#Penaber#î Êşa Bê Sînor
Tiştê ku hişt ez vê gotarê binivisînim ; berî demekê bûyerek bi min çêbû, wilo bi gavên şikestî wek dilê penaberan, ez li bajarê nêzî gundê ku ez lê dijîm dimeşiyam, ji nişka ve min xwe dît di himbêza mirovekî, û matmaybûnê min zeft kir, mirovekî por reş nala min û tevî penaberan, ku çawa digirî, mîna barana ji erd û izman bibare, wî mirovî pirsa pêşî ji min kir: tu erebî – bi zaravê şamî – min lê vegerand: Na lê ez kurdên Sûrî me, hêdî hêdî min xwe ji himbêza wî derxist û pê re çîroka xwe ji min re got: ku yazdeh mehê wî li Elmaniya ye û hîn mafê penaberiyê nestendiye, û her girî betal nekiriye û qala zarokên xwe î li Sûrî dike, û dibêje divê ez vegerim Sûrî û li cem zarokên xwe bimirm ji min bi rûmetir e, çiqasî min hewlda ku wî ji biriyara wî vegerinim ,ji ser biriyara xwe venegeriya.
Ji bo em saloxa vegera wî ji wan re bibêjin, bi zimanê xwe yê qels min bi zorê yê revebir da fêmkirin. Di meha Avdara 2011an de, pirê miletê Sûrî bi hemû pêkhatiyên xwe, bi çirûskên xewneke nû hêvîdar bûn, çirûsikên azadiyê, lê mixabin, her ku dem bi pêş ve çû, ew xewn belav bû, û pê re miletê sûrî jî belav bû, li hemû welatên cîhanê, ji encama şerê bêhempa, piştî ku şoreşa milet dest bi çekdariyê kir, yê mir, mir, û yê ku derfet bi dest ket reviya reveke neçar.
حسن حليمة
Hesen Helîmê
Du parên mezin ji penaberan li welatên derdor Sûrî belav bûn, û wek wan jî li hindirê welat belav bûn, û beşeke din li welatên Ewrupa bûn penaber, bê gûman kesên ku gihan Rojavayî Ewrupa, ew yên bi herî şens bûn, tevî zehmetiya rê, rêya av û meşê, ew rêya ku bi hezaran jiyana xwe ji dest dan, wilo hinek kes bûn gorî ji hinek dî re.
Rewşa penaberan li welatên derdor Sûrî rewşeke pir zor e, rewşeke hemû jan û kêş û merezî û feqîrî ye, merov li rewşa welatiyên wan dinehêre, merov rewşa penaberên Sûrî nas dike, wek li Urdin û Turkî û Libnan û Iraqê û çend welatên Erban yê din, ev welatên ku li ser hilm û pifekê ne ku ji Sûrî xerabtir li wan bê. Di wê dema min biriyar da ku ez ji welatê xwe bar bikim, tim di bîra min de ye katijimêra sisiyê sibeha, dema min berê xwe ji Rojava da Başûrî Kurdistanê -Sêmalka – ez yê ku ti carî ji herêma Cezîrê derneketibûm, ez yê bi sedema leşkeriya neçar ya Sûrî min Şamê dît, û hin bajarên ku basa Diclê tê re derbas dibû, ji dergeha sêmalka rasterast min û zarokên xwe me berê xwe da dergeha Birahîm Elxelîl, ji derketina min ji rRojava hestê penaberiyê dawerivî dilê min, min digot qey xelik giş li min dinêrin û ji hevû dû re dibêjin ev penaber e, û ev hest li Istenbolê xurtir bû.
Ez ji nav penaberan penaberê bi herî qird bûm, min westandin di rê de nedît , wek fireke av derbasî herêma kurdistanê bûm û wilo jî derbasî Tirkî bûm û bi firokê giham Elmaniya . Li kampê pêrgî gelek mirovan hatim nemaze Kurd, ji ber Kurd bêhemdî xwe li xerîbiyê xwe li hev digirin, her penaberek çîrokeke wî bi ava deriyaya Ica re hebû, ew deriyaya ku xweşik dizane penaberan di hinava xwe de winda bike, nexasim Kurd, xortan çîrokên xwe yê xemgîn digotin, yên ku wextî bifetisiyana û yên ku lêxistin li ser sînorên Sirbiya, Meqedoniya û Elbaniya dixwarin ji xilaf ku çeteyan ew tazî dikirin, û me ketûpiriya xwe ji hev re didan xuyanîkirin, ji ber hijmara penaberên Meqdonî û Sirbî û Elbanî li kampê ji penaberên Sûrî bêtir bûn û deh caran li me bûn.
Tevî pirogramên asê ji aliyê hukûmeta Elmanî ve, çi bi dibistanên ziman ji mezinan re û çi bi aheng û civatên lidar dixin, lê mixabin pirê penaberan hîn ji tenbeliya xwe rizgar nebûne, piraniya penaberên Sûrî -nemaze Ereb – li herêma ku ez lê dijîm, xwe nêzî civaka Elmanî nakin bi biyaniwa ola islamî, tim ji min re dibêjin ev tişt heram e, û nabe em bi wan re bidin û bistînin, pirsa ez ji wan dikim: Çima tu hatiyî vir? Dibêjin: Ma li welatê me şer e, lê ew penaber gelek tiştên dûrî sincê Islamê dikin, di hindirê xwe de ew penaberana dijitiyeke mezin bi derûna xwe re dijîn. Tiştê ku ji min ve li Elmaniya hat xuyakirin, ez dikarim bêjim ku piraniya welatiyên Elmanî kesên penaber werdigirin, û wan fêm dikin, û gelekî rêzgirtina qewat û girdişên penaberan digirin, lê li hinek tişt dimînin matmay wek pîrekên perdepoş ” muheceb ” û dema ku zilam silav dike û jina Misilman destê xwe nadêyê.
Dawiya vê gotarê li gor danûstendina min bi penaberan re, pirê wan dibêjin em ê vegerin, cihê xwe li vî welatî nabinin, tevî ku hukûmeta Elmanî gelek yasayên hêsan biriyar kirine ji kar û fêrbûna ziman, û dawî ez lêbûrîna xwe ji xwendevan û kesên ku li welat mane dixwazim, ji ber ez nabînim ku ji mafê min e, ku ez li ser welat binivisînim yan gotina welat bînim ziman, min xiyanetek mezin bi welatê xwe re kir, ji ber welat vê demê hewcedarî her kesî bû.[1]