Xwedê Kirak Serok: “Ummet” “Welat” “Gel”!
#Şahîn Bekir Soreklî#
Paul Davies di pirtûka bi navê THE MIND OF GOD (Penguin Books, 1992, ji rûpelên 22-23) dinivîsîne:
“Pirr caran dihêt gotin ku tiştê mirovan û lawiran (heywanan) ji hev cuda dike hêza bikarhanîna mentiqê ye (…) Di nav çanda çerxên nezaniyê de (primitive cultures) fêhmkirina dunyayê bi sînor bû û xwe bi jiyana rojane ve peywendîgir (‘eleqedar) dikir, wekî demsalan, bikarhanîna kevirkaniyan yan tîrkevanan. Evan tiştên xwepêmijûlkirina di cîh de bûn û ne li ser bingehên teoriyan bûn, ji bilî hinek tiştên ku xelkê wê demê wek sihirbaziyekê dihesibandin. Lê îroj, di qonaxa çerxa zanînê de (the age of science) têgihîştina me gellekî berfirehtir bûye, zanîn ta wê radeyê berfireh bûye ku em wê dikin beşên cuda, mîna astronomiyê, fîzîkê, kîmyayê, jiyolojiyê, psîkolojiyê û yên din (min bi mebest navên navneteweyî yên ji latînî yan yewnaniya kevnar bikar hanîn: Ş.B.S.). Ev pêşkevtina zanyariya berfireh hema-hema bi tevahî encama bikarhanîn û ceribandina metodên zanistî ye (the scientific method)…”
Wekî me dît Davies gotina mirovên çerxên kevnar yên civatên dema nezaniyê dike, ku qaşo pirr ji yên îroj cuda bûne. Her weha mirovan û lawiran bi saya hebûna mentiqa li nik mirovan ji hev vediqetîne. Di heman demê de gotina pêşkevtina mezin ya dema nû dike. Lê gelo rast hemî mirov û hemî civat, yan kes, mentiqê ji xwe re dikin rêber?
Bi hezaran sal berê her rûdana mirovî jê fêhm nedikir wek sihirbazî dihat hesibandin. Lewma hinekên “zîrek” di nav komên mirovan de xwe wek sihirbaz dan zanîn, yan xelkê bi xwe ew kirin sihirbaz. Sihirbazên weha îroj jî di nav hinek civatên li Amazonê û hinek şûnên din de hene. Û mirov dikare navên din jî li sihirbazên dema me bike, li ewên ku dikarin û dixwazin mêjiyên kesan bişon, bo nimûne.
Cihûtî ji olên pirtûkî yên herî kevnar e, lê pêş wê jî ol hebûn, wek hindosiyê, şîntosiyê û olên îbadeta ji lawiran, volknan û pûtan re. Ola Cihûtiyê bo “Benî Israîl” bû, oleke bi rê û rêbaz bû û mu’icezeyên xudayî tê de roleke grîng dilîztin, wekî ku çawa çoyê di dest Mûsa de ava Deryaya Sor ji hev qelişand… Xirîstiyanetiyê û Îslamê hîmên di cihûtiyê de ji xwe re kirin bingeh. Di wan de jî mu’icîzeyan rola xwe dilîztin, wekî ku çawa Îsa kor, nexweş û seqet ji kêmasî û newexweşiyên wan rizgar dikirin, yan wekî ku çawa “teyrên ebabîl” şijik bi ser neyarên koma li dij musilmanan di şer de dibarandin. Lê heta bi van olan be, ku Xwedê ew bi rêya pêxemberan bi cîh kiribûn, da ku mirovên civatekê têxînin rêya rast, carine ji destpêkê ve û carine bi rê ve, bi xwe bûn stemkar, çimkî yên serpereşt di wan de ew ji bo amancên xwe bi kar hanîn. Li dû Îsa yê ku gotibû, “Dema kesekî sîlleyek li aliyê rastê yê rûyê te xist, aliyê çepê bidê” serpereştên ola wî bûn egera kujtina bi sedhezaran, yan zêdetir, bi navê wî û ola wî, li Ewropayê, her du Amerîkayan, Afrîkayê û hinek şûnên din. Musilmanan bi navê Xwedê û Îslamê welatên neteweyên din kirin yên xwe û bi darê zorê xelk hanîn ser ola xwe. Îroj bikarhanîna navê “Ellah” bo amancên corbicor didomîne. Cihû bi navê olê û Xwedê hîn îroj jî bi darê zorê zeviyên Filistîniyan bi dest dixine û sitema li hember wan didomînine. Ewropa bi sedan sal di bin siya reş ya stema serdariya ola Xiristiyanetiyê dinaliya ta ku xwe di nav 2-3 sedsalên par de ji wê stemê xelas kir û hêza kilîseyê, bîşopan û bavekalan da sînorkirin, heta rakirin.
Ji olên pûtperestiyê bigir ta yên pirtûkan, hemiyan her tişt bi Xwedê ve girêdan, ew kirin hêza ku dikare hem baş û adilmend û mehrîban be û hem hêza sizakirina li dunyayê û li axîretê be.
Dema mirov civatên mirovan ji hezaran sal û vir ve bide pêş çavan, yek ji encamên grîng ku mirov ê bibîne ev e: Aliyê serpereşt her hewl daye ku hêzê, serpereştiyê û karbidetiyê bi dest xîne! Yan bi navê Xwedê û olê, yan bi navê Kirêl û welêt, yan bi navê serokeşîrî û eşîrê, û yan dû re bi navê serok û partiyê. Û hemiyan stema (zordariya) xwe, rindiya xwe û xirabiya xwe kirine, bi iddîa’aya ku ji bo xatirê “xelkê,” “ummetê,” “olê,” “neteweyê,” yan “gel” e. Lê pirr caran aliyê stem û neheqiya ji wan dîtî “xelk,” “ummet,” “ol,” yan “gel” bûne.
Tenê li wan şûnên ku rast demokrasiya rêxistinî û desthelatdariya ligor rêbeiya destûrî û hilbijartinên resen yên serbixwe û pirralî hene, endamên civatê ji stem û nehqî û rêyên xar yên olên stemkar û partiyên totalîter, qe nebe ta radeyekê, rizgar bûne. Rizgarbûna wan ta radeyeke bilind xwe bi pêşkevtina ramyarî, zanistiyê û bikarhanîna mentiqê ve girê dide, wekî ku Davies gotibû.[1]