Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê


Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  531,844
Wêne
  113,284
Pirtûk PDF
  20,686
Faylên peywendîdar
  109,179
Video
  1,712
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
292,131
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
91,114
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,414
عربي - Arabic 
32,828
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
20,350
فارسی - Farsi 
11,710
English - English 
7,823
Türkçe - Turkish 
3,690
Deutsch - German 
1,809
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,686
Şehîdan 
4,308
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,773
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,748
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
518
PDF 
32,569
MP4 
2,852
IMG 
208,757
∑   Hemû bi hev re 
244,696
Lêgerîna naverokê
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ...
Kurtelêkolîn
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
Kurtelêkolîn
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 me...
Kurtelêkolîn
Parlamenterên Ewropayê koma...
Kurtelêkolîn
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya...
Di navbera mecbûriyeta aborî û prestîja civakî de kemaçejen li Stenbol û Elmanyayê
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Di navbera mecbûriyeta aborî û prestîja civakî de kemaçejen li Stenbol û E...

Di navbera mecbûriyeta aborî û prestîja civakî de kemaçejen li Stenbol û E...
Di navbera mecbûriyeta aborî û prestîja civakî de kemaçejen li Stenbol û Elmanyayê
Luqman Guldivê

Em tesîra van her du dînamîkan li nava li Elmanyayê jî dibînin, yanî Mihemedê Hezexî zarokên wî, bira, pismamên wî jî xwe #Kurmanc# û Kurd dibînin, binavkirina weke “mitirb” bi temamî red dikin. Ev red çiqasî li nifşê navsere yê ji Torê û derdora wê dike, em temamî ji hev dernexin jî em dibînin ku qebûleke nisbî heye.
ARGÛN KÎNAS & LUQMAN GULDIVÊ
Ka em bi guherîna nasnameya kemaçevanên li Stenbolê bi cih bûyî dakevin. Em behsa wan kemaşevanan dikin ku bi giştî xelkê ji wan re mitirb digot. Gava em vê bikin, belkî wê ne xerab be, em bi meseleyekê dest pê bikin. Li ser aboriya Denge TV rêveberekî qederê 30 salî yê Denge TV´yê hê sala 2013´an digot, gava kesekî bernameyek ji kanalê re çêdikir, wî bi xwe pere didan kanalê. Belkî bê bîra hin xwîneran, di wê kanalê de Îlhan Baran Show hebû. Îlhan yek ji wan kesan bû ku diçû dawetan û li kemaçeyê dida, tevî ku kemaçeya wî biqasî ya birayê wî Ekremo ne baş bû. Wî rêveberî got, piştî ku Îlhan ew bername çêkir, wî heqê xwe yê çûna dawetan duqat heta sêqat kiriye.
Ev meseleya hanê ji bo îşaretkirina bi guherîna peywendiyên civakî û her weha çerxa aborî ya di nava van peywendiyan, bi kêr tê. Em niha gava berê xwe didin beriya bi deh salan, Kurdên ji Nisêbînê û wê derdorê yên li Stenbolê, ji bo dawetên xwe ji Ekremo yan jî ji birayê wî re nedigotin, yanî ew venedixwendin dawetên xwe. Li şûna wê, wan ji Nisêbînê mitirbên ku ew elimîbûne wan dianîn. Lê piştre, ev yek ji ber sedemên cihê guherî, yanî hem meseleyên ku qewimîn û hem jî hêsantirbûna peywendîdanîna kesekî li heman bajarî, kir ku ev rewş biguhere. Yanî rehettir bû mirov bi kemaçevanekî li Stenbolê re bazara xwe bike.
Yanî jixwe piştî hingê ji bilî Mehsûm ê ku li Stenbolê bi cih bû, ti kesê din ê kemaçevan jî nebû. Ew berê jî yan li Stenbolê bû yan jî diçû û dihat, lê hingê koma wî ya pê biçe dawetan nebû. Mehsûm jî ji Mala Sivûk bû.
Herçî bazara ji bo dawetan e, li gorî rewşê diguherî. Yanî gelo tenê “mitirb”* wê li dawetê li muzîkê bixin? Kom çiqasî mezin e? Li çend înstrûmanan dixe û gelo ji bilî wan komên din ên muzîkê jî hene? Bersiva van pirsan bazara di navbera xwediyê dawetê û “mitirb” yan jî “mitirban” de diyar dikir. Di qewlê wan de illeh “heqê dawetê” heye. Yanî ew adeta berê ya ku bibêjin, heqê te tenê li ser şabaşan e, nemaye. Herçî şabaş in, kes nikare bibêje, şabaş ne yên we ne. Lê hin xwediyên dawetan carinan ji sedî beşekê ji wan digirin, lê ew par jî li gorî qewlê aliyan ê beriya dawetê ye. Û heke hin komên din ên muzîkê hebin, hingê li gorî adetê, şabaş di nava van koman hemûyan de tê parvekirin.
Li vir belkî hêjayî bi bîrxistinê be ku em behsa veguherîna şabaşê û helwêstên cihê yên beramberî şabaşê û dana şabaşê li nava civaka ji Torê û hawîrdora Torê ya li Ewrûpayê bikin. Ji ber ku şabaş li aliyekî di dema dawetê de hem kêfa muzîkjenan tîne (esas kemaçevan), hem jî ya dawetvaniyan, nexasim jî govendvaniyan tîne. Di heman demê de jî şabaş ji bo kesên şabaşê didin û şabaş ji wan re tê dayîn, prestîjekê îfade dike, li gelek dawetan hîna gelekî belav e. Lê tevî vê jî hin xwediyên dawetan ji ber ku şabaş biya wan ji “kevneşopiyên xirab” e, dixwazin daweta wan û govend (nexasim ya reqsa milanî) bi hemdê xwe biçin û şabaşê, dana wê û rûnandina “mitirban” li ber dawetvaniyan, berevajî helwêsta li jor, weke eyb jî dinirxînin. Gava ku ew qewlê xwe bi mitirban re dikin, carinan dikarin pêşniyaz bikin ku “mitirb” şabaşan wernegirin û li şûna wê, weke qerebokirinê mîqdarek pere li qewlê xwe zêde dikin.
Ev helwêsta duyem a em behsa wê dikin, diyar e, li nava Toriyan û xelkê ji hawîrdora Torê, li Stenbolê kêmtir e. Yanî dana şabaşan li wir adetî ye.
Helwêsta civakê û ya mitirb beramberî mitirb bi xwe
Em werin ser wê yekê ka nifşê nû çawa li “mitirban” dinihêre. Lê beriya wê, wê maqûl be, em behsa wê yekê bikin, ku Kurmanc bi giştî gava “mitirb” hazir bin, navê wan bi vê peyvê hilnedidan. Hildana jî haya wan jê hebû, eyb e, dewa uzra xwe dikirin. Ev li Nisêbînê jî wisa bû. Herçî Stenbol e, nifşê navsere, ji wan re di nava xwe de bibêje “mitirb” jî ev binavkirin, weke berê belav nîne. Weke sedema vê yekê em dikarin behsa du dînamîkan bikin: Li aliyekî nifşê nû ye, ku nasnameya nû ya mitirban li cem wan weke muzîkjen, hozan û hunermend ji nû ve dirûv digire, li aliyê din jî helwêsta sermeselê Ekremo ya beramberî xwe jî vê yekê diafirîne, lewma ew bi çavê muzîkjen, hozan û hunermendekî Kurmanc li xwe dinihêre.
Ji bo safîkirina maneya vê helwêstê ji bo nasnameyê, belkî wê ne şaş be mirov nimûneya mitirb yan jî Domên Nisêbînê bide. Gava Kurmanc bi wan re dipeyivin navê mitirb hilnadin, li şûna wê peyvên din bi kar tînin û nerm dikin. Lê gava ku mesele tê ser binyada wan, ew eşkere dibêjin, em mitirb in yan jî em Dom in.
Lê herçî nimûneya Ekremo li Stenbolê ye, ew dibêje, ez Kurmanc im; ji xwe dibêje, ew ji aliyê diya xwe ve ji Hesinan e.
Em tesîra van her du dînamîkan li nava li Elmanyayê jî dibînin, yanî Mihemedê Hezexî** zarokên wî, bira, pismamên wî jî xwe Kurmanc û Kurd dibînin, binavkirina weke “mitirb” bi temamî red dikin. Ev red çiqasî li nifşê navsere yê ji Torê û derdora wê dike, em temamî ji hev dernexin jî em dibînin ku qebûleke nisbî heye. Li aliyê din ji ber sedemên cihê, nifşê nû yê xelkê ji Torê û hawîrdora wê yê Elmanyayê weke nifşê navsere di helwêsta xwe ya beramberî wan de hişk nîne û wan qet nebe weke muzîkjenên dawetan dibîne.
Li vir heger em faktoreke din a ku tesîrê li vê dînamîkê dike rave bikin, ev ê bike ku em xweşiktir li meselê serwext bibin: Ji bilî “mitirbên” adetî, gelek Kurmancan jî dest avêt hunerê jenîna kemaçê û bi komên xwe tevî kemaçeyên xwe diçin dawetan***. Ev yek jî vî hunerî asayîtir û adetîtir dike. Em dikarin weke faktoreke xurtkirina vê dînamîkê ve yekê binirxînin.
Rabûn û rûniştina weke Kurmancan
Di vê peywenda giştî de gava em berê xwe didin, nasnameya sereke ya sermeselê Ekremo yan jî birayê wî Îlhan li Stembolê, nasnameya sereke muzîkjen e. Jixwe mirov nikare tiştekî din jî ji hal û wextê wan tê derxe. Yanî, giştîkirineke ji hedê xwe zêdetir jî be, ew bi navkirina weke “mitirb” ji bilî îstîsnayan — yanî li cem wan kesên ku wan ji welêt nas dikin — nema heye ji bo mitirbên li Stenbolê. Gava mirov biçe mala Ekremo, eynî weke ku mirov biçe mala Kurmancekî ye. Rabûn û rûniştin û raxistina nava malê heta bi têkiliyên civakî, hemû weke yên Kurmancan in.
Ji bo mirov ji vê argumana dawî çêtir fêm bike: Sermeselê mitirbên li Nisêbînê, ew ji adetên xwe nagerin, dev ji wan bernadin. Xaniyê wan “xaniyê mitirban” e, civaka wan heye û taxa wan taxa mitirban e. Yanî kesekî ji derve vê yekê dibîne. Lê ev xuyakirina hanê li Stenbolê nîne, mirov biçe mala Ekremo, weke ku mirov biçe mala yekî Kurmanc e.
Fehmî Hezexî li Elmanyayê
Zewaca bi Kurmancan re
Ev argumana dawî li nava “mitirbên” li Elmanyayê, di nava nifşê nû de jî lê ye; yanî êdî malên wan weke malên Kurmancan in. Lê sedemeke vê yekê ya din jî heye. Yek ji awayê herî darîçav ê vederkirina “mitirban” bêguman, kêmdîtina wan û keçnedana wan bû. Niha li nava nifşên ne zêde navsere û nifşê nû de, her diçe zewaca bi keçên Kurmancan re zêdetir dibe. Ev yek jî yekser tesîrê dike li navmalê: raxistina malê, adetên mêvandariyê, yên civakî û malbatî jî dirûv diguherin.
Gava em berê xwe bidin Stenbolê, herçî Ekremo ye, bi jineke Kurmanc re zewiciye, birayê wî Îlhan jî bi jineke Kurmanc re zewiciye. Ev jî yek ji tesîrên sereke ye ku guhertina dirûvê wê diyardeya “mitirb” dimeşîne û ber bi Kurmanc ve dibe.
Li Ewrûpayê çima rewşeke mihafezekartir heye?
Gava em berê xwe didin “mitirbên” li Elmanyayê, em dibînin ku nexasim jî di nava nifşê Kurmancan ên navsere de ew meyl heye ku kesê “li xwe binihê şabaşan bigire”, “li xwe binihê li ber xelkê rûnê”, weke mitirb bi nav bike. Li vir belkî ji bo serwextbûnê alîkar be ku mirov behsa anektodên xelkê yên bi Miradê Kinê re bike. Xelkê behsa bibîranînên xwe yên li ser vê meseleyê dikin û bi wan behsa helwêsta Miradê Kinê beramberê rûnandin û şabaşa dikin. Çiqas ji van anektodan rast in, çiqas jî “efsane”yên ji bo qedirbilindkirina Miradê Kinê ne, em nikarin li vir di vê gotarê de pê dakevin. Lê çi anektodên bi rastî û çi jî efsane bin, îşaret bi lêbûna argumana me ya li jor dikin. Ev aneaktod behsa wê yekê dikin ka çawa di hin munasebetên diyar de Mirado qebûl nekiriye li ber xelkê rûne yan jî şabaşan bide. Gava ev anektod tên gotin jî illeh behsa wê yekê tê kirin, ka çawa Mirado ne weke mitirban bûye.
Ha divê peywendê de belkî em çêtir bi ber bikevin ka çima li Elmanyayê israra weke mitirb binavkirina van muzîkjenên profesyonel zêdetir e li gorî Stenbolê. Fehmî Hezexî **** digot, “Kemaçe wextkî gelekî bêqîmet bû, bi çavekî şerm be, lê dimeyzandin. Wî wextê teng, me, gelek malbatên weke me gelek zorî û zehmetî kişandin. Îro kirine karê ticariyê. Ev li zora min diçe. Bi xwe, ji tişta dinivîsin fêm nakin. Yanî gotinên nû li miqamên me dikin. Ew bi xwe, ti meqamên nû çênakin.” Ji aliyê gazinê bêhtir, em berê xwe bidin qismê pêşî yê van gotinan, em dibînin ku haya Fehmî Hezexî jê heye, ka statuyeke çawa ya civakî û kemaçe bi hev ve hatiye girêdan. Lê esas, meseleya ji vê li pêştir, rûniştina li ber xelkê ye, çawa ku em ji anektodên li ser Mirad jî fêm dikin.
Gelo em dikarin li vir behsa meseleya “Marginal preservation*****” bikin, yan ev meseleyeke ji vê girantir e? Em dibêjin, mesele ev qasî besît nîne. Lewma li vir bivênevê mirov lazim e berê xwe bide têkiliyên di navbera aliyan — muizîkjen û Kurmancên din — de lê her wiha berjewendiyên aborî yên aliyan di peywenda dawetan de.
Zêdebûna muzîkjenên dawetan, li Ewrûpayê bi xwe re reqabetê jî tîne. Bi her halî, gelek caran “mitirb” neçar in şabaşan bigirin û li ber xelkê rûnin, da ku çûna dawetan ji bo wan lê hêja be. Tevî ku em hewldanên wan ên eşkere dibînin ku dixwazin weke Kurmanc bên qebûlkirin jî, nexasim nifşên navsere ji ber van adetên wan, wan weke mitirb bi nav dikin û li ber çavê wan statuya wan a civakî jî ev e. Em li vir nakokiyeke eşkere di navbera daxwaza prestîj û statuya civakî li aliyekî û berjewendiyên yekser madî û aborî — şabaş — li aliyê din dibînin. Û diyar e, dibe ku dewra vê yekê di wê mihafezekariya ku li Stenbolê êdî nemayî ya li Elmanyayê de hebe.
Fehmî Hezexî, sermeselê, behsa wê yekê dike ka çawa li derveyî dawetan hewl dide derfet û mekanên îcrakirinê ava bike. Ji bilî çûna festîval, şahiyên cihî yan jî herêmî, albumên wî jî hene. Wekî din ew gelekî hay ji wê yekê heye ku bi “çêkirina Mirad” ew xwe çêdike. Ev hewldanên yekser in ji bo çêkirina statuyeke nû ya “maqûl”. Lê nakokiya li jor me behsa wê kir, sînorên van helwdanan diyar dike.
Kemaçejena jin!
Belkî jî yek ji tiştên ku li Stenbolê bi temamî derdikeve derveyî adetên “mitirban” ew e ku keça Ekremo bi xwe [Berçem] jî diçe dawetan. Gelo hinên din wê çav lê bikin û qalibên mitirbiyê bi temamî bişikînin yan, ew ê îstîsna bimîne? Çend salên li pêşiya me wê li Stenbol û Ewrûpayê vê yekê jî nîşanî me bidin.
Vizyon, muzîk û guherandina nasnameyê
Vîzyona huner û ji vê û wêde jî diçe. Mitirbên li Nisêbînê, li ber kemaça xwe hewl didin orgê bi kar bînin. Lê esas yekî ku nûkerî di vî warî de kir, ne “mitirb” e; em behsa Hakim Lokman dikin; wî bi xwe paşê xwe hînî lêxistina kemaçê kiriye; ew li Elmanyayê mezin bûye û bîra wê yekê biriye ku muzîka elektronîk biavêje pişta muzîka xwe ya sereke ya kemaçeyê.
Mesela, ji ber ku hevdîtina yên li Stenbolê bi arebeska Tirkî û belkî Popa Tirkî re ye, em dibînin ku ew bîra vê yekê nabin, yan jî ew vîzyona wan nîne ku di warê muzîkê de hilberîner bin û belkî jî bi vê yekê di nava nifşên ciwan de karibin bibin xwedî prestîjeke ku statuya wan a civakî jî biguhere..
Li şûna encamê
Em li Ewrûpayê jî, li Stenbolê jî eşkere li aliyekî meyla guherîna nasnameyê û li aliyê din a statuyê dibînin hem di nava îcrakeran de û hem jî di nava wê civakê de ya ku îcrayên wan di navê de çêdibin û wan kêm dibîne. Li Stenbolê nîşanên wê yekê hene ku sermeselê Ekremo û birayê wî Îlhan êdî muzîkjenên dawetan in, yan jî hozan in, dîsa jî em di meseleya zewacê de hîna sînor û bendan dibînin. Sermeselê, Îlhan erê bi jineke Kurmanc re zewiciye, lê ew jin ne ji Torê ye, ji Diyarbekirê ye. Yanî îhtîmala ku xelkê Torê ji mitirban nezewicin yan jî nehêlin keçê wan bi mitirban re bizewicin, hîna jî gelek e, tevî ku ew hêviyan ji xwe dikin, weke Kurmancan radibin û rûdinin jî, ev sînor hîna hene.
Li Elmanyayê hewldaneke aktîf a çêkirina nasnameyeke nû weke hunermend yan jî hozanên gelê Kurd, li nava civaka li Torê li nakokiyeke dialiqe; mirov dikare vê nakokiyê weke mecbûriyeteke aborî ya muzîkjenan bi nav bike: Ew jî rola şabaş û rûniştina li ber xelkê di dawetan de ye. Bi her halî ji bo nifşên nû li Stenbolê û li Ewrûpayê jî ev sînor êdî ne hişk in; herçî nifşên navsere ne, diyar e ku hîna jê re gelek divê ji bo ku karibin muzîkjenên profesyonel ên dawetên xwe, karibin weke muzîkjenên profesyonel bibînin. Ji ber wê jî ew wê peyva ku maneya kêmkirina civakî, heqareteke statuya kêm lê barkirî ye, yanî mitirb hîna jî bi kar tînin.
* Ji bo besîtkirinê niha em vê binavkirinê bi kar tînin, di dewama gotarê de, mesele wê hinekî din ji hev bê derxistin.
** Di nava xelkê de gava weke yekî ji civakê behsa wî bê kirin, dibêjin, Mihemedê Hozan jî.
*** Sermeselê li Elmanyayê Koma Pîra.
**** Binihêre li sohbeta Luqman Guldivê bi Fehmî Hezexî re di hejmara Yeni Ozgur Politika ya 14´ê Adara 2020´an bi sernavê “Bi xêra me û Mirad”.
***** Binihêre li teza doktorayê ya Argun Çakir. From charity-seeking to music-making: An ethnography of peripatetic adaptation in the Mêrdîn (Mardin) area, southeastern Turkey; li beşa Kurdish Studies a Zanîngeha Exeterê hatiye teslîmkirin 15´ê Sibata 2021´ê.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 43 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/- 15-11-2024
Gotarên Girêdayî: 2
1. Dîrok & bûyer 08-06-2023
1. Kurtelêkolîn Berxwedana bi kemanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-06-2023 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Muzîk
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 16-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 15-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 43 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.19 KB 15-11-2024 Aras HisoA.H.
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Ji Kampanyaya Çetir banga Jiyana rojnamevanan biparêzin
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Kurtelêkolîn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em weke PKK li Rojava nîn in
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Hasan Bîter
Kurtelêkolîn
Ji bo piştgiriya Rojava, şandeyek ji Bakur serdana Başûrê Kurdistanê kir
Kurtelêkolîn
‘Rojava rûmeta me ye’
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Jiyaname
Mîna Acer
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Narin Gûran
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
Jiyaname
Diya Ciwan
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Erdal Kaya
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Hêlîn Umît: Di kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Resul Geyik

Rast
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
24-11-2024
Sara Kamela
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Kurtelêkolîn
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
24-11-2024
Sara Kamela
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
Kurtelêkolîn
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
01-12-2024
Sara Kamela
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
Kurtelêkolîn
Parlamenterên Ewropayê koma ‘Dostên Gelê Kurd’ ava kir
23-12-2024
Evîn Teyfûr
Parlamenterên Ewropayê koma ‘Dostên Gelê Kurd’ ava kir
Kurtelêkolîn
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
23-12-2024
Evîn Teyfûr
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
Babetên nû
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  531,844
Wêne
  113,284
Pirtûk PDF
  20,686
Faylên peywendîdar
  109,179
Video
  1,712
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
292,131
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
91,114
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,414
عربي - Arabic 
32,828
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
20,350
فارسی - Farsi 
11,710
English - English 
7,823
Türkçe - Turkish 
3,690
Deutsch - German 
1,809
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,686
Şehîdan 
4,308
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,773
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,748
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
518
PDF 
32,569
MP4 
2,852
IMG 
208,757
∑   Hemû bi hev re 
244,696
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Ji Kampanyaya Çetir banga Jiyana rojnamevanan biparêzin
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Kurtelêkolîn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em weke PKK li Rojava nîn in
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Hasan Bîter
Kurtelêkolîn
Ji bo piştgiriya Rojava, şandeyek ji Bakur serdana Başûrê Kurdistanê kir
Kurtelêkolîn
‘Rojava rûmeta me ye’
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Jiyaname
Mîna Acer
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Narin Gûran
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
Jiyaname
Diya Ciwan
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Erdal Kaya
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Hêlîn Umît: Di kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Resul Geyik

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 16.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.656 çirke!