Nav paşnav: Halûk Baş
Nasnav: Rizgar Nûhat
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Emîne-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: #07-10-2019# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
RIZGAR NÛHAT
Hevrêyê me Rizgar li Êlihê li nava derdoreke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me ku ferdê malbateke bi eslê xwe ji Nisêbîn a Mêrdînê bû, li nava qadeke ku welatparêziya xwe xurt bû û tevlîbûn li nava gerîla kiribû, mezin bû. Welatparêziya malbata wî bû wesîle ku tevgera me zû nas bike. Mîna her zarokekî Kurd dema ku diçû dibistanên dewleta Tirk ên hêlîna asîmîlasyonê, ji ber ku nekarî bi zimanê xwe yê dayikê bi hêsanî biaxive, kete nava nakokiyan. Hevrêyê me şahidî ji şerê li Kurdistanê û kiryarên dewleta Tirk a dagirker re kir, polîtîkayên înkar û îmhayê yên dijmin hîn di temenekî biçûk de dît. Ji ber van kiryaran jî kete nava lêpirsîneke kûr. Dema ku li dibistanên dewleta Tirk dixwend, ji bo tevgera me hîn baş fêhm bike ekte nava lêpirsîn û lêgerînê, weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet hêrsa xwe ya li hemberî zilmê xurt kir. Her ku çîrokên lehengiyê yên ap û xalê xwe guhdarî dikir ku tevlî nava refên partiyê bûn û şehîd ketin, hêrsa xwe hîn mezin kir. Hevrêyê me ku haya xwe ji lîstikên sîstemê yên ji bo dejenerekirin û dûrxistina ji cewherê yên li ser ciwanan bû, biryar da beşdarî nava kar bibe. Hevrêyê me ku haya xwe ji wezîfeyên xwe yên welatparêziyê hebû, tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Her kar bêyî tawîzê ji xeta partiyê bide meşand û her roj bi coş û daxwazeke hîn mezin tevlî nava kar bû. Dema ku li zanîngehê dixwend, ji bo di asta kadro de tevlî nava kar bibe kete nava kûrbûnê. Li gel zextên dewleta Tirk a dagirker ji bo kêliyekê jî ji kar paşve gav neavêt û ji sekna xwe ya şoreşgerî tawîz neda. Tevî ku gelek caran hate binçavkirin jî karên xwe bi biryardariyeke mezin dewam kir. Di operasyonên qirkirina siyasî de hate girtin û qada zindanê ji xwe re kir cihê amadekirina xwe ji çiyayên azad re. Hevrêyê me zanîbû ku cihê herî pîroz ê ku tolê ji dijimin hilîne û sekneke bi biryar nîşan bide çiyayên Kurdistanê ye û bi vê têgihiştinê xwe bi hêz kir. Hevrêyê me ku xwendekarê beşa Psikiyatrî ya Zanîngeha Dîcleyê bû, hemû derfetên sîstema kapîtalîst danî aliyekî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.
Di sala 2012'an de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî li Kurdistanê gihîştibû asta herî bilind, gerîla destan dinivîsand û derbên mezin li dewleta Tirk dihate xistin, di ser Bakurê Kurdistanê re tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna li nava refên gerîla re ji ber pêkanîna xeyalên xwe yên zarokatiyê kêfxweş bû. Demeke kurt li Bakur ma û piştre ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji pêşwazîkirina germ û hezkirina hevrêyên xwe moraleke mezin wergirt. Hevrêyê me zehmetî nekişand ku hînî jiyana gerîla û şert û mercên zehmet ên çiyê bibe û ji ber tecrûbeya xwe ya rêxistinî ya berê, ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Di perwerdeya şervanên nû de hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe kûr kir û bi rengekî serketî perwerde qedand û derbasî qadên pratîkê bû. Bi saya tevlîbûna li qada pratîkê û hevrêtiya xwe ya xurt, wezîfeyên herî zehmet bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me her tim li pêşberî şehîdan lêpirsînên kûr dikir û di pêvajoya şer de haya xwe ji berpirsyariyên xwe yên dîrokî hebû, lewma dixwest bibe gerîlayekî pispor. Hevrêyê me zanîbû ku bi danheviya îdeolojîk û pisporiya leşkerî dikare bersivê bide pêvajoyê û pêşniyar kir ku tevlî nava perwerdeya pisporbûyînê bibe. Hevrêyê me ku beşdarî perwerdeyên pisporbûyînê bû, di pêvajoya perwerdeyê de xwe kûr kir. Li ser bingeha taktîkên demê ji bo karibe di şer de bi roleke hîn çalak rabe kete nava kûrbûnan û di her kêliyê de xwe perwerde kir, dema xwe baş nirxand. Li hemberî her cûre êrîşên dijmin weke gerîlayekî pispor xwe amade kir. Materyalên partiyê yên xwend û parêznameyên Rêbertî bi hevrêyên xwe re parve kir û tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir. Weke gerîlayekî pispor perwerde qedand û tevlî nava karên partiyê yên li herêma Zapê bû. Li herêma Zapê di gelek karî de ked da û di branşên leşkerî de ji bo hevrêyên wî şareza bibe ked da, di bicihanîna taktîkên demê de israr kir. Ji bo hevrêyên wî di branşên leşkerî de şareza bibin kedeke mezin da. Li herêma Zapê beşdarî gelek çalakiyên serketî bû, bi fedakarî, dilnizmî û wêrekiya xwe ya di şer de navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsî ku qet jê neçe.
Hevrêyê me Rizgar Nûhat bi tevlîbûna xwe ya sade û xwezayî mîrateyeke têkoşînê ya bêhempa ji me re hişt. 8'ê Cotmeha 2019'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Em ê bîranîna hevrêyê xwe Rizgar timî bidin jiyîn û li pêşberî bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
[1]