Xweragirî Di Civak û #Wêjeya Kurdî# De
Evîn Şikakî
Civaka Kurdî civakeke pêşketî û xweragir e, herwiha civakeke zengîn û dewlemend e, ji dastanên gelêrî yên ku tê de qehrmenî, xweragirî û berxwedana gelê kurd di dirêjahiya dîrokê de nîşan dide.
Rewşa ku niha civaka me ya Kurdî tê de derbas dibe rewşeke pir xirab e, dijminên kurdan bi hemû hawlên xwe dixwazin ku miletê Kurd tune bike û mafê gelê Kurd binpê bikin, lê weke di serî de jî min behs kirî civaka Kurdî civakeke têgihştî û xweragire dikare her dem li ber xwe bide, herwiha rih û giyanê xwe qurbana mayîna xwe bike.
Serkirdeyên kurd, siyasetmedarên gelê Kurd, rewşenbîr, hemû stêrkên ku herdem simbola berxwedanê bûn hestê netewî û kurdperweriyê li cem gelê kurd gur dikirin herwiha berzî û bilind dikirin, bêguman ev yeke ne tenê erkê siysetmedar û rewşenbîran bû, lê belê yê nivîskar û helbestvanan jî bû, ku di rêya helbest û nivîsên xwe de civaka kurdî bihêz dikirin û girêdana wan bi xaka Kurdistanê ve xortir dikirin. Herwiha yekrêzî û yekgirtina miletê Kurd dixwestin.
Weha diyar e ku ji kevin ve heta weke îro wêjeya berxwedaniyê nemaze helbest roleke mezin û sereke di bizava bergirî û xweragiriyê de kiriye di nav wêjeya cîhanî de, herwiha di nav civak û wêjeya Kurdî de jî.
Em dikarin bibêjin ku helbesta berxwedaniyê xebata hişyarkirina hizra neteweyî û azrandin û raperîna hestê xweragiriyê bilind dike, Seyadê Tîrêj ji wan Helbestvanên ku bi zimanekî şêrîn û zelal ev babet anî ziman.
Seydayê Tîrêj bi germî behsa yekgirtin û yekrêziya miletê Kurd dike, herwiha daxwaz dike ku ew bi hev re yek helwest bin, xebat û bizavê bikin berxwedanî û berevaniyê ji mafaê xwe yê rewa re bikin vê yekê weha tîne ziman û dibêje:
Destan bidin hev de bes e êdî bibin yek
Kok hatiye ber kaşo divê ku em bibin şek
Dijmin bela we îro ji hev nexe yeka yek
Li ber we kes xwe nagre ne axa ne jî beg
Helbestvanê me her dem amade ye ku canê xwe bisojîne da bostek axa welatê xwe bernede, herwiha hemû alîkarî û şiyanên xwe bike da welatê xwe biparêze û ala rengîn bilind bike dema Seydayê Tîrêj dibêje:
Can bisojim dê bi pêt û agirê cenga welat
Agirê Zerdeşt bê ez bi xwe perwanê te me
Bostekî ez ji te nadem bi welatê Hind û Çîn
Ala rengîn jor ve hildem ez li ser banê te me
Ji ber ku Seydayê Tîrêj xwe yek ji helbestvanên di gulistana helbesta berxwedaniyê de gelek kulîlkên rengîn çandine, êş û azarên miletê xwe aniye ziman, ne tenê ev yeke lê belê Seyda danpêdanê bi helbesta ku pesnê welat nede nake ji ber ku ew dibîne pêwîst e helbest xizmeta milet bike di vî warî de Seyda dibêje:
Ma rûmeta şi’rê çî ye ne di xizmeta millet da bî
Ronahiya şi’rê çî ye pesnê welat ku tê da nebî.
Çi bikim ji wê şi’ra rizî da negre sewda û mejî
Derdê dil û can nakujî çaxê ku cewher têda nebî
Herwiha di helbesta bi navê (Ey welat) Seydayê Tîrêj xwe ji deşt û zozanê welat re qurban û canfîda dike bi germî û bawerî tîne ziman ku çiqasî ew evîndarê welat û miletê xwe ye, herwiha soz û peymanê dide ku ewê bi xwîna xwe berevaniyê ber xaka welatê xwe de bike dema dibêje:
Ey welat ez canfidayê deşt û zozanê te me
Canfidayê av û dol û bax û bostanê te me
Sond û peyman bî li ser min dê te parêzkim welat
Xwîna narincî birêjim merdê pîwanê te me
Niha pêdiviyek mezin heye ku hemû nivîskar û helbestvan xwe bavêjin meydana civaka Kurdî, û ji civaka xwe dûr neçin, û ji êşa gelê xwe re di vê qonaxa hestiyar binvîsin çax çaxa belgekirin û nivîsandina destanaye.[1]