Nav paşnav: Mehdî Ûysal
Nasnav: Zagros Cûdî
Cihê jidayikbûnê: #Şirnex#
Dayik-Bav: Fatma-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: #24-09-2024# / #Wan#
Hevrêyê me Zagros li nava malbateke welatparêz a li Şirnexê ji dayik bû ku yek ji navendên berxwedanê yên girîng ên Botanê ye. Ji ber xwedîderketina malbata wî li ruhê berxwedanê û çanda Botanê, hevrêyê me Zagros jî bi rengekî dilsozê cewhera xwe mezin bû. Ji ber ku li qadeke weke Botanê ya ji têkoşîna azadiyê û herêma serhildanê jiya, hîn di temenê xwe yê biçûk de partiya me PKK nas kir. Ji ber ku ji xizmên xwe yên nêz û derdora xwe gelek tevlîbûn li nava refên gerîla bû, bi sempartiyeke mezin nêzî gerîla bû. Hevrêyê me şahidî ji polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk ên li ser ciwantiya Botanê re kir û di demeke kurt de fêhm kir ku dijmin bi rêya van polîtîkayan dixwaze ciwanên Kurd ji têkoşîna azadiyê dûr bixîne. Ji ber vê yekê jî li hemberî dijmin bi hêrs bû û baweriya xwe bi wê yekê anî ku berevajî ya ku dijmin dike rast e, lewma tevlî nava têkoşînê bû. Li ser vê bingehê beşdarî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Ji aliyekî ve hewl dida wezîfeyên xwe yên welatparêziyê pêk bîne, li aliyê din jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî. Bi saya jêhatîbûn û kesayetiya xwe ya durust, li derdora xwe hate hezkirin. Hem bi terbiyeya ji malbata xw ewergirtî, hem bi çand û exlaqê Apoyî yê ku di nava karên ciwanan de wergirtî li nava hevalên xwe bû yekî mînak. Di vê demê de ked nas kir û bêedaletiya li nava sîstemê li nakokiya wî ya nasnameyê zêde bû. Hevrêyê me Zagros ku hem weke Kurdekî hem jî weke karkerekî du caran dihate eciqandin, ev rewş ti carî qebûl nekir. Ji ber vê yekê jî lêgerînên xwe kûr kir û piştî ku felsefeya jiyana azad a Rêberê me nas kir, nêrînên wî yên têkildarî jiyanê zelal bû, biryar da ku ti carî hînî jiyana sîstemê nebe. Ji ber vê jî di nava karên ciwanan de hîn bi çalak cih girt û li herêma ku kar kir pêşengî ji ciwanan re kir. Lewma bala dijmin kişand ser xwe û gelek caran ji aliyê dijmin ve dîl hate girtin. Li hemberî êrîşên dijmin ji sekna xwe ya welatparêz û şoreşger tawîz neda, her êrîşeke dijmin ji xwe re kir hinceta mezinkirina têkoşînê. Sala 2011'an pismamê wî hevrêyê me Rênas - Gurgîn Ûysal li Wanê şehîd bû û vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Zagros kir. Gihîşt wê baweriyê ku divê teqez çeka Şehîd Rênas rake. Piştî ku dijmin bi sala 2015'an re 'Plana Têkbirinê' li hemberî gelê me û tevgera me xiste meriyetê û bi komkujiyan hewl da gelê me biteqisîne, hevrêyê me Zagros gihîşt wê biryarê ku têkoşînê mezin bike û berê xwe da çiyayên azad, tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Zagros li herêma Bestayê tevlî nava perwerdeya şervanên nû bû; ji jiyana komunal û azad a gerîla bi bandor bû. Bi taybetî qîmeta mezin a têkiliyên hevrêtiyê yên li nava gerîla bala wî kişand û ji bo bibe hevrêyê hevrêyên xwe bi fedakarî tevlî bû û gihîşt wê baweriyê ku divê di felsefeya Apoyî de xwe hîn kûr bike. Hevrêyê me têkoşîna xwe li ser vê esasê vaa kir, bi van hewldanên xwe di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Dema ku tevlî nava refên gerîla bû, pê hesiya ku dijmin dikare li hemberî gelê me dest bi êrîşeke topyekûn bike û hewl da ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe. Li ser vê bingehê bi eleqeyeke hîn mezin nêzî perwerdeyên leşkerî bû, weke gerîlayekî azadiyê yê şareza xwest di parastina gelê me de xwedî rol be. Hevrêyê me Zagros ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, bi biryardarî û îdîayeke mezin berê xwe da qadên pratîkê.
Di demekê de ku êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê giran bûn, hevrêyê me Zagros xwest li gel gelê me li dijî çeteyan şer bike û di encama israreke emzin de tevlî eniya berxwedanê ya li dijî çeteyan bû. Hevrêyê me ku di şer de bi wêrekiya xwe li pêş bû, bi taybetî li ser taktîkên şer ên li bajêr û girîngiya xweprastinê xwe kûr kir, bû xwedî tecrûbeyên mezin.
Piştî ku dewleta Tirk li ser bajarên ku Xwerêveberî lê hate ragihandin dest bi êrîşeke berfireh kir, hevreyê me berê xwe da Şirnexê ku lê ji dayik bû û mezin bû, tecrûbeya li ser şerê bajaran li vir xist pratîkê. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi leşker, polîs û çeteyên paramîlîter ên kirêkirî yên li dijî gelê Şirnexê û ciwanên li qada xweparastinê, hevrêyê me Zagros bi îradeyeke xurt şer kir û rûmeta gelê me parast. Li gel derfetên kêm ji bo mezinkirina berxwedanê gelekî hewl da. Di êrîşeke dijmin a bi tankan re hevrêyê me ji çav û guhê xwe birîndar bû, li gel vê yekê jî sekneke bi îrade nîşan da. Hevrêyê me Zagros şensê wê yekê dît ku di bin fermandariya fermandarên leheng Şehîd Şiyar Efrîn, Zeryan Denîz Amed, Arjîn Andok û Salar Ecem de bi gelek hevrêyên hêja di heman çeperê de têkoşiya, bi saya hêza manewî ya ji van hevrêyan wergirtî her roj hewl da têkoşîna xwe hîn mezin bike. Tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin û bi tevkariya xwe ya taktîkî û wêrekî di bidestxistina serketinên mezin de kedeke mezin da. Di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê de hevrêyê me ji têkoşîna fedakarî ya gelê me û biryardariya li ser berxwedanê bi bandor bû û ji bo hêjayî gelê me bibe gihîşt wê baweriyê ku divê têkoşîna xwe hîn bi bandor û di asta profesyonel de bimeşîne.
Hevrêyê me Zagros ket ferqa ku ancax bi vî rengî dikare layiqî hevrêyên xwe yên bi wan re têkoşîn meşandiye û gihîştine şehadetê bibe, li ser vê esasê berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Tecrûbeyên taktîkî, ku hem di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û hem jî li dijî dewleta Tirk a dagirker de bi dest xistiye, li her qada ku lê bû bi hevrêyên xwe re parve kir û bi vê yekê re berhevbûneke girîng a tecrûbeyê derxist holê. Hevrêyê me Zagros mîna ku soz daye gelê me û hevrêyê xwe ji bo di felsefeya Apoyî de kûr bibe kedek mezin daye û bi perwerdehiya pisporiyê re ya ku standî di taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe gihandiye astek xurt. Hevrêyê me yê ku berê wî her tim ber bi Bakurê Kurdistanê ve bû, ji bo tola êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li Cizîr, Sûr, Gever û Şirnexê hilîne, careke din pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêyê me hem ji ber asta di aliyê rêxistinî û leşkerî bi dest xistiye û hem jî ber îdîaya bi jiyanî kirina paradigmaya jiyana azad a Rêber Apo, careke din berê xwe da Botanê.
Hevrêyê me Zagros ku hema hema li hemû qadên Qada Botanê têkoşiya, li dijî dijmin tevlî gelek çalakiyan bû. Di heman demê de ji bo ku gelê me li dijî şerê taybet ên dijmin li ser hîmê xweparastinê bi rêxistin bike, hewldaneke mezin raber kiriye. Hevrêyê me Zagros ê ku bi kesayeta xwe ya fedekar û dilnizim di dilê gelê me û hemû hevrêyên pê re têkoşiya de girt, hewl da tecrûbeya xwe ya leşkerî ya berfireh bigihîne qadên din ên Kurdistanê. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da herêma Wanê û li vê derê tevlîbûneke aktîf pêk anî û ji bo serketinên girîng bi dest bixe kedeke mezin da. Hevrêyê me Zagros ê ku bi sekna xwe ya li jiyanê û bi hostatiya xwe re hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin xist pratîkê ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û li ser vê esasê ev sekn di pevçûnên ku di dema operasyona dijmin a #24-09-2024#an de qewimî de gihşt lûtkeyê. Hevrêyê me Zagros ku heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî li dijî dijmin şer kir û gihîşt şehadetê, careke din xurtbûna milîtanên ku bi ruhê fedayî yê Apoyî mezin dibe, nîşanî dijmin da. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê jiyan, kesayet û têkoşîna fedaî ya hevrêyê xwe Zagros weke rênîşanderekî esas bigirin û bîranîna wî li Kurdistana azad zindî bihêlin.[1]