Hesekê û Cerabils Duriyanên Çareseriyê Ne..?
Gulal Kasanî
“Mebesta Turkan ji vê xwezîviranê ji bo ku di paşerojê de, ger tuştek ji Kurdan re çê bibe, ev dagerî bibe kelemek di pêşiya hevgihana Rojhilat û Rojavayê Feratê de, mîna kindirekî xindiqî di qirika Kurdên Rojava de û çarenûsa Kurdan di destên Rûs û Turkan de be”
Bidestxistina bajarê Hesekê û bi awayê ku me dît, ew şerê dijwar î fireh ku destpê kir digel bikaranîna hemû amûrên leşkerî mîna tang, top, zirpoş û firokên şer û bandora wî şerî li ser welatî û nişteciyên bajêr, çi ji aliyê barkirin û penaberiyê ve û çi ji aliyê kêmxwarin, av, û hemû pêdivî û egerên jiyana rojane ve.
Ew bûyerên ku bi pênagvin bilez û awarte li gor pîvanên berê, rû dan; Yanî bidestxistina YPG jîwarin in nuh û biriyarên ku hatin standin ji aliyê Pentagon ve bo baldariya rêjîma Sûriyê bo hewfirîna firokên şer di esîmanê Hesekê de û poxtkirina van bûyran, di lihevkirina ku li Firokxaneya Qamişlo bicî bû ya ku xalin in pirr giring hatin stanidin di bin çavdêriya Rûs û Emerîkanan de û dibe ku birêz Barzanî bixwe jî ji vê rêkeftinê agehdar bû .
Wekî em ketine wê baweriyê de û li gor ragehandina cîhanî, ev serkeftin bo hêzên Kurdî ye. Di vê bûyerê de ji me ve hat xuyakirin, ku Rûs û Emrîkanan li ser nîgarkirina xaka Sûriya paşeroj Lihevkirine. lê gelo wê ev piştgiriya Emerîkanan ji HSD wê bidomîne piştî lihevkirina Rûs û Turkan bo derbasbûna Cerabilsê ? Û li ber çava ye, bi çi şêwî şer derbas bû, lê gelo çûna birêz Barzanî bo Enqerayê di vê dema hestedar de tê çi wateyê yan gelo diyardeyeke nişkaveyî ye li ser taboleya milmilana ku di Sûriyê de diqewme?.
Di baweriya min de, kirîza ku me berê digot tenê ya herêmên Erebî ye, îro ew xap û pîlan li ser serê Kurdên Rojayayê Kurdistanê çê dibin bi seroktiya Erdogan yê ku îro bû ye serokê kargêriya kirîza Sûriyê, jiber ew di asteke diblomasî herî bilin de ye, piştî ew ” xwezîverê” qama xweyî Osmanî li ber çokên Qeyserê Rosî tewand.
Li Hesekê agirê têviliyan gûr bû lê li Cerabilisê rûmiya wê hêviya Kurdan sotand, bi birrîna xêza serastkirina nîgara Rojevayê Kuridistanê dema hêzên bi ser Turkî ve dagerî Cerabilsê bûn.
Weke tête xuyakirin daxwaza Turkiyê ji Emerîkanan, vekişîna HSD ji Rojavayê Feratê li gor mercekî dîrokî ye bi taybet ew bendên 62, 63 ê yên lihevkirina Sîferê bûn yên ku bi zelalî ser serxwebûna Kurdistanê ji Padîşahiya Osmanî cîbecî bibûn di navbera welatên hevbende(Dema ku komîtak ji Ferensa, Belcîka, Hingariya,û..hd hatibû damizrandin ).Mebesta Turkan ji vê xwezîviranê ji bo ku di paşerojê de, ger tuştek ji Kurdan re çê bibe, ev dagerî bibe kelemek di pêşiya hevgihana Rojhilat û Rojavayê Feratê de mîna kindirekî xindiqî di qirika Kurdên Rojava de û çarenûsa Kurdan di destên Rûs û Turkan de be .
Rûs û Emerîkanan li ser Hesekê bi devkî bo Kurdan lihev kirin, beramberî Cerabilsê bo Turkan, ji ber ku Erdogan di dîdara xwe de bi hirçê Rosî re-“di guh re anî bû” Ez dixwazim Cerabilisê..?” lihev kirin bi Ased re ne xem e “, di her çax û demê de bi hev re pêwendîdar bûn, têkil û dîdarên diblomasî di gel ku axêverê Şahiyarê derve yê Turkan hestê hin welatan û bi tayîbet têkiliya bi Sûriyê re dihejand, ta gihiştin Kongirê 20 an yê Abûr î cîhanî. li wir jî pirr dan û standin hatin kirin ji bilî ku Erdogan ji xwe re ew kongir dît wek derfeteke bê veger ku tê de pirojeyên xwe jihev wejrîne û ser têla Rûsan raxe bi rehetî ji wan xalên giring bidestxistina çarçoveke aram bi pasvaniya hêzên xwedîgiravî Azad yên piştgirin ji aliyê Turkan ve.
Turk, Rûs û Emerîkanan Hesekê û Cerabilis û xaline din, di nav hev de dabeş kirine, lê hîn tovên lihevkirinê di bin zemînê de ne .[1]