Nav û paşnav: Mîrhac Karakuş
Nasnav: Andok Tendurek
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Gulçîn- Kemal
Dem û cihê şehadetê: #28-10-2018# / Kato
ANDOK TENDUREK
Hevrê Andok ê ku ewladekî agît a gelê me yê Serhedê bû, li navçeya Çildêranê Wanê di malbatekî welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî çanda xwe bi awayek herî sade jiyan dikir, hevrê Andok jî girêdayî cewhera xwe mezin bû. Wek her zarokê Kurd a ku li Kurdistanê jiyan dike, di temenekê biçûk de rastiya dijmin nas kir. Hevreyê me hîn roja destpêkê di zanabûna zext, êşkence û komkujiya ku dewleta Tirk li hemberî gelê me pêk dianî de bû û tu carî xwe bi pergala dewleta Tirk ve girêdayî hîs nekir. Berovajî li hemberî pergala metînger hîn di temenê biçûk de bi hêrs bû. Her ku mezin bû ket ferqa pêwîstiya mezinkirina hêrsa xwe û li hemberî dijmin kirina hinceta têkoşînê. Bi taybetî ji 2010’an şun ve piştî ku gerîla bi stratejiya gelê şoreşgerî derbên giran li dijmin xistin, pê bandor bû û li hemberî gerîla sempati hîs kir. Hevreyê me yê ku ji her derbê gerîla li dijmin dida moral girt, berê lêgerînên xwe jî diyar kir. Hevreyê me wek ciwanekî Kurd a di ferqa siyaseta qirkirinê ya dijmin de tu carî li dewleta Tirk bawer nekir û her tim xwe di şertên herî zehmet de têkoşînê re amade kir. Piştî ku dewleta Tirk a qirker ji gerîlayan derbên giran xwar û hat asta têkçûnê bi riya çeteyên ku birêxistin kiribû êrîşî gelê me kir, ev yek ji bo hevrê Andok bû noktaya herî dawî. Taybetî êrîşên ku 2015’an destpêkir, şehadetên ku hatin jiyandin û şerkirina gerîla ya fedaîne ya li hemberî dijmin bandor bû. Wek ciwanekî Kurd a birûmet fikirî ku xwe bigihînê çiyayan û di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên mekanê azadiyê ne.
Hevrê Andok ê ku li Faraşînê tevlî refên gerîla bûyî, perwerdeya xwe ya destpêkê jî ji hevalên vir girt. Hevreyê me yê ku dixwest avantajên ji Bakur tevlîbûna gerîla herî baş binirxîne, ji bo vê hevalên xwe baş guhdar kir. Hevreyê me yê ku armanc dikir ku bibe mîlîtanek Apoyî ji tecrubeyên hevalên xwe yê dehan salan sûd wergirt û ji ber eleqeya xwe ya perwerdeyan zû gihîşt vê armanca xwe. Hin ji roja tevlî gerîla bûyî bi duristbûna xwe, kesayeta xwe ya paqij ku qirejiya pergalê negirtî û dilê xwe yê paqij re hezkirin û rêza hemû hevalên xwe qezenc kir. Hevrêyê me ya ku kesayeta xwe ya durist û samîmî bi çand û exlaqa Apoyî xwedî kirî, bû mîlîtanekî Apoyî. Hevreyê me yê ku di heman demê de bi kedkarî û fedakariya xwe ve derdiket pêş, bi tevlîbûna xwe ya bêsekin re xwest tevlî hemû xebatan bibe. Hevrê Andok ê ku di pêvajoyê êrîşên dijmin asta herî jor de bû tevlî gerîla bû û baweriya xwe ya serkeftinê anî ziman, di vê wateyê de xwe ji her alî ve xwe gihand û xwest bibe bersiva pêvajoyê. Ji bo vê her çiqas di asta akademîk de derfeta perwerde girtinê nebe jî, ji zanîn û danahevê hevalên xwe sûd wergirt û gelek tektîkên gerîla fêr bû. Hevrê Andok ê ku dixwest wek gerîlayekî azadiyê ya Apoyî li hemberî êrîşên dijmin tevlî çalakiyan bibe di vê de pir israr kir. Hevreyê me yê ku dixwest hêrsa xwe di çalakiyan de nîşan bide û li gelê me berpirsyartiyên xwe bi cih bîne, bi vê sekna xwe ji hemû hevalên xwe re bû mînak.[1]