Komînistên Jêrzemîna û Komînistên Modêl
Şêrko Ebdulrehman
Ew azadiya jinê dipejirîne lê di heman demê de #ola# wî ya nû şûkirina ji 4 jinan dipejirîne, ew wekheviyê dipejirîne lê di dema belavkirina mîrateya bavê û dayika xwe cudahiyê dixe navbera jin û mêr (xwişk û bira), ew şoreşger e lê bawer dike ku her tişt li ser eniya wî nivîsandiye!
civak
Di salên şêstî ji sedsala bûrî de ramanên komînîst bûbû modêl!. Ji şêstî û şûn de çanda komînîstan belav bibû mîna her modêlekê, çawa modêla porê dirêj û şerwalên şelisto di salên heftê de, modêla gumlekên gulgulî û gumlekên sade, lewma pir kes bûne komînîst, ne ku ew kes bi çanda komînal bawer bûn û doza hevkariyê û wekheviyê dikirin, na ne wisa bû. Ew kes li gorî modêla serdema xwe tev digeriyan. Kesên ku xwedî li ramanên komînîstan dernediketin weke mirovên paşverû dihatin dîtin. Ger ku ev pêşgotin baş wer fêmkirin em dikarin aloziya fikrî ya destpêka vê sedsalê fêm bikin. alozî ew e ku piraniya kesên qaşo komînist bûn anha di xeta sofiyan de ne, her wiha jî hin ji wan bi awayekî hişk bûne oldar. di nêrîna min de ev serbestiyeke ramanî ye, çimkî her kes mafdar e ku nêrîn, raman, ol, cil û teşeya xwe biguhere. Lê tiştê nayê pejirandin ku ew kesên qaşo di xeta pêşverûtiyê de bûn bikevin nava xeta sofî û oldarên hişk ên ku ji bilî xwe ti kesî napejirînin.
Ev dem dema hev û dû pejirandin û qebûlkirin e, ev serdema ku her kes dijberên xwe qebûl bike. Lewra pêwîst e her kes nêrîn û ramanên cuda qebûl bike û bipejirîne.
Li ser vê yekê ez dibêjim ku ew kesên ku anha ti kesî ji xeynî xwe qebûl nakin ew di salên heftê û heştê de; pêşverûtî û komînistî weke model dipejirandin, ji ber ku komînistên ji dil û can di jêrzemînan de bûn her wiha bi awayekî veşartî xebata xwe bi rê ve dibirin. lê pişt re bû modêl û nîşana hişê vekirî. Mijara min ew in komînistên modêl ne komînistên jêrzemînan. Ji destpêka vê sedsalê guherînên pir mezin di kesayetên mirovan hate belîkirin ji ber ku gelek nirx û sembol hatin hilweşandin û valahiyek giyanî derket holê lewma pir kes berê xwe dan sofîtiyê yan jî oldariya hişk û ziwa piraniya van kesan jî komînist bûn! Û ev çîna biçûk a hatî guherîn bûye barekî giran li ser milê vê civakê çimkî nakokiyan di nava xwe hilgirtine mîna zordarî û dadmendî, şoreşgerî û teslîmbûn, azadî û koletî, wekhevî û newekhevî.
Birastî ez pir zehmetiyê bi van kesan re dikişînim çimkî mirov nizane dê çawa diylogê ligel wî bike, li ser çi bingehê û bi kîjan awayî. Ew azadiya jinê dipejirîne lê di heman demê de ola wî ya nû şûkirina ji 4 jinan dipejirîne, ew wekheviyê dipejirîne lê di dema belavkirina mîrateya bavê û dayika xwe cudahiyê dixe navbera jin û mêr (xwişk û bira), ew şoreşger e lê bawer dike ku her tişt li ser eniya wî nivîsandiye!
Ev yek ji nexweşiyên civaka me ye tenê dem û azadî dikarin şîfayekê jê re peyda bike. Ji ber ku bi demê re pêşketin tê û bi azadiyê re her kes dikare ramanên xwe hilbijêre bêyî bandora zexta civakê, saziyên olî û zordariya desthilatdariyê.[1]