Weke Yê Ku Li Aş Distirê!..
Xunav Kano
Ji hebûna Kurdan li #Rojavayê Kurdistanê# hewldan -bê westan- tên kirin ji bo siyaset mîna hemû cûreyên din ji jiyanê bê bikar anîn, û daxwaz her dem heye ku welat bi riya siyasetê bê avakirin, li ser bingeha ku siyaset bi wateya xwe ya rasteqîne dikare rewşê bighure, li gorî pênasîna siyasetê ku ew: ”Rê û kirdarişên ku biriyaran distînînin ji bo kom u civakên mirovahî, herweha ew zanîna lihevanînê di navbera hemû aliyên mirovahî yên cûrbecûr di civakê de” ..
Li gorî vê pênasînê em dikarin bibêjin ku siyaset ji bo avakirina mala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kevrê herî giring, û bi zelalî tê xûyakirin ku siyaset li herêma Rojava tenê bi partiyan ve girêdayî ye ” Eger partiya te hebe tu siyasetmedar î ”? Lê eger tu şirovekarekî siyasî be ango nîviskarekî siyasî be ewê dê sikirtêr an ”bavên partiyan” bi çavekî biçûk li te binerin, çimkî partî ”mala” te tune ye û endam ”zarokên” te sêwî ne, û tevlî vê hejmara pir û trajekomîdî ku niha nêzî ”40” partî û hêzên siyasî li Rojava hene, mixabin nîvê wan eger ne zêdetir be nexwende ne û zimanê xwe yê dayikê jî nizanin…
Xala herî giring a dixwazim roniyê bidim wê ewe ku jina siyasetmedar ji vê destkeftê bêpar e, ji ber ev hêzên ku siyasetê dikin hîn jî têneghiştine ku di siyasetê de jin û mêr tune ye, eynî wek nîvisandin û evînê, nîviskara Kiwêtî” Sûad Elsebah” dibêje:” Demoqratîk ne ku mêr nerîna xwe di siyasetê de bibêje bê ku kes rexnê lê bike, Demoqratîk ku jin nerîna xwe di evînê de bibêje bê ku kes wê bikûje”
Girêdana nerînê di navbera karê jinê di qada siyasî û qada evînê de, bi wateyekê din dema xelk li tevahiya cîhanê li jinê dinerin ne tenê siyaset lê di hemû waran de, ew bînahî li gorî dil e ne li gor mejî ye, mixabin jinên endam di van hêzan de bûne qurbana birîna tayê têkiliyê di nav du layenan de..
li gorî şopandina min ji rewşa siyasî re, ez dibînim ku îro li Rojava 4 nemûneyên jinê hene, ya yekemîn jinek pir westiyaye û gelek qûrbanî di jiyana xwe de pêşkêş kiririne, jinek bê mal bê mêr u bê zarok, xwe ji her tiştî li gerdûnê qut kiriye ji bo xizmeta kêşeya welatê xwe, lê ew jin herdem baz dide xwe dike ”Kopiyek” ji mêrê siyasetmedar, û jinek din jî heye ew bûye weke darêkê merov wê li kûnca hundir datîne ji bo xemilandinê, û ew tenê ji bo ”bavê” wêpartiyê serê xwe li hember partiyên din mezin bike ku va jin di partiya wî de hene, ew jin piştî ku ”tirşikê” ji mêrê yê bê kar re amade dike û zarokên xwe jî bi cî dike berê xwe dide navenda partiya xwe, û êşa welatê wê herdem di dilê wê de ye, lê mixabin wê êşê ne bi kar û xebatê derman dike lê bi tirşika mêrê xwe. Nemûneya sêyemîn ne bi kêşe û ne bi tirşikê diramîne ew tenê difikire ku wê di civînê de kîja rengê rûjê di lêvên xwe de bide ango kîja qutik”kenze” wê li xwe bike…
Nemûneya çaremîn diyar e ji hemû şopêneran re ew jina ku niha bi çeka xwe şerê neyaran dike, li qada şer xwe pêş dixe, parastina jinbûna xwe dike, û li gorî raporan niha 6000 jin li Rojavayê Kurdistanê şer dikin…
Û ji ber vê yekê hemû dewletên cîhanê ji hêza jina Kurd ya leşker matmayî dimînin, û tekezkirina vê rastiyê di gotina serok wezîra Biritaniyayê ya berê ”Margirêt Tatşer” ya ku bi navê “jina hesin” dihat nasîn dibêje:”Di siyasetê de dema tu bixwazî biaxivî ji mêran bipirse, û dema pêwistiya te bi kar hebî berê xwe bide jinan”
Di nav van cûreyan de jinek din heye ew tê firotin ji ber jinbûna xwe, li gorî nûçeyan ku bi sedan keç ketin destê Daîşê de û ji ber firotina wan li Reqa û Mûsilê, metirsiyekê gewre ji pêşeroja vê diyardeyê çêdike..
Û ji bo xwîna wan keçên ku şehîd ketin û jinên tên firotin û jinên dibin mêr û yên dibin qûrbana “tirşikê” ango “rûjê”, bitaybetî ku di lêvegera Siyasî ya peymana Dihokê de, komîta lêvegerê ya encûmena niştimanî Kurdî ji 12 kesan pêk tê û mixabin jinek jî di nav wan de tune ye, divê ev pirsigrêk were çareserkirin bi rengekî ku partî rêjîmên xwe biguherin, û zagonek derkeve ku wekheviyê di nav jin û mêr de çêke, herweha dahûrandinê bide jinên endam di van partiyan de, û karê hevbeş bi rêxistinên jinê û civaka sivîl re bê kirin, û ramana herî giring ku civak nema li jinê weke kêşeyekê binere ku ew taybet bi jinê ye, lê divê kêşeya wê bibe kêşeya civakê
..
Ez bi hêvî me ku ev pêşiniyar nebe gotinên li hewayê wek gelek gotinin din, û bên praktîkkirin li ser xakê, ji bo ez nebim ”weke yê ku li aş distirêêê!”…
Têbînî: Ev gotar di rojnameya Bûyerpress hejmara 9 an de hatiye weşandin.
[1]