Piştî 117 Salan Rewşa Ragihandina Kurdî
“ Çawa #çapemenî# û ragihandin guh û çav û zimanê gel e, her wiha ew pêwîst e heman demê wicdanê civakê be, û bi hişmendî û hişyariyek netewî û insanî û meslekî karibin vȋ erkȇ xwe yȇ çapemeniyê bikin”.
Besam Xelo
Ev roj em cejna çapemeniya kurdî bi salvegera 117mîn de pîroz dikin, rojnameya bi navê Kurdistan ku yekemîn car li İstanbulê derket di sala 1897, û paşî li Misir- Qahîre di sala 1898 ji aliyê Midhet bedirxan ve hate derxistin, û her wiha pişt re ev rojname li Cinêv û Folkistan û Londonê hate çapkirin.
Dema ku dewleta Osmanî, di zagona xwe de rê da weşana çapemeniyê, dîsa rojnameya Kurdistan li ser destê Surreya Bedirxan vegeriya İstanbolê û li wê derê hate çapkirin, heta destpêka şerê cîhanê ȇ Yekemîn. Û ta niha hejmarên rojnameya Kurdistan ji 1-31 hejmar li pirtûkxaneya Brûsya (Almanya) tê parastin.
Ji dervey rojnameya Kurdistan, rojnameya Roja Kurd û Jîn weke rojnameyên heftane li İstanbolê, di sala 1919 dihatin çapkirin li ser destê mamosta Hemze û Memdûh selîm. Rojnameya Pêşkewtin û Bangê kurdistan, di sala 1922an li Silêmaniyê ser destê Fayiq hecî mustafa derdiket, û di dema Şêx Mehmûd berzencî de, rojnameya bi navê Roj Kurdistan heftane dihate weşandin. Di sala 1925 de rojnameya Diyarî Kurdistan, li ser destê Salih Zekî bi zimanê Kurdî- Tirkî- Erebî dihate weşandin.
wekî çawa li Bakurê Kurdistan, dîsa li malbata Bedirxan li Rojavayê Kurdistanê xebatê çapemeniya kurdî dewam kirin, û rojnameyên mîna Hawar û Ronahî û Roja nû di salên 1932an de hatin çapkirin, û di salên 1943de hatin rawestandin ji ber astengiyên ku hikûmeta desthilatdar a Fernsî derdixst pêşberî rojnamegeriya kurdî.
Di dîroka nêz de çapemeniya kurd, pir zengîn û dewlemend e û xwedî Radyo, Televizyon , Kovar û Rojname ye, û wekî din hinek ji van alavên ragihandinê hata astekê xizmeta civaka kurd kirin, lê ji ber ne yekbûna hêzên siyasî kurdî, hişmendiya partîtî giranî dide li ser rêveçûna van rojnameyan, û bandora xwe li ser hinek beşên civakê dikirin, her bi wî rengî dewam kirin û nikarîbûn bibin çapemeniyek netewî.
Eger mirov dîroka kurd û kurdistan lêkolîn bike, mirov dê zanibe ku parçebûna di nava kurdan de, bûye sedema bidestnexistina mafê kurdan, û ji ber ku ev rastiya şaş û xemgîn nehatiye derbaskirin, bindestiya mezin ya gelê kurd demek dirêj dewam kiriye.
Di roja mey îro de em dibînin ku çapemeniya kurd, erkȇ xwe yȇ netewî bi cih nayîne û hê bêhtir bercewendiyên partîtî û hevreşkirin çêbûye û yê ku winda dike civaka kurd e, civaka kurd dibe qurbana hinek ragihandinên şofînîst, û bi taybet yên bi zimanê Erebî û Tirkî û Farisî weşanê dikin, û dixwazin wekî berê dîsa gelê me bixapînin û reş bikin û parçebikin û bixin xizmeta xwe de, û heger em vê kaosa Rojhilata Navîn bigrin ber çav, li Tûnis, Misir, Yemen, Lîbya, Sûrî, Îraqê, wê demê çapemeniya Erebî bi giranî digot Bihara Ereba, û miletê me bi giştî rewşa kaosa Rojhilata Navîn weke dihate xwestin fêr nebû, û ket bin bandora ragihandina şofînîst.
Me dît bê çawa bi navê muxalefeta Sûrî, ketin xizmeta bercewendiyên dewleta Tirk û Qatar û Siûdiyê û hêzên navnetewî de, û nêzîkbûna wan ji Kurda re mîna nêzîkbûna dewleta Tirk e, lê çapemeniya Kurd ev xeteriya han nedît, û di bin bandora mija siyasî de man û ev nêzîkbûn cihê dil nexweşiyê ye di civaka kurd de.
Di vê kaosê de, gelê me rastî êrîş û ambargo û şerên pîskolojî hatin û komkujiyên mîna Şengal û Kobanê, lê di rewşa wiha de çapemeniya kurd bi giştî kêm ma û nebû bersiv.
Hîn jî êşên giran hene, ji koçberiya ber bi Bakur û Başûr û ya herî bi êş ber bi Ewrûpa, ku di avê de fetisandin çêdibe bi destê çeteyên mirovan, û azarên gelê mey Êzîdî û yê koçberiya Kobanê.
Êşa Jina Kurd di vê kaosê de pir mezin e, bi hezaran keç û jinên Şengalê di destê çeteyên Daiş de ne, û koletiya giran jiyan dikin, û ev mijar di çapemeniya Kurdî de kêm maye?.
Hinek Saziyên çapemeniyê bi navê çapemeniya Kurdî, bandora xwe neyênî li ser çapemeniya Kurdî kirin, û her tiştê girêdayî çapemeniyê di bin bandora xwe de hiştin, û peyamnêr jê xilas nebûn.
Gelê kurd, ji van kêmasiya parçe ma û ji vê valatiyê hinekî ma windayî, rê lê şaş bû û hineka xwe bê xwedî dîtin, û baş li berpirsyariya xwe derneketin.
Her kes dizane ku çapemenî, çav, guh, zimanê gelan e, û her em dizanin çapemenî ronahiya civakê ye, û ji bo ku çapemeniya kurdî bighêje asta herî baş û yekrêz, divê giranî bidin ser aliyên siyasî û civakî. Kongirek netewî wan bicivînin û bibin kurdek yekrêz, parçebûnek siyasî em jiyan dikin, û diplomasiyek lewaz û ne yekbûnek leşkerî û aborî, û xebatekî çandî pir giran bi rê ve diçe.
Eger kongra netewî çêbibe, wê rê li ber xeteriya teva were girtin, eger tevgera siyasî û hêza leşkerî, aborî , diplomasî, û çapemenî bibe yek, em ê karibin rola pêşengtiyê di herêmê de bilîzin, wê demê çapemeniya kurd wê rêka rastiyê nîşanî gelê kurd bike, û wê ji bin bandora çapemeniya şofînîst ya Ereb û Tirk xilas bibe, ji hêleke din ve çapemeniya Kurdî bi rêka weşana xwe, bi zimanê İnglîzî û Ferensî dikare rastiyê bighîne civaka navnetewî, û têkiliyê gelê kurd bi gelên cîhanê re pêş bixe, her wiha çapemenî dikare bibe xwedî bandor li ser qada siyasî, û diplomasî û dikare xizmetê ji yekrêziya kurdan re bike.
Pêwîst e em giraniyȇ bidin ser medya civakî ku piraniya gel û bi taybet ciwan giranî dane ser Facebook û Twîtter, pêşengtî were kirin ku ev medya bi awayekî netewî û durust were bikaranîn, di rêka medya civakî de çapemeniya Ereb dikarîbû bibe xwedî bandor li ser Ciwanên Kurd, û wan ji rastiya şoreşa Rojava bidin dûrxistin, ev erk dikeve ser milê rojnamevan û çapgeriya kurdî ku karibe, ciwanên kurd û civaka kurd bi giştî ji bandora çapemeniya şofînîst û dijkar xilas bike, û bixe rêka bercewndiyên gel û yekrêziya tevgera siyasî Kurdî.
Çawa çapemenî û ragihandin Guh û Çav û Zimanê gel e, her wiha ew pêwîst e heman demê Wicdanê civakê be, û bi hişmendî û hişyariyek netewî û insanî û meslekî karibin vȋ erkȇ xwe yȇ çapemeniyê bikin.[1]