Zana û fîlosofê mezin: Ceferqulî Zengilî
#Kakşar Oremar#
Ceferqulî bi nivîsandina helbestên Kurmancî û nivîsandina berhemên din xwedî rolekî dîrokî bûye ku bi karê xwe re bikarîbe Kurdên bakurê Xorasanê bi kesayetî û zimanê wan yê zikmakî bihesîne.
Ceferqulî Zengilî di nava Kurdên bakurê Xorasanê an jî bi navê din cihê ku ji hêla hinek gerokên biyanî ve wekî “Kurdistana Xorasanê” jî hatiye naskirin, ew wek arif, helbestvan, hunermend û zanayekî naskirî ye. Serdema ku wî dest bi xwendin û nivîsandinê kir, ger xwedî hêzeke zatî û îrfaneke bilind nebûya, nedikarî wiha hêsan û bi wê keda xwe navê xwe di dilê dîrokê de biparêze. Karekî giran ku tenê kesên xwedî gotin û ramanên kûr yên felsefî dikarin tê de biser bikevin. Paşnavên wî yên weke: Ceferqulî Zengilîyê Kurd, Ceferqulî Bîçare, Caferrqulî Endelîb, Ceferqulî Moxtar, Caferrqulî Kurd û hinek navên din vê rastiyê bi me didin îspatkirin ku ew li herêmeke berfireh ya li derveyî sinorên erdnigariya xwe ya jiyanê, geriyaye û di nava gelan da kesekî naskirî bûye. Navê wî hatibû ji bîr kirin û hinek berhemên wî jî tenê di nava dil û mejiyê feqîr û hejarên Kurd, Tat û Farsên Xorasanê da zindî mabûn. Mamosta Kelîmulah Tewehudî bi kedeke bêrawestan ew berhem ji zarê xelkê bihîstin û komî ser hev kirin. Ew berhem di dîwaneke helbestên Ceiferqulî Zengilî da dema ku êdî bi yek carî ew dihate ji bîr kirin, hat weşandin.
Bi saya Kelîmulah Tewehudî hat nasîn
Îro bi xêra keda kesên weke mamosta Kelîmulah Tewehudî piraniya Kurdên Xorasanê Ceferqulî Zengilî nas dikin. Niha di nava Îraniyan da ew wek “Melil El-şuarayê Kurmanc “ tê naskirin. Jiyana wî tije evîn û wefadarî ye. Evîneke îlahî û manewî ku hê di temenê ciwaniyê da ket nava dil û mejiyê wî, lê heya mirinê berçêla wî berneda.
Ceferqulî Zengilî û Firdewsî
Dema di nava Kurdên Xorasanê de navê wî tê bihîstin, şaîrê milî yê Îranê Hekîm Ebdulqasim Firdewsî( 940 -1020 ) tê bîra me. Firdewsî bi nivîsandina dîwana xwe ya naskirî “Şahnamê” karî hem kesayetiya Farsan û hem jî zimanê wan li hemberî hêrişa Erebên misilman biparêze. Dîwana ku di hemû rûpelên wê de yek peyva Erebî nayê dîtin. Li gor min ramanên Ceiferqulî ji yên Firdewsî berfirehtir in û wî bi nêrîneke realtir li derdora xwe nêriye. Elbete belkî mercên dem û çax jî xwedî bandor bin, lê di dema Firdewsî de jî ji xeynî Farsan komên din yên etinîkî jî li Xorasanê hebûn. Ceferqulî bi nivîsandina helbestên Kurmancî û nivîsandina berhemên din xwedî rolekî dîrokî bûye ku bi karê xwe re bikarîbe Kurdên bakurê Xorasanê bi kesayetî û zimanê wan yê zikmakî bihesîne. Lê ferqa di navbera Firdewsî û Ceferqulî Zengilî da ew e ku wî bi awayekî real li civaka xwe nêriye û bi zimanên Farsî, Kurdî, Erebî û Tatî jî helbest nivîsandine. Firdewsî di bin bandora şahên serdema xwe de karekî mezin kiriye û di nava Îraniyan da navekî xuyaye.
Neçûye mizgeftên misilmanan
Ceferqulî kurê Mela Rizaqulî di sala 1848´an de li gundê Goganlo di nava malbateke hejar de hate dinê. Ew gund yek ji kevntirîn gundên herêmê ye ku girêdayî bajarê Qoçan e. Ceferqulî ji êla naskirî a Zengilî an jî Zengilanlo ye ku di dîroka herêmê da ji ber hinek taybetmendiyên xwe pir naskirî ne. Sedem nayê zanîn, lê ew ji zaroktiyê neçûye mektebxaneyên ku di mizgeftên misilmanan de zarok ji hêle meleyan ve hînî dersên dînî û zanistên îlahî dibûn. Yanî kesekî nexwende bûye lê bi îlhameke ji hundirê rih û hisên xwe şîir gotine û carna jî bi saza xwe stran gotine. Bi xwe wiha dibêje: ”Mele nînin, xûdbendêm,
we sê cizmê Quranê
Ne mele me, helbestvanim,
sond bi sê cûzên Quranê…”.
Hinek jêder didin diyarkirin ku wî di salên dawiya jiyanê de xwe hînî xwendin û nivîsandinê kiriye, lê ti belgeyek di dest de nîne ku destnivîsên Ceferqulî Zengilî nîşanî me bidin. Carna mirov ji xwe dipirse gelo dibe ku kesekî wiha zana û jîr nexwende be? Ceferqulî di temenê 18 saliya xwe de dibe evîndarê keçeke delal bi nave Mêlwarî. Di wêjeya Farsî da ew nav wek Morwarîd tê nvîsîn. Êdî ji wê roja hevnasînê heya mirinê navê Mêlwarî di piraniya helbestên wî da tê dîtin. Tevî wê êdî rêya jiyana wî jî tê guherandin. Mêlwarî dibe fanûsa ronahiyê li ber rêya wî ya jiyanê. Zaniyarî li ser wê keçikê kêm in, lê hinek jêder wê wek dotmama Xeifer binav dikin. Hinek jî dibêjin ku ew nav û kes qet tunebûye û di helbestên Ceferqulî Zengilî de ew nav wekî “sembola evîneke esmanî” hatiye bikar anîn. Di helbesteke xwe de wiha dibêje:
“Ewel ji Xwedawend, duwum ji Ebbas Mêlwariyê
ta lêwa qewrê dexazim Delîlê gomrahan
ya Xizr û Ilyas ya Mêlwariyê xa,
ya sewrê dexazim “
Rih û hisên Ceferqulî tevlîhev dike
Şaîrê ciwan evîndarê xweza û sirîşta herêma xwe ye. Carna şivanê pez e û wek kesekî sergerdan hay ji xwe nîne. Rojekê hay ji lêxistina dutara wan qereçan dibe ku li biniya çiyakî nêzî gundê wan rewşmalên xwe vedane. Dengê wê sazê li ser dil û hisên wî xwedî bandoreke bêdawî ye. Bizinekê dide xwediyê dutarê û digire destê xwe. Apê wî ji karekî wiha nerihet dibe û wî neçar dike ku careke din bizina wî vegerîne û wê dutarê ji mala wan dûr bike. Karekî wiha rih û hisên Ceferqulî tevlîhev dike. Wek dîna lêtê û di hesreta bidestxistina dutarek din de dimîne. Êş û elem cane wî digûvişînin ser hev û bêhêz di koncê male de dimîne. Demekê wiha derbas dibe heya ku di şeveke tarî de û dema ew raketiye di xewnê da dutarek jêre tê pêşkêşkirin. Êdî ew xewna han hemû jiyana wî diguherîne. Ew êdî aşiqekî naskirî ye ku peyv û awazên wî saniyekê jî ji herikînê nasekinin. Ji ziman û saza wî derbasî nava sing û dilê xelkê dibin, dikevin ser zimanê wan û sinoran derbas dikin. Êdî ew helbestvan û awazxanê irfanî yê nava dilê civakê ye. Ew eşqa îlahî ya di xewnê da dîtî wiha beyan dike:
Şewê çûyî we xewê da,
dane min wî dutarê şewê axirê çarşemiyê,
ketim we wî azarî Min gerandin şehr we şehr,
birne Xûwe û Buxara, perde hate hilanîn,
min dî rûyê Gulozarê Mi nalî( nolî-mîna ) wî senemî, nedî le tu diyarî…
Hunera sereke û yekê ya Cefer vehûnandina helbestê ye, lê weke bixwe dide diyarkirin pir xweş jenîna dutarê jî zaniye. Heya roja îro kesî nekariye weke Ceferqulî helbestên Kurdî bi zarava Kurdên Xorasanê binivîse û bi qasî wî bikeve nava dilê hemû çînên civakê. Ev helbesta wî di nava xelkê nav û dengekî mezin heye:
“Dilwera min,
min le te carê nezerkir bêmelal natra Macnûn je min, bêgane bû eqil û kemal…. ”
Hinek jêder dibêjin Ceferqulî di temenê 90 an jî 95 saliyê de li sala 1915´an wefat kiriye û li dereke nediyar hatiye veşartin.
Jêder:
Pirtûkên Kelîmulah Tewehudî:
-Dîwana Irfanî ya Ceferqul
-Hereketa dîrokî ya Kurd ber bi Xorasanê
[1]