Rastiya Xebata Kurdî Û Pirsine Rewa
#Merwan Berekat#
Ma gelo yek ji aliyê rikberiyê hebû, ku wan jî li herêmên Erebî silogana (Ereb û Kurd bira ne) bilind kirin”
Rastiya-Xebata-Kurdî
Merwan Berekat
Di destpêka şoreşa azadî û rûmetê ya aştiyane ku li ser destê zarokên Der`ayê di 15. 03. 2011an de çîk da, cemawerê Kurd û tevgera Kurdî ya rêzanî li Sûriyê biryar dan, ku ew beşek ji şoreşê ne, û li seranserî herêmên Kurdî xwepêşandanên aştiyane bi armanca rûxandina rêjîma El Be`s hatin kirin. Siloganên ku di kolana kurdî de dihatin bilindkirin tam diketin xizmeta şoreşê, û piraniya wan ne cudayî yên bajarên Der`a, Şam, Hema û herêmên Sûriyê yên din bûn, wek: Rûxandina rêjîma El Be`s, Sûriyeke nû bi hevpariya hemî pêkhatiyên wê, û Şoreşa me şoreşeke aştiyane ye… H.W.D. Lê durişmên balkêş û yên ku gel û tevgera rêzanî ya Kurd bi wan bawer in, mîna:Kurd û Ereb bira ne. Yek e.. yek e, gelê Sûrî yek e, ew pirtir dihate bilindkirin. Ma gelo yek ji aliyê rikberiyê hebû, ku wan jî li herêmên Erebî silogana (Ereb û Kurd bira ne) bilind kirin? Ev pirs di destpêka şoreşê de dihate kirin, û bersiv nehate dayîn. Ne tenê wisa, lê belê di destpêka şoreşê de, û ta roja îro jî, pir alî û hin kesên ku xwe ji rikberiyê nîşan didin, wan bi tundî şerê partiyên Kurdî dikirin, û dixwestin cemawerê Kurd jî dest ji tevgera xwe ya konevanî berde û di bin sîwana siloganên wan ên ku ne tenê mafê Kurd, lê belê ta biratiya Kurdan jî napejirînin, bimeşin. Ma gelo mebesta wan çi bû, û dixwestin berê gelê Kurd bi ku de bidin??
Zarokên Der`ayê Hemze El Xetîb û hevalên wî, ku di bin destên karbidestên rêjîmê de, ku ji lêdanê hatibûn şehîdkirin, yek rojnama partiyên Kurdî tunebû, ku wêneya wan dernexistin, û ew kiryara hovane şermezar nekirin. Û di xwepêşandanên ku li herêmên Kurdî dihatin kirin, silogana Hemze El Xetîb û hevalên wî pakrewanên me ne dihate bilindkirin. Ma gelo ev netê wateya ku gel û tevgera Kurdî hemû pêkhateyên Sûriyê wek hev dibîne, û tu cudatiyê naxîne navbera wan? Di mehên pêşîn de ji temenê şoreşê û ta roja îro bi hezaran ji Kurdan û endamên partiyên Kurdî şehîd bûn, çi bi destê rêjîmê, û çi jî bi destê hin aliyên tundrew. Ji bilî çend pakrewanan, çima aliyên rikberê jî wek Kurdan ew nekirin pakrewanên şoreşê? Ji wê xerabtir, ji bo çi û armanca wan çi bû, bûyera şehîdbûna wan dixistin stiwê hin aliyên Kurdî? Zor mixabin hîn jî hewildanên wisa ji aliyê piraniya rikberê ve berdewam in.
Rêjîma El Be`s a şûven û nijadperest di hemû belgenameyên xwe de nîşan dide, ku Kurdên li Sûriyê koçber in. Ango Kurd ne xwedî xaknîgar in. Û di pir belgenameyan de jî dibêje: Li Sûriyê Kurd nîn in!!? Bêguman ev zihniyeteke şovenperest û regezperst e. Li aliyê piraniya rikberê, û Hemahengiya Sûrî jî di nav wê de, ta roja îro nikarin Kurdan wek milet bipejirînin. Dema têrma (Rojavayê Kurdistanê ) tê bilêvkirin strî di çavên wan de tên daçikandin. Ma gelo çi cudatî di navbera herdu mejiyan de heye??
Dema ku berê şoreşê dane çekdariyê û ew li heza rêjîmê û hin dewletên herêmê jî hat, ji ber ku wê rê li pêş rêjîmê zêdetir vekir, ku hemû çekên xwe bi kar bîne û bi kîndariyeke pirtir hemû deverên ku tevlî şoreşê bûne bombebaran bike. Ew li heza hin dewletan jî hat, ji ber ku çekdarbûna şoreşê hîşt deriyine pirtir ji destêwerdanê re vebin, û bi wê destêwerdanê belkî karibin hin berjewendî û armancên xwe yên taybet di herêmê û li derveyê herêmê jî bi cî bikin. Di destpêka çekdariya şoreşê de, tevgera rêzanî ya Kurdî nêrîna xwe diyar kir û got: Berê şoreşê hate guhartin. Sûriyê ji şoreşê derbasî kirîzeke dirêj bû, û ev yek dê bêle ku temenê rêjîmê dirêj bibe, demê jî teqez kir, ku ew nêrîneke rast bû.
Piştî ku tevliheviya çekdariyê li serûberê Sûriyê çêbû, Kurd jî neçar bûn, ku herêmên xwe biparêzin, ji ber wê jî Yekîneyên Parastina Gel wek hêzeke Kurdî hate dameziradin. Di vir de pirsa mezin ew e, hemû aliyên rikberê çekdariya xwe rewa dîtin, û tevan piştgiriya wan hêzên ku her bêlûkek bi dewleteke dervî sînorê Sûriyê ve girêdayî ye kirin, û serê xwe bi wan bilind dikin, belkî ew ji mafê wan be, lê çima dema Kurdan ji bo xweparastinê hêza xwe ragihand çav li wan sor bûn, û ta niha jî şerê vê hêza rewa dikin?
Piraniya wan hêzên çekdar ên ku rikberiyê piştgiriya wan dikirin, û belkî hîn jî, bi dizî dikin, ew bûne yek û nav li xwe kirin Rêxistina Dewleta Îslamî (Da`iş). Ji dêvlî ku ew şerê rêjîmê bikin, wan Kurd ji xwe re kirin armanc û bi hemû kiryarên xwe yên terorîst û hovane êrêş birin ser herêmên Kurdan, û talankirina Kurdan ji xwe re erkekî olî û rewa dîtin. Van çeteyên tundrew û terorîst bi mehan bajarê Kobanê bi hemû çekên giran topbaran kirin, û hemû niştecihên bajar û gundên Kobanê li dervî sînor bûne penaber. Di dirêjiya şerê Kobanê de, zimanê rikberiyê û di nav de yê Hemahengiya Sûrî jî, lal bû, berçavkên wan tarî bûn û guhên wan jî kerr bûn, ne bûyer didîtin, û ne jî hawar dibîstin. Belkî di bin re li heza wan jî dihat, ku Kurd ji herêmên xwe derkevin û paçereş tê de cî bigrin. Di wê navberê de, hêzên Yekîneyên Parastina Gel Y.P.G – Y.P.J berxwedaneke dîrokî û bê hemapa dikirin.
Dema ji aliyê perlemana Herêma Kurdistanê ve biryar hate dayîn ku Pêşmergeyên qehreman derbasî Kobanê bibin û piştgiriya birayên xwe bikin, serûberê rikbera Sûrî, zimanê wan ji lalbûnê rizgar bû, û şerê wê piştgiriyê kirin. Ango ta hevkariya Kurdan jî, li zora wan tê, û wan çavsor dike. Ma gelo ta kîjan astê rikberiyeke wisa dê cihê baweriya gelê Kurd be???
Dema ku hevbendiya navdewletî bi hêza wê ya ezmanî alîkariya hêzên Kurdî kirin, û navendên Da`işê bombebaran kirin, qêrîn bi piraniya aliyên rikberiyê ket, û nerazibûna xwe nîşan kirin. Ma gelo ew hêvîdar bûn, ku Kurd qir bibin?? Piştî ku çiyayê Kizwanan ji hovên serdema bîst û yekê hate rizgarkirin, û zexta terorîstan ji ser gundên Aşûrî û Kurdan kêm bû, hemû ekranên qenalên ku bi ser rikberiyê ve ne, netebitîn, û her yekê li gor asta kîndariya xwe ji Kurdan re şerê wê serkeftinê kirin. Çima her ku hêza Kurdî li eniyên şer li hember mejîtariyên Da`iş bi ser dikeve, çavên rikberiyê teng dibin, zimanê wan tûj dibe û bi tundî şerê wê dikin??
Di miha Pûşberê de hêzên Kurdî Girê Sipî ji terorîst û tundrewên reş baqij kirin, û bi wê serkeftinê riyek ji riyên locistîk ji ser çeteyên Da`iş hate birîn, û rê di navbera hin herêmên Kurdî de vebû. Vê serkeftinê serûberê rikberiya Sûrî û nemaze ya ku di seyrangeha Stenbolê de bi cîwar bûye, çav li wan sor bûn, û bê dudilî Kurd tewanbar kirin. Ne tenê wisa, lê belê hinan hêzên Kurdî bi terorîstiyê bi nav kirin. Ango bi derew û kîndariya xwe dixwestin yekê li ser Kurdan bigrin. Ma gelo dema ku rêjîma El Be`s pirojeyên xwe yên şoven li ser Kurdan cîbecî dikirin, gund û erdên bav û kalan ji Kurdan distandin û didane Ereban, ev kesên ku îro xwe di refê rikberiyê de dibînin, û bi tundî şerê Kurdan dikin, ew li kû dixebitîn? Ma ne piraniya wan di nav rêjîmê de li ser kursiyên biryarstandinê bûn??
Di van çar salên borî de, tevgera Kurdî ya rêzanî li Sûriyê gelek pirojeyên lihevkirin û yekrêziya navxweyî pêşkêş kirin, û hin ji wan biser ketin wek Encûmena Niştimanî ya Kurdî, lê mixabin hin aliyên Kurdî yên di nav Encûmena Niştimanî ya Sûrî, û di pişt re di Hemahengiya Sûrî de bûn, hertim ling didan ber karê Encûmena Niştimanî ya Kurdî, û di pişt re yê Desteya Bilind, ta ku herdu jî têk birin û herweha Lêvegera Siyasî jî. Ma gelo kî li pişt wê têkbirinê bû, ew li heza kê hat û xizmeta berjewendiyên kê kir???
Ta roja îro jî, hin partiyên Kurdî di bin sîwana Hemahengiya Sûrî de cî girtine, û ew yek ji sedemên nelihevkirina tevgera rêzanî ya Kurdî li Sûriyê ye. Em ji wan jî dipirsin: Ma gelo bersivdayîna pirsên jorîn li cem kê ye??
Dîroka gelê Kurd, û ya tevgera wê ya rêzanî ji her kesekî ve nas e, tucarî şerê tu gel, pêkhate û olan nekiriye. Di dîroka gelê Kurd a nûjen de, Kurdan bi dehan şoreş û serhildan li hember dagîrkerên Kurdistanê vêxistin, lê tucarî kiryarên terorîst û hovane ne di pirogramên wan de hebûn, û ne jî ji sinca Kurdan e, ku dijîtiya mirovan bikin.
Tevlî ev pirsên ku me nîşan dane û hewcedarî ji bersivdayênê re heye, dîsa em dibêjin Kurd ji bo Sûriyeke demokrat ku mafê hemû pêkhateyên wê di destûreke nû de parastî bin dixebitin. Bêguman rêjîma xwînrij ya ku dijîtiya hemû pêkhateyên Sûrî dike dê birûxe. Û tucarî gelê Kurd napejirîne ku tundrewên mejîtarî û li ser serê wan Da`iş û Cebhit El Nusra bibin destlatên Sûriyê, û ta Kurdek hebe em ê herêmên xwe ji wan hovan biparêzin.[1]