Qirûşan Ji Nav Tirafê Derînin
Qadir Egîd
Bi lez defterên xwe pêçan, di nava kîsên naylonî de wenda kirin. Cilên ku ji mêj ve bihna xwîn û şewatê di wan de şîn hatibû bi ser bejna mehweşê de berdan.
Çavên ku xewnerojan di ber wan re – mîna balfirên zaroka ên kaxezî – baz didan, berî ku Nîron festival şewatê li dar bixe diçirisandin.
bê şîv û bi gavine piçûk, ku alîkarî di tariîtiya şevê de bi wan re nedikir, kerwanê rewan- nazan xwe di ser golên ava ku li kolanan de belawela bûbû çeng dikirin…Ber bi govenda şewatê de diherikîn, ta ku milê xwe bidin milê mirinê û agirê serxwebûna Cezayirê hilor bikin.
Gef û fortên mamoste: ” Ê ku pera neyne nigê wî nema derbas dibe dibistanê” sawîrin ji kolanên #Amûdê# tarîtir di mejiyê zarokan de şiyar dikirin, û dihişt ku bêagah dest li bîst û pênc qirûşên di bêrîkên pînekirî de razayî ne bi hêz werin hev…..
Pêlê kulîlkan li ber kuleka bilêtan lihev diketin, pêşbazî bi alî mirina ku konê reş li ser banê sînemê vedabû dikirin…Gurên dev bixwîn li ser ban di çeperên xwe de li hêviya nîşana qêrîna zarokan xwe veda bûn.
Plana agirberdana daristanê berê hebû….! Wê êvarê agir di kolanên welatê şewatan de awaza sirûda mirinê saz dikir… Ne ji bo rêberiya berxikên ku di nava pêlên tarîtiyê de ji keriyê xwe mabûn, lêbelê ji bo wendakirina van berxikan di nava van pêlan de…!
Agirê me yê Ji hezarên salan ve di dil, can, çav, bejin û sînga me de gûr e, li hêviya vemrandina çirayên Amûdiyan, vegera bavan ji karên xwe, kenê ku ji lêvên pakîzan weşiyabû û lorîkên dayikan nemabû…!
Zû bi zû agir çira xwe pêxistibû û bi lez ber bi koza ” berxikên kesk ” ve dimeşiya, di balgehên payîzê, porên zêrîn, nanê tisî û pêlavên lastîkî de ew agir li rengê xwe digeriya.
Tembîniyên dayikan li ber lingan çûn… zarokan birînên xwe di ser serê xwe re anîn û bi agir derman kirin, ma kengî pinpinîk dikarin xwe ji agir biparêzin? Ta baran di nava agir de şewitî…. Agirê xwe berda dilê helbestê, Mihemed bejna xwe li ya wî digirt.
Amudê, wê şevê agirê xwe hembêz kir û zarokên xwe tî xistin xew…!
sibehê pereyên zarokên xwe ji nav tirafê dida hev, û xwelî ji ser mijankên kizirî dadiweşand…..!![1]