlatiyê girt, piştre ji bo perwerdeyeke berfireh bibîne derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdeyên ku li vir dît di demeke kin de fêrî jiyana gerîla bû û bû xwedî tevlîbûneke çalak. Ji ber ku ji jiyana çiya ne xerîb bû, di her mijarê de alîkariya ji bo hevrêyên xwe weke erka hevrêtiyê dît. Hevrêya me Eylem xwe di aliyê îdeolojî û leşkerî de bi pêş xist û bi tevlîbûna xwe ya daxwazker, moral û coş bû gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê. Parastin û pêşxistina jiyana gerîla ku bi berdêlên mezin hat avakirin, weke berpirsyariya xwe ya herî bingehîn dît û ji bo vê ked da. Di heman demê de hevrêya me Eylem bi zanebûna ku ew şervana azadiyê ye ku gelê me hêviyê jê dike, xwest bibe bersiva êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me.
Hevrêya me li ser vê bingehê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me cihgirtina di çeperên berxwedanê de weke deyn dît û ji sala 2015’an ve di nava berxwedana ku li gelek qadan pêş ket de cih girt. Bi taybet sepandinên dermirovî yên li dijî jinan, ji bo hevrêya me Eylem bû sedema hêrseke mezin. Di her kêliya xwe de xwest tola êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û bi taybetî li ser jinan bigire. Hevrêya me derfet dît ku lêhûrbûnên xwe bi hêrseke mezin ve bixe pratîkê, bi taybetî di şer de bi tevlîbûna xwe ya wêrek û înîsiyatîf ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Hevrêya me Eylem piştî ku tecrûbeyeke girîng a şer bi dest xist, xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe ku weke qada têkoşîn û lêhûrbûnê ya esas dît û pêşniyarên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir.
Hevrêya me ku xwest beriya wê xwe di taktîkên gerîlatiya serdema nû û Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de bi pêş bixe, tevlî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû. Bi lêhûrbûnên xwe yên di perwerdeyê de pratîka xwe ya berê bi awayekî berfireh nirxand û ezmûnên girîng jê wergirt. Di heman demê de di perspektîfa serdemê de serwext bû û bi awayekî şênber hîn bû ku erk û berpirsyariyên wê çi ne. Hevrêya me Eylem ku li ser vê bingehê bi xurtî beşdarî perwerdeyê bû, bi taybetî li ser xeta azadiya jinê lêhûrbûnên kûr kir. Hevrêya me gihişt wê zanebûnê ku ji bo bibe hevrêyeke baş a Rêber Apo divê xwe di xeta azadiyê de tam biêşîne, di vê wateyê de bi awayekî wêrek li dijî kêmasiyên di kesayeta xwe de têkoşiya. Di heman demê de bi zanebûna ku divê weke gerîlayeke YJA Starê bibe xwedî tevlîbûneke li gorî mîsyona pêşengtiyê, ji bo qadên têkoşînê yên herî zor xwe di taktîkên gerîlatiya serdema bû de bi pêş xist. Ji bo zanînên xwe yên şerê serdema nû bixe pratîkê, bi tecrûbeyên xwe yên heyî re kir yek û gihişt asteke girîng a lêhûrbûnê.
Hevrêya me Eylem ku weke mitîtaneke jin a Apoyî xwest li dijî dewleta Tirk a qirker bersiva pêwîst bide ku êrîşên xwe yên li ser gelê me ji her demê zêdetir sîstematîk û domdar dimeşîne û bi baweriya ku ew ê vê yekê li Bakurê Kurdistanê bi awayekî herî bandor pêk bîne, pêşniyarên xwe dubare kir. Hevrêya me ku di vê wateyê de bawerî da hevrêyên xwe, di dawiyê de xeyala xwe ya têkoşînkirina li Bakurê Kurdistanê pêk anî. Hevrêya me Eylem ku derfet dît demeke dirêj li gelek qadên Bakurê Kurdistanê têbikoşe, bi tevlîbûna xwe ya çalak û encamgir a di vê pêvajoyê de ji bo hevrêyên xwe bû xwedî pratîkeke mînak. Di şert û mercên herî zehmet de bi vîna Apoyî ya têkneçûyî têkoşiya û ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me Eylem bi kesayeta xwe ya xwezayî û sade hem hevrêyên xwe hem jî gelê me ji kûr ve bandor kir û bi sekna xwe ya milîtanî ji bo mezintirkirina têkoşînê ked da. Hevrêya me ku xwedî kesayetek mutewazî ye, rexnedayîna kêmasiyên xwe yên di xebatên pratîkî de bi awayekî jidil da û ji bo erkên serdemê bi awayekî serketî bi cih bîne her tim kete nava lêgerînan. Ji bo pêwîstiyên dilsoziya xwe ya li hemberî Rêber Apo, şehîdên azadiyê û gelê me bi cih bîne, her tim lêpirsîneke kûr ji xwe kir û kete lêgerîna têkoşîneke zêdetir. Hevrêya me Eylem ku di vê wateyê de bû yek ji mînakên herî sade ên milîtaniya Apoyî, di têkoşîna xwe ya azadiyê de gelek serkeftinan bi dest xist ku îdia û biryardariyeke mezin dest pê kir û erka xwe ya milîtaniyê bi awayekî bê kêmasî bi cih anî. Em hevrêyên wê soza xwe dubare dikin ku erkên şoreşgerî ku hevrêya me Eylem dewrî me kir, bi hişmendiya ku di şexsê wî de layiqî hemû şehîdên xwe bin, bi cih bînin.
[1]