Cinênva Li Ser Zemîn Dê Biser Bikeve
Pêşeroj Cewherî
“Em dibînin ev piroje jibo hemî #Sûriya# pêşerojê derbasdar e, û bi vî awayî fedralîzma Rojava –Bakurê Sûriyê dê bibe bingeha Sûriyek nûjen hevgirtî û federal, avakirî li ser rastbîniyên dîrokî û xaknîgariya gelên xwe“.
Dema tevgerek li ser zemînê ne di nav gelê xwe de be, fena masiyê ku ne di nav ava xwe de ye, ev tevger dê çawa karibe hêmanên serkevtinê bide aferandin. Ji ber vê çendê, ez dikarim bêjim ku, şensê Cinêva li ser zemîn ji ya sêyemîn di warê pêşveçûn û serkevtinê de pêtir e. Ha di vir de, mirov dikare mijara gotinê, ango danûstendinê li Cinêvê tê kirin bide nirxandin. niha çi tevgera li ser erdê ne cîgirtî be dê nikaribe hel û mercên xwe jî bi çi aliyekî ve bide pejirandin û dê ne xwedî gotin be.
îro tevgera azadiya Kurdistanê bi şêweyekî giştî û tevgera Rojavayê Kurdistanê bi şêweyekî taybet ji her kesî bêtir vê rastiyê dişopîne û di vê rê de em dikarin bêjin ku, çi hêz hew dikare gelê Krd paşguh bike, bi taybetî hêzên xwedan bandor yên navnetewî. û kesek li şûna miletê Kurd nikare xwe weke enternatîf pêşkêş bike mîna sedsala borî, îro gelê me pêşengiya azadiya gelan li Rojhilata Navîn dike, bi hizr û ramanên demoqratîk û ked û xwîna şehîdên xwe bi wateyek din kes hew dikare fena berê xwe weke berdevkê gelê me bide nîşandan. çi li ser asta navherêmî yan li ser asta navnetewî.
di heman demê de, em baş dizanin ku, dîroka siyasî çawa tev digere, di çarçova rewş û rojeva cîhanê de. em dizanin ku dema netewdewletan bi wî şêweyê teng û tundrê têper bûye, çi di warê olî de yan di warê nijadperestî de û pêwîste, yek ji hêla her kesî ve were nasîn. Çimkî di sala 1792an de dema dawîtirîn qiralê Firensî Liwîsê şazdemîn hat darvekirin qonaxa serdema netew – dewlet destpê kir û berbelav bû di hemî cîhanê de hêjayî gotinê ku vê qonaxê li Rojhilata Navîn ziyatirî sedsalî berdewam kir, lê pêwîsta di heman demê de were zanîn ku, dema Sedam Hisênê gordojehî hat darvekirin dawî li rêbaza netew-dewlet hat û çi aliyê siyasî yan dewletên herêmî vê hevşengiya dîrokî ji nêz ve nebîne û di ber çavan re derbas neke, bêguman dê pêşeroja wan di heman çarçovê de be.
ha di vir de pêwîst e hemî aliyê serkirde li Sûriyê vê yekê bizanin ku diktator hew dikarin bibin enternatîf li şûna dîktatoran , ango hevpeymana hevrikiya Sûriyê nikare Sûriya nû bi rêkûpêk bike û tucarî li şûna rêjîmê nabe enternatîf û eger hevpeymana Sûriyê bi feraseta nijadperest berdewam bike jî, sed der sedî wê têk biçe. û Sûriyê dê ber bi perçebûnê ve here.
berovajî van ferasetên paşverû tevgera azadiya Kurd li Rojavayê Kurdistan dema rêbaza sêyemîn da helbijartin ev rastiya mijara gotinê baş dizanî. lewra îro jî di vê çarçovê de tev digere, ji ber ku miletê kurd xwedan dîroka pazde hezar sal e, û heta niha li ser xaka bav û kalên xwe ye ango miletekî bi vî şêweyî xwedan dîrok û xaknîgar be ma qey dijminê gelê Kurd heta vê astê kor û ker bûye, dema tevgerek siyasî yan dewletek mafên gelê Kurd mandele bike, bêguman ji dîrokê derdikeve û coxrafiya jî dê winda bike. û di dawiyê de riya rast û dirust wê biser bikeve. dema tevgera azadiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha mafên gelan ku xwe disperse pîtoliya (felsefe) netewa-demoqratîk rastiya dîrokê bi xwe şîrove dike, ji ber vê çendê, îro em dibînin hemî pêkhateyên Rojava himêz dike û her kes li gor çand û dîroka xwe jiyana xwe di çarçoveya herêma Rojava- Bakurê Sûriyê de wê biparêze, û em dibînin ev piroje ji bo hemî Sûriya pêşerojê derbasdar e, û bi vî awayî fedralîzma Rojava –Bakurê Sûriyê dê bibe bingeha Sûriyek nûjen hevgirtî û federal, avakirî li ser rastbîniyên dîrokî û xaknîgariya gelên xwe .[1]