Nav û Paşnav: Evîn Ateş
Nasnav: Besta Agir
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik – Bav: Nuriye – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: #08-08-2024# / Zap
BESTA AGIR
Hevrêya me Besta li navçeya Misirc a Sêrtê di nava malbateke ji eşîra Alikî hate dinê. Hevrêya me girêdayî nirxên xwe yên Kurdîtiyê û li ciheke ku welatparêziya kûr lê tê jiyankirin, mezin dibe. Bû kesek ku kevneşopiyên xwe dizane û li gorî cewherê xwe mezin bû. Ji ber ku birayê wê di nava refên gerîla de bû û ji derdora wê tevlîbûn û şehadet hebûn, di temenekî zû de partiya me PKK nas kir. Hevrêya me Besta di nava malbateke koçer a ku rastiya dijmin dîtî de mezin bûye, her tim hewl da cewherê Kurdîtiyê ya di kesayeta xwe de biparêze. Weke ferdek malbateke ku zilma dewleta Tirk a qirker a li Kurdistanê jiyan kirî, li dijî sîstemê bû xwedî hêrs. Hevrêya me li dibistanên sîstemê heta amadeyî çû û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê, weke jineke Kurd a hestiyar ji bo axaftina bi zimanê xwe yê dayikê israr kir. Fêm kir ku ti jiyanek nîne ku dewleta Tirk bide wê û hebûna dewleta Tirk li ser esasê tunekirina gelê cuda hatiye avakirin. Fêm kir ku sîstema kapîtalîst jinê tune dihesibîne û meta dike. Bû heyranê gerîlayên jin ên di nava refên têkoşîna azadiyê de cih digirin. Hevrêya me ji şerê gerîlayên jin hêz wergirt û xeyala rojên ku di heman çeperî de bi wan re şer bike, kir. Ti ferzkirina feodal a paşverû ya sîstemê qebûl nekir. Bi taybetî hevrêya me cihê jinê ya di nava civakê de lêpirsîn kir û her tim têkildarî vê yekê nakokî jiyan kirin û lêgerînên xwe kûr kir. Li Şengalê çeteyên DAÎŞ’ê xwest gelê me yê Êzidî di qirkirinê re derbas bike û jinên Êzidî li bazaran hatin firotin. Li hemberî vê yekê hevrêya me ket nava lêpirsînên wijdanî û fikirî ku divê weke her ciwaneke Kurd a bi rûmet, divê biryareke teqez bide. Hevrêya me li dijî Berxwedana Kobanê û hovîtiya li Şengalê, ket nava lêpirsînên kûr û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Fêm kir ku rêya herî pîroz a tolhildana ji çeteyên DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker, di nava refên gerîla de pêkan e û bi vê zanebûnê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Besta sala 2014’an ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, demekê li qada tevlîbûn lê kirî ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me perwerdeya şervanên nû li vir dît û fêrî jiyana çiyê û gerîla bû. Hevrêya me di nava malbateke koçer de mezin bû û di jiyana çiyê de bû alîkarê hevrêyên xwe. Pîroziya çiyayên Kurdistanê zanî. Li van çiyayên ku warê jidayikbûna jina azad e, perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî temam kir. Hevrêya me her tim sedemê tevlîbûna xwe zindî hişt û bû gerîlayeke YJA Starê ya hêja. Azadiya Rêbertî û welatê me Kurdistanê kir armanca xwe ya herî mezin. Bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek a di branşên leşkerî de, hevrêya me Besta di nava demeke kurt de di qada pratîkê de tecrube bi dest xist. Hevrêya me li dibistana operasyonê perwerde dît û fêrî hemû hûrgiliyên jiyana gerîla bû û weke gerîlayeke YJA Starê ya pispor, fikirî ku wê tola dîrokê hilîne. Piştre hevrêya derbasî qadên ku wê pratîkê lê bimeşîne bû, tiştên di perwerdeyê de fêr bûyî bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi cih bîne. Hevrêya me her roja borî hêrsa xwe ya li dijî dijmin kûr kir, li hemû qadên lê bi cih girtî ket nava lêgerînê ku derbeyê li dijmin bide. Di sala 2016’an de li herêma Garzanê di êrîşeke dijmin de birayê wê yê mezin hevrê Xemgîn Koçer-Cemîl Ateş şehîd dibe. Ji vê şehadetê bandor dibe, xwestek û hêrsa xwe ya ji bo têkoşînê mezin kir û lêgerîna xwe ya tolhildanê kûr kir. Hevrêya me Besta xwest têkoşîna ku hevrêyên me yên şehîd mezin bike û li dijî êrîşên dagirkeriyê bibe bersiv, lewma pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêya me Besta li ser fedayîbûnê lêhêrbûn dikir û xwe her tim deyndarê şehîdên me didît. Di bunyeya Hêzên Taybet de beşdarî xebatan bû. Hevrêya me ya ku di nava Hêzên Taybet de perwerde dît, di perwerdeyan de weke gerîlayeke profesyonel berpirsyariyên dîrokî girt ser xwe. Hevrêya di ferqa girîngiya amadekariya ji bo şer de bû, ji xebatên binesaziyê re pêşengî kir. Hem di amadekariya tunelên şer, hem jî xebatên binesaziyê de wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih anî. Li dijî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, di ferqa berpirsyariyên xwe yên dîrokî de bû û bi vê zanebûnê derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Bi performansa xwe ya serketî ya di nava tîmên gerîla de, bi tarzê fedayî tevgeriya û bû yek ji hevrêyên me yên ku nehiştine dijmin bigihije armanca xwe. Bi kesayeta xwe ya çalakvan, sekna xwe ya zelal a li ser xeta PAJK’ê û biryardariya xwe ya di Zîlanbûnê de, di jiyan û şer de bû milîtaneke YJA Starê ku hemû hevrêyên wê ji xwe re mînak bigirin.
Hevrê Besta ya ku di binketina artêşa Tirk a qirker-dagirker a li hemberî mîlîtanên fedaî yên Apoger jiyan kir de, kedeke mezin da û erkên ku pêknedihatin biserxist, ji hevalên xwe re bû çavkaniya moral. Di dîroka têkoşîna me de wek mîlîtaneke YJA Starê ya ku bêteredût dimeşe cihê xwe girt. Hêrsa wê ya li hember dijmin, di jiyana xwe ya fedayîtî de tevlîbûna wê ya bi moral û di nav şer de bi wêrekiya xwe dihat zanîn. Hevrêya me Besta, di 8’ê Tebaxê 2024’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di çalakiya êrîşê ya fedayiyane pêk anî de tevlî kerwanê şehîdan bû. Di şexsê hevrê Besta de em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin û bîranîna şehîdan her tim bidin jiyandin.
[1]