Bandora Buhara Erebî Li Ser #Jina Kurd#
Berxwedan Belo – Almanya
Buhara Erebî di sala 2011an ji welatê Tunisê destpê kir, dema ku jinek tûnisî bû sedema serhildana wî welatî, îdî jin û mêr daketin meydanên gelek welatên din yên di Rojhilata Navîn de, ku daxwaza wan tenê azadî bû. Gelên li Sûriyê jî serî hilda û bi yek deng banga helweşandina rêjîma Ba’as kirin, Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî piştgirîya miletê Sûrîyê kirin û beşdarî xwepêşandanan bûn, herwiha daxwaza azadî û bi destxistina mafê xwe yên rewa ku ji serdemê rêjîmê ve hatibûn binpêkirin. Wek tê zanîn hebûna jinê di civaka Erebî de hemû deman cihê qurbanîyên olî û netewî bû, tevlî beşdarbûna jinê di wan şoreşan de, nikarî azadiya xwe bi dest bîne. Jina Kurd hebûneke diyar di hemû warên siyasî, mîdiya û leşkerî di şoreşa Sûriyê de hebû, dema ku bi şev û roj mil bi milê mêr an daketin meydanan û bi yek deng banga azadîyê kirin, dema ku çek li ser gelê wê hate bikaranîn ji aliyê gelek dujminan ve, jina Kurd bi hemû hêzên xwe beramber wan dujminan berxwedanîyek balkêş kir. Mixabin hijmarek mezin ji keç û jinên Rojavayê Kurdistanê di rêya parastin û berevaniya xaka welatê xwe de jiyana xwe ji dest dan, lê qurbaniyên wan giha wê radeyê ku mîdiyayên seranserî cîhanê pesna rola jina Kurd li hember tîroristên xwînmij kirin û nerînek zelal û pîroz li ser Kurdan ji bo cîhanê dane xuyakirin. jina Kurd li hemo gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê di destpêka şoreşa Sûrîyê de rêkxistinên taybet bi jinê ava kirin û dest bi karên sivîl kirin mîna kors, civîn, encûmenên deveran û hindek caran beşdarî xulên fêrbûna zimans, çek û warê tenduristîyê bûn tevlî hemo zehmetiyên ku wek hemû şoreşan peyda dibin. Di warê ragihandinê de nav û dengiya jinê diyar bûye, dema ku di radio, rojname û kenalên esmanî roleke berçav hebû, dema ku jin xwe bi xwe radioyek bi navê jin li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê vekirin, herwiha keçek Kurd bi navê Nîsan Ibrahîm ji bo gihandin û belavkirina rastî û komkujiyên rêjîma Ba’as û tîroristên Daiş li bajarên Kobanê û reqayê li Sûrî karê xwe yê rojnamevanî û meydanî li dijî sitema li ser gelên wê kir, jiyana xwe ji dest da. gelek jin mîna Nîsan qurbanîyên mezin didin û bi sedan jinên Kurd kar dikin ji bo azadîya welat û civaka xwe. Ne wek salên berî şoreşê ku jin herdem binçav bû bi taybetî jina Kurd, dema ku ji tirsa li ser malbatên xwe ji zordarîya rêjîm û civakê çalakîyên xwe veşartî dikirin.
Di warê siyasî de: Tevlî ku hijmara herî mezin ya partiyên Kurdî di her çar parçên Kurdistanê de li Rojavayê Kurdistanê ye lê hebûna jinê di nav partîyê û li cihê biryarê de kêm e, li demekî ew hizira berteng ya ku dibêjê ” jin tenê bi hestên xwe biryarê dide ” pêwîst e di mîjî û hizira partîyan de nemîne, jiber ku jina Kurd îdî di hemû warên civakê de dikare bibêje ” Belê Ez heme, û dema binçavkirinê çû “, wate kes nikare hebûna jinê di warên pêşkeftina civaka Kurdî de tune bike. Ev dem demeke hestîyar e di Rojavayê Kurdistanê de, pêwîst e hemû aliyên wê yek dest bin û hemû kar û qurbaniyên jinê berçav werbigirin û xebata ku jina Kurd dike pêwîst e hemû aliyên civakê piştevan û harîkar bin, jiber ku ta astekê baş jin xwe daye pêş û van bi destxistinên civakî werin parastin. Pêşketin û azadîya welatan ji civakê destpê dike û civak ji azadî û pêşkeftina malbatan kat dide , wek tê zanîn jin stûna malbatê ye, lewma azadiya welatan bi azadiya jinê ye .[1]