Li ser Rojava romaneke bi zimanê Fransî
Yasmina Kramer: Ez di nava şervanan de bûm. Vê gelekî tesîr li min kir, mirovên ku min li Çiyayên Şengalê, li Sûrî, Minbic û #Kobanî# dîtin bandoreke diyarker li min kirin… Hêza wan îro jî min hildigire.
Yasmina Kramer a ku bi eslê xwe Elman û Fasî ye, sala 1981´ê li Cezaîrê hatiye dinê. Lê piştî sala 1988´an ew ji wir veqetiyaye. Ew gelek caran çûye Kurdistan, Sûrî û Iraqê. Piştî ku ji bo rêxistina alîkariya insanî “Bijîşkên bêsînor” (Médecins Sans Frontières) elaqeya wê ji bo zilma bi şer a li ser xelkê çêdibe, bi rojnamevaniya serbixwe karê xwe dewam dike û herî dawî jî romanek nivîsand: La Louve de Dêrsim (Gura ji Dêrsimê). Ew behsa jiyana wan şervanên Kurd dike yên ku DAIŞ´ê têk dibin. Ew ji bo sedema nivîsandina romana xwe ya ku vê mehê hat weşandin, dibêje, “Min xwest rûyekî wan şervanên Kurd hebe, yên ku ji bo man û hebûna xwe têdikoşin.”
Edîtora ViaBooksê, Olivier Phelip wiha behsa vê romana pêşî ya Yasmina Kramer: ‘‘Ew derba xwe xurt û xweş datîne bi romana xwe ya pêşî. Ew me dibe nava tabûreke jinên Kurd ên ku şerê DAIŞ´ê dikin. Vegotineke ku me tam dixe nava rastî û sêwirandinê, nivîseke weke mîtralyosan ya ku şahidiyê li şerekî bênavber dike.”
Ev roman, ne romaneke bi temamî fîksiyon e, roman encama kar û lêkolîna bi salan a Yasmina Kramer e. Ew bi xwe şahidiyê li şerê jinên Kurd ên di tabûreke jinan de dike. Roman li gorî Phelip şokek e: Roman rêya kaş û bilind a di navbera rastî û fîksiyonê de dide ber xwe da ku peyama wan jinên xwedî wêrekiyeke bi ezamet çêtir bihewîne; ew jin ji bo hebûn û xwebûna xwe şer dikin, herçî welatên rojavayî ne bi giştî xwe li wan kerr û kor dikin.”
Dişibe belgefilmekê
Roman dişibe belgefilmekê; gava mirov romanê dixwîne, weke ku mirov çûbe gerekê, kamerayek li ser milê mirov be û metneke nivîskî li ber mirov be; ji ber wê Olivier Phelip dibêje, “Em tam jî dikevin nava komên berxwedêr ên Kurdan. Nivîs bi lez e, wekî guleya tivingê. Sifetên ne lazim nînin, hevok rêz dibin, carinan dişibe vegotina senaryoya (synopsis) filmekî aksiyonê. Ji bo hestan dem nîne. Em rûpelan li pey hev dixwînin, bi hewara şerekî êriş û lêvegrandina êrişê de. Kesên di romanê de cihê xwe digirin ên jin, hatine çêkirin ji gelek fîgurên bi rastî yên ku Yasmina Kramer ew dîtine. Em xwe weke ku li cem wan rûniştine hîs dikin, di xwendina xwe ya bêdeng de em carinan tevizîne, û gelek caran jî heyran in. Van jinên serhildêr rahiştiye sîlehan da ku nasnameya xwe rizgar bikin, ne ku hegemonyaya xwe ferz bikin. Gava mirov dawiyê li xwendina kitêbê tîne, mirov demeke dirêj van rûyên azadiyê di bîra xwe de digire: Asya, Sara, Dilgîn û yên din. Em Cesare, Milo yan jî Guevara jî ji bîr nakin, şervanên biyanî yên ku li kêleka wan şer dikin.”
4 salan li ser romanê kar dike
Yasmina Kramer bi xwe wiha behsa pêvajoya nivîsandin romanê dike: “Ev karê 4 salan e û qismek jê jî ez di nava şervanan de bûm. Vê gelekî tesîr li min kir, mirovên ku min li Çiyayên Şengalê, li Sûrî, Minbic û Kobanê dîtin bandoreke diyarker li min kirin… Hêza wan îro jî min hildigire. Min xwest vê kitêbê binivîsim da ku behsa şerê wan bikim, û da ku ew neyên jibîrkirin. Îro jî zilm li Kurdan tê kirin û ew tên bindestkirin. Rewşa wan li Sûrî û li Şengalê gelekî nazik e di navbera dewleta Tirk a daîmen êriş dike û vegereke muhtemel a DAIŞ´ê de. Ev kitêb ji bo tevahiya şervanên li dijî tarîperestiyê têdikoşin e. Ew diyarî bibîranîna Sakîne Cansiz jî hatiye kirin, fermandara gerîla ya Kurd û damezrênera artêşa jinan; ew diyarî herdu hevrêyên wê Fidan Dogan û Leyla Şaylemez jî hatiye kirin, her sê jî li Parîsê hatibûn qetilkirin.”
Ew di dawiyê de dibêje, “Min xwest rûyekî wan şervanên Kurd hebe, yên ku ji bo man û hebûna xwe têdikoşin.
Çîroka Romanê
Weşanxaneya Belfondê wiha behsa romana 148 rûpelî dike ya ku îsal weşandiye:“Piştî êrişa 13´ê Mijdara 2015´an Parîsê hîna miriyên xwe dihejmartin. Di heman wextê de çar hezar kîlometreyan dûrî wir hêzên Kurd bajarê Şengalê li Iraqê rizgar dikirin. Di nava wan de gelek jinên ciwan hebûn, yên ku ji bo destekê çûbûn… ew di şerê li dijî DAIŞ´ê de qet dudilî nebûn. Jinên biryardar, yên amade ne ku nirxên xwe û tîna xwe ya ji bo azadiyê biparêzin. Yasmina Kramer bi wan re bû û xwest edaletê çêke ji bo wanên ji bo azadiya xwe û ya me sîleh tercîh kirin.
Romaneke destpêkê ya bi ezamet û heta mumkin e nêzî rastiyê.”
* Yasmina Kramer. La Louve de Dêrsim. Edition Belfond, 148 rûpel, sala 2023´yan derçû.
[1]