Kurd û Kurdistan Bi Rindiyê, û Domandina Meraqa Li Azadiyê Zindî Dimînin
#Şahîn Bekir Soreklî#
“Mixabin nikarim di gotareke kurt de dermanên ji bo hemî nexweşiyên me raber bikim, lê min dil hebû çend şîretan li ciwanên me yên hêja bikim“.
Em di qonaxeke demî re derbas dibine ku tê de tevliheviyeke mezin ji bo Kurdan heye. Di wê demê de ku li nik nifşê ciwan hestê neteweyî gurr bûye, zimanê me, çanda me û erf û toreyên me sal li dû salê qels dibine. Kurd bi gellek awayan razeke kom û gelên din dikine û çanda kurdî ya resen ji rengên xwe wenda dikêye. Bi taybetî bo Kurdên aliyê Sûriyeyê rewş xirab hatiye. Civat ji hev ketiye û bi sedhezaran kes, bi taybetî ciwan, li derve perîşan in. Siberoja zarokan di nav mij de ye û rewşa ekonomî ya xelkê xirab e. Dema bala xwe didim naveroka nivîs û têbiniyên di Fêsbûkê de, bo nimûne, xemgîn dibim. Pirraniya nivîsên Kurdên ji aliyê Sûriyeyê bi Erebî ne û zihniyeta wan nema zihniyeta kudî ye. Bêguman ew ji vê yekê ne haydar in, lê kesekî wek min, ku bi dehan sal e xwe bi Kurdan û doza wan ve mijûl dike û temenê wî nêzikiyê li heftê salin dikêye wêneyeke ne baş li pêş çavên xwe dibîne.
Mixabin nikarim di gotareke kurt de dermanên ji bo hemî nexweşiyên me raber bikim, lê min dil hebû çend şîretan li ciwanên me yên hêja bikim.
Bila em bindest bin jî, bila em bêmaf bin jî, bila em hejar bin jî, lê çi dibe jî bila em wan toreyên baş yên gelê kurd bi xwe re bihêlin. Ta ku ew toreyan, zimanê me û meraqa kûr li azadiyê di dilên nifşên nû de zindî bin, gelê kurd çi caran nakeve û zû-derneg, bi awayekî ji awayan, ew ê rojekê ne tenê azad be, lê dê dîsa bi toreyên xwe û bi rindiya xwe li cîhanê navdar be. Ger Kurdistan dike bibe wek Afganistanê, Somalê, bibe dewleta nefret û kujtinê, yan warê hevkujtinê û şerê herdemî nebûna wê ji hebûna wê baştir e!
Di zihniyeta xwe de erf-û-toreyên baş yên gelê xwe zindî bihêlin. Japoniyan wek nimûne bidin pêş çavan: Ew di warê teknolojiyê û zanyariyê de ber bi pêş diçin, lê toreyên pêşiyan yên baş di zihniyet û dilên wan de zindî dimînin. Ereban, Tirkan û Farisan mekin amanca rik û nefreta herdemî. Kurd di navenda wan de ne û nikarin wek Israîlê dîwarên bilind di navbera xwe û wan de çêbikin. Erê em ne bi stem û nerindên wan re ne, lê mekin ku ev rik û nefreta hîn kûrtir bibe û jiyana nifşên li pêş jî têxe nav şerekî bêdawî û dojehê. Mirov dikare bi dîplomasiyeta durist û tevdêrên zîrek jî bi ser keve, lê bêguman di nav şev û rojekê de nabe. Ji bîra we neçêt ku hûn ê nema Kurd bin, ger zihniyeta we bibe zihniyeta nerindên wan, heta ger hûn pê nehesin jî. Dilê min ji wê yekê bi tirs e ku kesên bi zihniyet û zimanê xwe bûnî wek nerindên Ereban, Tirkan, yan Farisan tenê bi nav “kurd” bimînin û ziyana berdewam bigihînin Kurdan. Dem hatiye ku em siberoja neteweya kurdî ji bêtareke weha, pêş ku pirr dereng bibe, biparêzin. NA ji faşîzmê re, NA ji îslamîzma tundrê û bêtolerans re. Kurd û Kurdistan ê bi rindiyê û sûrbûna meraqa li azadiyê zindî bimînin. Ji çakbextiyê pirraniya gelê me, heta ger nuha bêdeng bin jî, kesên weha ne, kesên dilpak û rind in û meraqa li azadiyê di dilên wan de her vêketî dimîne.[1]