Nav paşnav: Gulistan Şems
Nasnav: Newal Rûbar
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Xezal-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: #07-10-2019# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
NEWAL RÛBAR
Hevrêya me Newal li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe. Bajarê Makû tê yê ku di dîroka Kurdistanê de bi karektera xwe ya têkoşêr û çanda xwe ya dêrîn tê zanîn, bi hezaran ewladên xwe daye têkoşîna azadiyê. Hevrêya me Newal a ku yek ji wan ewladên resen e, di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Welatparêziya malbat û derdora hevrêya me dibin wesîle ku hevrêya me Newal bi çanda Kurdî mezin bibe. Hevrêya me ya ku bi çandeke dêrîn mezin dibe, hê di zarokatiya xwe de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike. Tevlîbûnên ji nava malbat û derdora wê dibin sedem ku hevrêya me eleqeyeke mezin nîşanî Tevgera me bide. Hevrêya me ya ku bi guhdariya çîrokên têkoşînê yên gelê me yê ku tevî parçekirina Kurdistanê û hemû îmha û tunekirinên netewe-dewletan jî ji sekna xwe ya birûmet tawîz nade, mezin dibe, ji bo ku partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike, hewl dide. Hevrêya me ya ku derfeta suhbeta li gel gerîlayan bi dest dixe, ji hemû tevgerên gerîlayan bandor dibe. Hevrêya me ya ku bi saya kesayeta xwe lêpirsîna jiyan û pergalê dike, di mijara rola jinan ya di nava pergalê de dikeve nava lêpirsînan. Hevrêya me ya ku her çend rola jinên azad a di nava refên têkoşînê de dibîne ji Rêbertî û felsefeya Partiya me re hejmetkariyek li cem peyda dibe, girêdayî tiştên ku dibîne û dibihîze nabe û ji bo tevlîbûnê lêgerînên xwe kûr dike. Hevrêya me ji têkoşîna xwişka xwe, meta xwe û sê keçmetên xwe ya di nava refên gerîla de hêzeke mezin distîne û fêm dike ku hêza jinên azad çi qasî mezin e û girêdayî vê yekê roj bi roj xwe nêziktirî têkoşîna me dibîne û xwest bersiva lêgerînên xwe peyda bike. Hevrêya me Newal ya ku di vê pêvajoyê de dikeve nava lêpirsînên kûr, ji bo alikariya malbata xwe dest bi karê raçandina mehfûran dike. Hevrêya me di vî karî de ku ked, sebr û hendazetiyeke mezin dixwaze, hem pîrozahiya kedê û hem jî îstîsmarkirina keda jinan baştir fên dike. Lı hemberî îstîsmarkirina nirxên ku bi kedê hatine bidestxistin û paşguhkirina keda însanan hêrseke mezin li cem peyda dibe. Hevrêya me pê dihese ku pergala heyî pergaleke îstîsmarkirina kedê ye û avaniyeke mêran ya ku keda jinan îstîsmar dike, heye. Hevrêya me Newal piştî şehadeta keça xalê xwe hevrêya me Sîdar- Şirîn Şems ya di sala 2012’yan li Şemzînanê ya di çalakiya Qerekola Harûnayê de û şehadeta kurmamê xwe hevrêyê me Rûbar Makû- Bekîr Şems ya di heman salê de biryara tevlîbûnê digire. Hevrêya me ya ku di pêvajoyeke ku li Kurdistanê Şerê Gel ê Şoreşgerî û lehengiyên dîrokî zêde bûn de biryarê dide ku tevlî nava refên gerîla bibe, di lêgerîna heqîqetê de rûpeleke nû vedike.
Hevrêya me di sala 2013’yan de li ser Rojhilatê tevlî refên gerîlayan dibe û perwerdeya xwe ya şervanên nû li Herêmên Parasyinê yên Medyayê distîne. Hevrêya me ya ku ne biyaniya jiyana çiyayan e, di demeke kurt de adapteyî şert û mercên çiya yên dijwar û jiyana gerîlayan dibe. Hevrêya me bi xwesteka xwe ya hînbûnê ya di perwerdeyê de û bi hewlên bidestxistinan tecrûbeyên di warê leşkerî de tevlîbûneke mînak nîşan dide. Hevrêya me bi taybetî jî di dersên dîroka Kurdistan û dîroka jinan de ji lehengiyên dîroka me hêzeke mezin digire û pê dihese ku çanda têkoşînê ya ku tu carî teslîmiyetê qebûl nake, wê hemû caran li ser piyan bimîne. Hevrêya me weke şervaneke nû ya serkeftî piştî ku perwerdeya xwe temam dike, li herêma Xakûrkê di nava xebatên Partiyê de cihê xwe digire. Hevrêya me bi saya tevlîbûna xwe ya bicoş, dilsoziya xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de û bi rûkeniya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêya me ya hedef dike kui di hemû waran de ji hevrêyên xwe re bibe alîkar û di warê leşkerî de bibe gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrûbe, roj bi roj zanînên xwe li gel hevrêyên xwe parve dike û alikariya wan dike. Hevrêya me ya ku di xeta jina azad de bi sekna xwe ya diyar û bi pratîka xwe ya serkeftî tê naskirin, li hemû qadên Xakûrkê dixebite. Hevrêya me ya ku li hemû qadên Xakurkê digere û qadê baş nas dike, li hemberî operasyonên artêşa Tirk a dagirker, weke gerîkayeke xwedî tecrûbe di nava têkoşînê de cihê xwe digire. Hevrêya me di pêvajoya amadekariya şerî de bi awayekî çalak cihê xwe digire û hewl dide ji bendawiriyên pêvajoyê re bibe bersiv. Hevrêya me li herêma Xakûrkê di nava gelek çalakiyan de cihê xwe digire û bi werekiya xwe ya di şerî de û bi saya pisporiya xwe ya di warê leşkerî de karî bibe mîlîtaneke mînak a YJA Starê. Hevrêya me ya ku di gelek çalakiyên de cih digire, ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd, hemû caran ji bo ku derbên giran li dijmin bixe kete nava kûrbûnên mezin. Hevrêya me ya ku dixwaze bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd hemû caran di jiyanê de zindî bigire û hewla layiqbûna ji şehîdan re nîşan dude, bi dîsîplîn û hesasiyeteke mezin li nêzî erk û wezîfeyên xwe dibe. Hevrêya me Newal li qadeke ku hevrêya me Bêrîtan- Gulnaz lê têkoşiyaye û şehîd bûye ku Bêrîtan nûnertiya ruhê milîtaniya têkneçûniya partiya me PKK- PAJK’ê dike, gerîlatiyê dike û bi mirayeteye têkoşîna bênavber û bêdudulî navê xwe bi tîpên zêrîn li ser dîroka têkoşîna me dide nivîsandin.[1]