Cînêva #Sûrî# Yan Jî Ya Swêsrî ?!
Dilovan Silow
Mixabin Cînêva 4an jî wek ê berê, wê mirî be, berî ku lidar bikeve, û Cînêv wê dîsan bimîne bajarekî Swîsrî ji tewrîsma mêhvanan re, wê bixwin, vexwin, razin, û çend caran ji xwe re derkevin ser alavên ragihandinê, û Cînêv dîsan nabe cihê çareserî û bidawîanîna êş û xemgîniya Sûriyan.
Cînêv bajarekî Swêsrî pir xweş e, wek tê gotin, lê navê vî bajarê Ewropî di çend salên dawî de bi kirîza Sûriy ve hatiya girêdan, û wek tê zanîn ku Cînêva bi hijmara 4 wê di meha Sibata 2017an de li dar bikeve, wek her sê carê berî wê, tevahiya Sûriyan bi hêvî ne ku encamine erênî bi xwe re bîne û dawî li vê tiracêdiyayê were. Lê mixabin ev bû 6 sal ku cihê hêviyan di dilê sûriyan de pir biçuk maye, sedema sereke jî ewe ku hêzên siyasî yê ku xwe dikin berdevkê fermî ji miletê Sûrî re nikarîbûn mafê vî miletî di jiyanke bi rûmet bi dest bixin, ev jî tê wê wateyê ku ev alî û keseyatên han ne nûnerên rasteqîne ne ji vî miletî re, li gor vê rastiyê tê xuyakirin ku kesê nûnertiya vî miletî bikin ew in kesê ku ev milet parastine û ta ku ji wan hat ziyan û şer dûrî wan xistin, bê ku ji tu aliyan re bibin kole, ku em werin herêmin kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê her kesê bizane ku Hêzên Sûrya Demoqrat, yên ku bi navê QSD têne naskirin, û bi taybet hêzên YPG û YPJ ew bûn hêzên ku karîbûn parastina xak û sivîlan bikin û gelek herêmin di bin destê Da’aş ê de rizgar bikin, tevlî ku ev hêzên leşkerî di hemû helkeftan de radighênin ku nûnerê wan ê siyasî jî hene, û ew in rêveberiyên Xwesera Demuqrat di her sê kantonan de Cizîr , Koban, û Efrînê, bê ku em jibîr bikin ku bêhtirê hêzên leşkerî yên bergiriya Sûrî yê ti aliyan nabînin wek nûnerên siyasî ji xwe re, lê tevî van hemû rastiyan kesê ku civînên Cînêv bi rê ve dibin ti vexwndinan ji van hêzên resen ê milet re naşînin, ev jî tê wê wateyê ku hêzên navnetewî hîn negihane ti biryaran ku pirsgirêka Sûrî çareser bikin, loma kesê xwedî hêz û biryar li ser zemînê nayêne vexwendin, jiber vê yekê wê dîsa bêhtirê miletê Sûrî destê xwe bide ber rûyê xwe û wê hêviyên xwe yên şikestî bihêle li benda demeke dî, demeke ku ti alî newin piştguhikirin wek çilo di dema rêjîmê de çêdibû.
Mixabin Cînêva 4an jî wek ê berê, wê mirî be, berî ku lidar bikeve, û Cînêv wê dîsan bimîne bajarekî Swîsrî ji tewrîsma mêhvanan re, wê bixwin, vexwin, razin, û çend caran ji xwe re derkevin ser alavên ragihandinê, û Cînêv dîsan nabe cihê çareserî û bidawîanîna êş û xemgîniya Sûriyan.[1]