Nav û paşnav: Ramazan Aktaş
Nasnav: Memed Cûdî
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Hamdiye – Alaattîn
Dem û cihê şehadetê: #25-10-2024# / Mêrdîn
Di pêşengtiya Rêber Apo û partiya me PKK'ê de ji bo çarenûsa gelê me yê bêyom mudaxe çêbû. Piştî wê bi pêşketina têkoşîna azadiyê û tevlîbûna ewladên herî bi nirx, asteke xurt hate bi dest xistin. Piştî ku hêza gerîla li dijî dewleta Tirk a mêtinger hat îsbatkirin û gel ji heft heta heftê rabûn ser piyan û tevlî serhildanan bûn, di dîroka azadiya Kurdistanê de rûpelek nû vebû. Ruhê azadiyê yê bi berdlên mezin hat afirandin, belavî her derî bû û kir ku gelê me li her devera lê ye tevlî nava refên berxwedanê bibe. Bêguman Mêrdîn yek ji wan herêman e ku pêşî têkoşîna me nas kir û ewladên xwe yên herî bi nirx feda kir. Milîtanên Apoyî li dijî îstîsmarkirina hestên welatparêziyê ya gelê me ji aliyê netewperestan, fedekariyên mezin kirin û ji bo azadiya gelê me xwe fedayê têkoşînê kirin. Gelê me yê Mêrdînê yê ku di Tevgera Apoyî de samîmîbûn û cidiyeta ku wê azadiya gelê me misoger bike dît, ewladên xwe yên herî bi qîmet bêyî ku dudilî bijî tevlî nava têkoşîna azadiyê kirin. Gelê me yê Mêrdînê ku ji rojên ewil ên têkoşîna me heta roja îro ev sekna bi rûmet parastiye, bi vê taybetmendiyê re bûye sembola welatparêziya li Kurdistanê.
Hevrêyê me Memed li navçeya Dêrîk a Mêrdînê ku rastiyeke bi vî rengî ya gel lê tê jiyîn, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku hem malbata wî hem jî derdora wî çand û kevneşopiyên Kurdan diparastin, hevrêyê me Memed li ser koka xwe mezin bû. Ji ber ku kevneşopiya malbatê ya berxwedanê li dijî dagirkerî û dewleta Tirk a qirker heye, ji salên destpêkê yên Partiya me dest bi tevlîbûna têkoşînê kirin. Hevrêyê me Cemîl-Kerîm Baytar yekemîn endamê malbatê bû ku tevlî nava partiya me PKK'ê bûbû. Şehadeta hevrêyê me Cemîl a di sala 1986'an de li gundê Sipîvyan ê Gabarê bandorek mezin di nava malbatê de çêkir û bû wesîle girêdaneke xurt bi têkoşîna azadiyê re çêbibe. Hevrê Memed ku bi bîranîna binirx a hevrêyê me şehîd Cemîl mezin bû, ji temenekî biçûk ve li hemberî gerîlayan sempatiyeke mezin destpê kir. Hevrêyê me Memed ku pêşî bi komeke hevrêyên xwe re li Mêrdînê di nav xebatên ciwanan de cih girt, di vê pêvajoyê de xwedî derfet bû ku têkoşîna me baştir nas bike.
Hevrê Memed di sala 2005'an de li Zanîngeha Yildiz Teknîk a Stenbolê dest bi xwendina mîmariyê kir û ji hingî ve derfet dît ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Bi taybetî piştî xwendina pirtûka Rêber Apo ya bi navê Divê mirov çawa bijî, divê çawa bijî ango nejî di dil û mejiyê xwe de zelal kir. Piştî xwendina van analîzên Rêber Apo ku hişmendî, dil û asoya mirovan vedike, êdî biryara bi rengekî teqez têbikoşe girt. Di heman demê de weke ciwanekî ronak, zana û lêgerîner parêznameyên Rêbertiya me bi eleqeyek mezin û meraq xwend. Piştî xwendina parêznameyan, hevrêyê me ku eleqe û dilsoziya wî ya bi têkoşînê re xurttir bû, biryar da ku tiştên ji parêznameyên Rêbertî hîn bûye bixe pratîkê. Ji aliyekî ve hevrêyê me Memed li zanîngehê perwerdeya xwe dewam kir, li aliyê din jî dest bi xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz kir. Hevrêyê me di pêvajoyeke ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li dijî gelê me dijwar bû de, di nav xebatên ciwanan de cihê xwe girt û gihişt wê biryardariyê ku li dijî êrîşên dijmin hê aktîftir têbikoşe. Tevî hevrêyê me Şehîd Kûrtay-Memed Kiran ku hevrêyê wî yê zaroktiyê bû zanîngeh dixwendin û di asta profesyoneliyê de tevlî karê ciwanan bûn. Hevrê Memed li gelek herêm û bajaran têkoşîneke çalak meşand. Hevrêyê me ku li gelek bajaran bi taybetî li Stenbolê xebitî, bû şopdarê Şehîd Ozgur Ronî-Derwîş Koşkeler ku di nava ciwanan de ruhê Apoyî, dînamîzm û xeta berxwedanê pêş xistî.
Hevrêyê me Memed ku her tim di mejiyê xwe de bersiv ji pirsa Çawa bijî re dida, ji dil bawer kir ku bersiva herî watedar û rasteqîn ew bû ku 'bi rengekî azad bijî'. Hevrêyê me Memed, ew jiyana sexte ya di nava sînorên modernîteya kapîtalîst, dewlet û civaka kevneşop de ku wî dixapand, red kir. Malbata wî xwedî derfetên madî bûn û ger xwestiba dikarîbû li zanîngehên herî baş bixwenda û jiyana xwe ya kesayetî ava bikira, lê ev yek ji bo wî bi temamî bêqîmet bû. Hevrêyê me Memed xwedî van hemû derfetan bû, lê dilê wî bi eşqa azadiyê ya gel û welatê xwe lêdida û weke şoreşgerekî jiyana şoreşgerî ya tevgera Apoyî ku di aliyê wate û manewiyetê de dagirtiye, hilbijart. Ji bo vê jî hemû zehmetî û fedekariyên pêwîst dike girt berçavan û timî dilê wî ji bo gerîlayên ku li çiya bi lehengî şer dikirin re lêdide. Ne tenê ji bo xwe, di heman demê de ji bo bi dehan ciwanên Kurd tevlî nava refên têkoşînê bibin kedeke mezin da. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar û bi helwesta xwe ya li dijî dijmin, hem di nava jiyanê de hem jî di nava têkoşînê de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Di sala 2009'an de dema ku dijmin êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê me zêde kir, hevrêyê me Memed mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet tevî hevrêyê me Kûrtay-Memed Kiran biryar da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê dewam bike. Hevrêyê me Memed li ser vê bingehê Zanîngeha Yildiz Teknîkê ya beşa mîmariyê ku bi hezaran kes hewl didin bixwînin terk kir, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên PKK’ê bû.
Hevrêyê me Memed ê ku li çiyayên Kurdistanê di nava Komalên Ciwan de xebatên xwe bi rê ve dibe, piştî ku demekê li vir perwerdeyê dibîne, dubare berê xwe dide Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê û xebatên ciwanan didomîne. Hevrêyê me Memed ê ku heya sala 2011’an li Bakur û metropolên Tirkiyeyê xebitî, ji bo ciwan têkoşîna azadiyê nas bikin gelekî ked da. Di rêxistinbûn û zanedarkirina ciwanên Kurd de roleke mezin lîst. Li gel hemû ciwanên ku li refên gerîlayan zêdekirî, perçeyeke ji dilê xwe jî dişîne çiyayên Kurdistanê û di hemû kêliyên jiyana xwede çiya û hevrêtiya li wir hîs kir. Hevrêyê me Memed ê ku ji ber vê yekê dikarî li hemû qadan bibe milîtanekî pêşeng û nûnertiya ruhê ciwantiyê yê PKK’ê bike, bandor li hemû hevrêyên xwe dike. Hevrêyê me yê ku bi pratîka xwe bala dijmin dikşîne, di sala 2011’an de ji aliyê dijmin ve dîl tê girtin. Hevrêyê me yê ku heya sala 2014’an di girtîgehê de dimîne, têkoşîna xwe li vir jî bi awayekî bênavber didomîne. Hevrêyê me Memed di ferqa kevneşopiya berxwedana zindanê ya partiya me PKK’ê de bû. Hîna ji roja destpêkê armanca dijmin a ji bo ku milîtanên Apoyî li zindanê biçewisîne û ji têkoşînê qut bike, pûç kir û berxwedan esas girt. Têkildarî kevneşopiya me ya berxwedanê ya pir xurt û bikok xwe hîn zêdetir perwerde kir û hem xeteke têkoşînê ya layiqî Berxwedêriya 14’ê Tîrmehê, Çaran û Mazlûm Dogan esas girt, hem jî lêpirsînên kûr kir û bingehê tevlîbûneke hîn aktîftir çêkir. Xwe ji her alî ve perwerde kir û amade kir.
[1]