Nav û Paşnav: Beşar Salih
Nasnav: Cemal Dêrazor
Cihê Jidayikbûnê: Dêrazor
Navê Dayik – Bav: Yezî – Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: #08-08-2024# / Zap
CEMAL DÊRAZOR
Paradîgmaya Netewa Demokratîk bi keda Rêbertî û şehîdên me li Rojava şîn bû û bû navê navê yekbûna cudahiyan. Zarokê hêja yê gelê me yê Ereb hevrê Cemal dît ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji hemû gelên bindest re bûye çavkaniya îlhamê. Hevrêyê me li bajarê Dêrazorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me Cemal li holeke ku çanda qedîm a gelê Ereb bi rengê herî sade û kûr lê tê jiyandin, mezin bû. Hevrêyê me bi rengekî girêdayî hevneşopiyên xwe, mezin bû. Jiyana xwe ya perwerdeyê domand, li aliyê din jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karan de xebitî. Di temenekî pir zû de pênaseya kedê nas kir. Bi berpirsyariyên ku di temenekî zû de girtî ser xwe û bi keda xwe karî xwe li ser lingan bigire, ev yek bû sedem ku ji aliyê derdora xwe ve were hezkirin. Hevrêyê me hingî ku temenê wî ber bi pêş ve diçe, lêgerînên xwe yên ji bo jiyanê kûr kir, ti wate neda jiyana modernîteya kapîtalîst a sexte û ji manewiyatê dûr û lêpirsînên girîng jiyan kir. Hevrêyê me Cemal bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re şans dît ku Tevgera me hîn nêztir nas bike û di pêvajoya şerê pêş ketî de, ji her taybetmendiyên milîtanên Apoyî bandor bû. Hingî ku şer û jiyana pîroz a van milîtanên ku bi felsefeya yek loqma û yek hirqa têdikoşin, dît sempatiya wî ya li hemberî Tevgera me hîn bêhtir pêş ket.
Hevrêyê me ket ferqa ku her çend Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a bi keda Rêbertî û şehîdên me yên qehreman pêşketiye, bi awayekî rast li herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi jiyanî bibe, ewqas pirsgirêka gelê me çareser dibe. Hevrêyê me Cemal yê ku dît yekbûna hemû gel û baweriyan li ser esasek hevpar ji bo hemû bindestan dibe çavkaniya îlhamê, bawer kir ku divê pergala Neteweya Demokratîk li tevahiya Rojhilata Navîn bi jiyanî bibe. Hevrêyê me yê ku di wê zanabûnê de ye weke ewladekî gelê me yê Ereb divê li pêşberî pirsgirêkên ku gelê xwe pê re rû bi rû maye bêhestyar nebe, gihîşt wê encamê ku têkoşîna herî rast û bi bandor têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ketiye. Li ser vê esasî hevrêyê me Cemal ku dixwest weke ewladekî leheng ê gelê me yê Dêrazorê cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigire, ewil di asta herêmî de cihê xwe di nava xebatên şoreşgerî de girt. Hevrêyê me yê ku derfeta baştir naskirina têkoşînê di xebatan de bi dest xist, piştre biryar da ku bi awayekî profesyonel tevlî bibe.
Hevrêyê me ku li dijî dagirkirina Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve weke şervanekî wêrek cihê xwe di şer de girt, bi saya pisporî û xwînsariya xwe ya di nava şer de, ji bo gelek hevrêyên xwe bû alîkar. Hevrêyê me yê ku di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran hatin xistin de cih girt, piştre xwest berê xwe bide çiyayên Kurdistanê warên pîroz ku daxwaza her şervaneke/î azadiyê ye. Hevrêyê me ku bi dewamkirina têkoşîna xwe ya li çiyayên Kurdistanê re xwest rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike, li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Cemal ê ku bi perwerdehiyên dîtî re zû hînê jiyana çiyê bû, bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bi coş, pêşketineke girîng bi dest xist. Hevrêyê me yê ji çiyayên bi heybet û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla gelekî bibandor bû, bi moral û coş tevlî her kêliya jiyanê bû û bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me ku felsefeya Apoyî di her kêliya jiyana xwe de nîşan da û girîngiyeke mezin dida perwerdeya xwe, bi nîqaşên xwe yên avaker û bi mînak hat naskirin. Hevrêyê me Cemal ê ku xwedî tecrûbeyek şer bû, ev tecrûbe bû wesîle ku zû hînî taktîkên gerîla yên serdema nû bibe. Hevrêyê me ji bo ku vê tecrûbeya heyî bixe meriyetê, pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê giran e. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û pisporiya ku di nava gerîla de bi dest xistiye pêşniyara wî hat qebûlkirin û li ser vê bingehê hevrêyê me derbasê qadên ku êrîşên dijmin lê giran bûn.[1]