Sê #Dagîrker#
Bêkes Têlo
Ezbenîno gava wêran bi ser mirovan wer dibe, can û giyanên wan pûç û balûle dibin û ji dîwarê hawirdorê direvin. Di cî de çavên xwe li serkirdayetiya xwe digerînin, pêwîstiya wan bi strana rêberan heye.
Tu weke stêrka nîv vemirî, bimmînî nependî. Gava tu çêbû, tu di nav hembêzan de bûyî, lê niha gava tu dimirî, tu bi tenê yî. Hey hawrê mino!
ji te, ji xwe û ji wan dilgiran im. Volqane ! Volqan hat û tirs kete bin berfê…erdhej e! Çavên asoyê şeliqî ne, nima berbanga sosinan dibîne. Gava giyan di paneberiyê de wer dibe, pêrgî asêgeh û avjîniya xeyalê ser deştên hemû azardilî dibe, hişê te ba dide. Nima tiştek dilive di mejî de û tu pûçî pepûkî li hêviya nûqitek av bi dirêjî li benda dimînî. Ew hêviya bêkes weke min bêxwedî nabetile, ji ber ku li ber te ti stêr nemaye ji bilî ew canêşiya ku tu jê hatiye hûnandin.Tu di navbera du dagirker an, nûvejîna Canêşa Xakê a berdewam û peyvan de mayî. Peyvên ku xewnan li ber te vedikin ji bêriya dîroka hilwişyayî, ne ezman ezmanê te ma û ne bihar ji te re vebû. Hêjî hewara me di zivistana qûrs de xwe radayî hiştiye. Dibe tu têbigihêjî bê dagirkirin çawa ye, lê dagirkirina şoran, peyvan hebek bi te zor e birako. Dengvedana wan avgula ramûsanek e ku ti tam nagihê ye, rojnama sorgulên bêriyê ne?.
Zarokekî ji wira dipirse. Erê ! ew yekeke ji kul û birînan biçûkê mino…ew hest û raman e, di sibehan de ji te re dibêje sibha te bi xêr û di şevan de kezeba te cegerperitî li ser maseya Koran divezilîne. Dihêhle tu her sibeh rabigihînî ku duwaroj bêjî: Ez ê neêşim!… xaxaxaaa gerek tu bizanîbî ku ev ji poxên şevê ne û bêdengî evîn e ji wan re…ew dengvedan lalan e. Ev tu çima wisa li min dinêrî? Hebek dî tê ji xemgîniyê serxweş bikevî. Bizanibe!.. ku ti kes nikare şîniya te bişo ji bîlî te..Ticar li benda nemîne, ku firmsikên pêlên deryayê ewê karibe ji te bêriyê bar bike. Ji çerxê re û ji şikestinên wê re bêje, hêjî ez xûlamê sûrgunê me, lê newestyame. Ji ber ku fêrî zimanê berxedanê bûme, ku hemû zimanan li ber lal dibin.
Birako! wa hawrê mino…. tu dizanî ku dagiriyeke hew jê aloztir a sisyan li ba min heye? Tu nima li ber min qala navê rêber bilêv bikî, ez ê ji çermê xwe derkevim û ez ê bibim Drakola ha. Ne rêber û ne rêbero û ji xwe Rêberên me li Rojava haho, hahhooo…kî bixwaze nexwaze, tawanbar in di vê kêlîk de ku pêwîste lêv û çermê me nêzî hev bikin. Ma ew ê çi bibe ger Qubad[1] ji gora xwe rabe û me bike destek? Û ala Mîdya weke zîngila namûsê lê bixe, belkî pozê me bişewite. Ma bû çi, tenê bi ser me de sawîra xewê xwe dirêj kiriye….
Ezbenîno gava wêran bi ser mirovan wer dibe, can û giyanên wan pûç û balûle dibin û ji dîwarê hawirdorê direvin. Di cî de çavên xwe li serkirdayetiya xwe digerînin, pêwîstiya wan bi strana rêberan heye.
Hey ez nabêjim xarîzma (karîzma) em vê zanin ku ne birayên me yên mezin û ne neyar rê nedan me em vî ocaxî biafirînin, lê bi kêmanî li ser qada xwe bin.[1]