Gelî #Nivîskar# an…
Ibrahîm Xelîl
Gotineke “Alfons Dodyêt” der barê kesên bindest de heye gerek e bi zêravê li ser enîyên mirovan bête nivîsandin, ew dibêje “Miletê bindest ku li zimanê xwe miqate be weke kesekî zindanî ku kilîta zindana wî di dest de be”.
Ev gotin ziman li cihê wî yê guncaw bi rûniştin dide, ji ber ku zimanê çi miletî hebûn û azadîya wî ye, û kengî ziman hate bişaftin ji xwe nijad, netewe û xak ne yên mayînê ne.
Kurd ne tenê miletekî bindest e, lê sitem û çewisandina ku vî miletî dît – ji pêvî kuştin û komkujîyan – tu kesî nedît û kiryarên qereqûşî û hovane ku hatine serê wî nehatine serê tu kesî, mîna: Nabe ku tu bi zimanê xwe biaxivî, ne rojnameyekê pê derxî, ne navê kalanên xwe li zarokên xwe bikî, ne cil û bergên folklorî li xwe bikî, ne cejn û ahengên xwe li dar bixî, ji bo ku tu qenc bî divê tu nebêjî “Ez Kurd im”, û ger tu bibêjî “Ez Kurd im” a qenc ew e ku tu mirî bî…hwd, ta ku gihaşte radeya ku mirovê kurd ji ber nijad, dîrok, ziman, cil û bergên xwe fedî bike û xwe li yên dagirkerê xwe bigire.
Lê ji şoreşa Sûrî û vir de, şoreşeke rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê li dar ket, û tevgereke wêje, ragihandin û weşandinê li nav xort û qîzên kurdan qewimî û belav bû.
Xweşbextane bû ku ev şoreş li ser bingeha zimanê kurdî ava bû, êdî kovar, rojname, radyo, televizyon, internet û malperên hevgihîna civakî bûne alav û hêlînên vî zimanî.
Di ber re, gelek alozî û pirsgirêk xuya bûn, ew jî weke dûyê ku ji ber agirê zulm û zora salan bimîne û bihna mirov pê biçike. Piştrast im ku ev dûman dê bi borîna demê re şerpeze bibe ne ji ber xwe ve, lê bi dilên miştbawerî û destên xurt û xebatker .
Yek ji êş û hem ji xwestekên me der barê vê mijarê de “Standarbûna zimanê Kurdî” ye, anku zimanekî giştî û hevbeş ku li dibistan û zankoyan bête dan.
Çi miletê ku weke neteweke ciyawaz û yekbûyî li xwe binere, gerek e xwedîyê zimanekî standar be ji bo ku karibe bi rêya wî karûbarên civak û dewletê pêk bîne bê ku tu tevlihevî û tênegihaştin di navbera endamên wê civak û dewletê de dakevine holê.
Duyem: Yeksanîya şêwazên nivîsandinê: Di wêjeyên cîhanê de, her nivîskarek xwedî awayekî taybet ê derbirînê ye, bi gotin, hevok û wêneyên xwe, û nivîsar nîşana xwedîyê xwe ye. Li cem me, piranîya nivîskaran bi yek şêwazî derdibirin, heman gotin, heman hevok û heman wêne … tenê mirov dikare carcaran bi rêya helwesta siyasî yekî ji yê din cuda bike.
Cudabûna zimanê endîşe û ramanê ji yê nivîsandin û derbirînê: Ji ber ku nivîskarê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi salan di bin bandora ziman û çanda Erebî de maye, pir pê giran e ku xwe jê verise û li şêwaz û biwêjên xwe yên resen derhalê nivîsandinê de vegere. Metirsîya vê yekê ew e ku zimanê Kurdî (Bi tîpên Kurdî) bibe wergerandineke beht ji zimanê Eerebî.
Ev gotin nayên wateya ku xwedîyê wan bi xwe ji van nexweşîyan saxlem e û şîret û quretîyan li yên derûdora xwe dike, lê tê wateya ku bi dikekî vekirî cihê êşê destnîşan dike û bi çavekî bendewar hêvîdarê derman û çaksazîyê ye.[1]