Zimanê Dayikê Gilî û Gazindan Dike
Şiyar Silêman
#Zimanê Kurdî# ji sedên salan de li her çar parçên Kurdistanê bi şêweyekî bêhempa hatiye çewisandin,û hewla tinekirin û pişavtina wî hatiye kirin, ji ber ku dijminên Kurdan giringiya ziman di hebûna gelan de dizanin.
Lê em ê li ser rewşa ziman bi taybetî li Kurdistana Rojava rawestin, çima gelê me dûrî zimanê dayika xwe ketiye, û gazinda mezin ji rewşenbîr û xwendevanan berî tevhiya milet e, ji ber ku wan berî kesên nexwenda HAWARA Mîr Celadet Bedirxan bihîstin ji 1932z de, û ew dizanin çendî ev gewre di ber zimanê Kurdî de westiya û jiyana xwe bi tevayî jê re terxan kiribû .
Em dizanin ku rijêma Be´is ya nijadperest hemû hewlên xwe kirin ji bo bişaftina zimanê Kurdî û nehêlana wî di jiyana gel ya rojane de, bi qedexekirina kar û barên fêrkirina xwendin û nivîsandina wî di dezgehên fermî û ne fermî de, van karên şovînîst hiştin ku zimanê Kurdî bi mirovê Kurd re li ser xaka xwe biyan û bênirx bibe, ta radeya ku gelek ji rewşenbîr û ramangîr û nivîskarên me dibêjin ku ferhenga bêjeyên zimanê Kurdî kêm û lawaz e û têra ramanên me nake.
Nabêjin ku me zimanê dayikê bêxwedî hiştiye û me kaniya wî ya xuristî ya ku me bi şîrê dayikê re mijtiye pêşnexistiye bi qasî me xwe bi zimanên biyanî re westandiye.
Li gor pisporên di warê zimanan de çi Kurd bin çi rojhilatnas bin, zimanê Kurdî yek ji dewlemendên zimanên cîhanê ye û rêzimaniya wî ne kêmî zimanên sereke yên cîhanê ye yên ku bi wan tê axaftin.
Ji lewra em dibêjin kêmanî ne di zimanê Kurdî de ye, lê di me de ye em xwediyên vî zimanê dewlemend yê me raman û hişê xwe jê feqîr û hejar hiştiye, em lê xwedî derneketine.
Gerek e her malbateke Kurd bibe dibistanek ji zimanê Kurdî re , wek bersivekê ji wan kesên ku hewl didin zimanê me tine bikin ji bo hebûna me pê re tine bikin.
tiştê cihê daxê ye ku Kurdek dema diçe welatekî Weropî yan ne Weropî , di dema salekê de fêrî wî zimanî dibe ,xwendin û nivîsandin, û piştî çend salan bawenameyeke bilind jî pê bidest dixe, dema tê ser zimanê Kurdî û pê diaxive mirov ji ber zimanê wî şerm dike ku wek danê tijî zexelî û xurêl û ka ye, û behana wî ew e ku dezgehên me bi zimanê Kurdî tune ne , bê goman sedem ne ewe ku dezgehên me tune ne, sedem ewe ku viyana me kêm e ji parastin û pêşxistina zimanê me re , diyardeyek balkêş li Qamişlo û tevaya Rojava heye , ku nifşê me yê kevin yên hemdemên damezirandina tevgera Kurdî bûn, û dan û standinên wan bi Ceger Xwîn û Celadet û Osman Sebrî re û bi dehan yên wek wan re hebû, tev de bi Kurdî dixwînin û dinivîsin û lênûskên wan yên edrês û telfonan bi Kurdî ne, lê nifşê me yê nû tevî hemî pêşketinên teknîkî û elektronî, di zimanê wî yê Kurdî de gotinên biyanî ji yên Kurdî pirtir in,tevî pirbûna ekadîmiyên me lê mixabin pirên wan nizanin bi Kurdî bixwînin û binivîsin, sedema bingehîn ewe vêna dilê me qels e, em ji netewa xwe hez nakin bi qasî em ji bercewendiyên demî hez dikin , ew lehengiya ser rûpelên fêsbûkê bi zimanên biyanî tenê duruşm in , sîsika mijarê ew e kesê bi zimanê Kurdî ve ne girêdayî be hestê wî yê netewî jî ne li ser bingehek durist ava ye.[1]