Tevgera #şoreşger# î
Gulal Kasanî
, xwepêşandanên millet,û çalekiyên çêdibûn, bi awayekî aramî, û aştiyane destpê kir, û çihekî pîrozî wergirit,li nik şoreşî, bûhara erebî xwedîgiravî. gelên cîhanê jêr piştgirî kirin, ji bo damizrandina welatekî, yasayî,welatekî bi binyada wekheviyên civakî, û abûrî ava bibe, avakirina civakek xwedî bawer, bi mafên mirovan, biratiya gelan re ye, hevjîna netewan re ye, û hemî rengên çandê.ji ber civaka sûrî,heme-renge,mîna tabloyeka,bi nîgarê pinc û kaşî hatiya afrandin,bi destê dîrokek hem-demî.
lê mixabin, ji ber hin sedem in dijwar,bû şoreşek leşkerî,û gelek hêzên çekdar tundirew û çete ketin nav de,di baweriya min de şoreş ji ber van xalan hat guherîn:
1- Pêdçûna rejîmê di zordariya gelên xwe de ,û mejiyê jengerî ji ramanê ezeyî û tenhayî û ravajtina hemû berên awlehîyê di siyaseta perçiqandin û navnoyîa miletê xwe yê hejar de.
2 -Kuştarên hovîtî bi destê leşker û endamên ewlehiyên ve, û amadikirina biriyarên bi qirkirina sedan endamên hevrikî ji bilî dîlkirina hezaran kesên çalakvanê hevrêzên şoreşê amanc ew e vemirandina şoreşê.
3 -Kuştina bê sûc û standina biriyarên leşkerî di derheqê leşkerên yên ku ne razîbûna xwe didan li hember biriyarên leşkerî ji aliyên fermandaran.
4 –jirêketin di kargêrîna estengiyê de ev jî bû sedemek gewre dirêjkirina alozîyê.
Partiyên kurdan bi şêweyekî zanîn baweriya xwe di nîgara nû de ;nivîsîn damizrandine dezgehên xweyî sivîl, abûrî, rêzanî ,û leşkerî .
Kurda di wê demê de biryarek netewî li gor demê stend,
1-dûrxisitine şer ji herêmên Rojava bi hemû şêwyen xwe, çi ji aliyê hêzên hevrkî xwedîgiravî ve an hêzên rejîmê.
2-damizrandina komîta bilind û pêşxistina wê bi ser xweseriya dimukratîk de.
rola tirka bi yek ser,dest pêkir piştî çûna OXLO li şamê, berhevdan neçû serî hinga ew peymana di navbera wan de hat hêrivandin.
ji ber wiha jî pirsek dibe gelo?OXLO çi ji rejîma Sûrî dixwest, azadiya gelê Sûrî wekhevî çespandina mafê kurdan di destûra Sûrî de?
yek ji van xalan li ba rejîma Turk tuneye û ne dilxwazê ku piersgirêka kurdî bi rengekî fermî û awayekî sivîl,çareser bike.
Dêmek turk çi dikin..ji wan re bobelate heger nekin poşman dibin, heger bikin ,car dî poşman dibin.
Li gel guherîn û rûxandina Seddam nekirin li aniya xwe xistin ew ji ber teqze rola kurdî di IRAQÊ de.
Li gel guherîn û şoreşa SÛRÎ kirin, car dî bi leppa li riwê xwe dixin, dikevin hev matmayî gelek cara dimînin.
mînak rûdawên li Serê Kaniyê û di vê dema dawî de li Kobanê keliha mêraniyê:
Ji ber van xalan Tirk di baweriyên xweyî siyasî de têk diçin:
1-Xwendina wan li ser cîwarê cîwpoltîkî tim şaş e ji ber nerînên wan teng in ji pozên xwe pê ve nabînin li gor berjewendiyên xweyî netewperestî dixebitin di bin sîwana OSMENLÎ de ,gelek cara dibin şalikê ola Islamî de nêçîrên di ava gerav de dikin bi hişekî leşkerî pirsa qutber dikin.
2 -Nerîna çi qîr li ser netwa kurdî û hêzên wê polotîkî û pêşeng metirsiya ji pirsa kurdî û bawriya zikreşî û bi kîn li ser xaka pîroz( Kurdistan).
3- Mebesta Tirkan ew e ku kurd li ser tixûbê wê yê cigrafî nebin xwedî hêz biriyar û avakirina sîstemek netewî
4- Dixwazin Tirk-rolek bi bandor li rojhilata nawa rast ji xwe re biçespînin, mebest jê ew e rola xwe bi layê erebî û Islamî re serrast bikin.
Ji hin sideman yek ji wan û ev ya herî serekeya xwesteke Tirkiya li gel yekîtiya oropîya neçûserî û siyaseta wê wer bû. û sedema dûyem ew e nerîna Tirk ab dîrokî misilmantî wê bihtirîn ji wan re alîkar be dibînin şêweyekî pirr hesane pê mafên gelan daqurtînin û nanê hejaran li tenure xwe bixin ,dixwazin bi vî çekî her hêza kurdî sist bikin û ji hev bixin ,loma xap û davan divedin da kurd li hev xînin ,û dirhên nakokiyê di nav wan de çêkin ,loma herdem siyasetên hevdij dajon.[1]