#Kobanî# li ber neynikan
#Helîm Yûsiv#
Li ber neynika Ewrupayê
Ev demeke ku çapemeniya cîhanê bi tevayî û ya Ewrupayê bi taybetî rojane nûçeyan li ser Kobanî diweşîne. Di demeke kin de, bi bilindbûna asta berxwedana parazvanên bajêr ji hêzên YPG û YPJ re û bi piştgiriya êrîşên ezmanî yên hêzên hevbendiya navneteweyî bi birêveberiya Emerîka yê re, ev bajar bû navdartirîn bajarê Kurdan li cîhanê û bû sembola berxwedana azadîxwazan ya li dijî terora hêzên reşayîparêz û dijminên jiyanê. Ev dîmenê ku li hember “Raya Giştî” ya cîhanê hate ragihandin, ne ji nişkê ve û bê bingeh hate holê. Li Ewrupayê bi berfirehî behsa dîmenên recimkirin, kuştin û serjêkirina jinên ku di bin desthilatdariya Da`işê de ne dihate kirin. Pê ve girêdayî ew wêneyê kevin “Teqlîdî” yê jina ereb û ya misilman, ku di serê her ewrupayiyekî de hebû dihate vejandin. Jina ku di bin destê mêr de ye, nikare bêyî serê xwe bigre û porê xwe veşêre, derkeve derve. Wisa jî li malê mîna koleya karê rojane yê çêkirina xwarinê, xwedîkirina zarokan û alaveke bihevşabûnê li ser textê razanê tê bikaranîn. Wêneyê giştî yê jina kurd jî ku di nav civakên ewrupayî de gelekî belavbûyî ye ew jina ku ji bo “kuştinên ji bo namûsê” bûye qurban. Anku Kurd miletekî wehane ku keçikên xwe, jinên xwe, ji bo “Meseleyên Namûsê” dikujin. Nimûneyên bi vî rengî jî li Siwêdê, Elmanyayê û Birîtanyayê bi dehan in. Di vê çarçovê de, ji bo rojnamevanên “Rojavayî” balkêştirîn xal di berxwedana şervanên kurd ya li hember hêzên tundrew û çekdarên islamî de beşdariya keç û jinên Kurd di vî şerê çekdarî de ye. Bi vî awayî ji sedî not ji raporên rojnamevanên ewrupayî ku di televizyon û rojnameyan de dihatin weşandin li ser rola YPJ bû bêhtir ji rola YPG. Bi dehan dekomentar, raport û reportaj bi zimanên cuda di çapemeniya Ewrupayê de li ser van keçikên Kurd yên ciwan û modern ku li hember bihêztirîn rêxistina terorîst di cîhanê de şer dikin, hatin weşandin. Vê yekê zemîneke pir baş ji bo germayiya piştgiriya berxwedana Kobanî li seranserê cîhanê anî holê. Bi dorpêçkirina Kobanî ya ji sê aliyan ve ku Da`iş pêk anîbû, wisa jî ji aliyê çaran ve dewleta Tirk tangên xwe rêzkiribûn, ji bilî aliyê leşkerî yê mijarê, aliyên wê yên siyasî, insanî, civakî û exlaqî jî xwe dan pêş. Vê rewşê wêneyê jina kurd bi taybetî û yê miletê kurd bi giştî li Ewrupayê ji binî ve serobinoyî hevdu kir. Ji niha û pêde, eger Kurdên Ewrupayê bi zanebûn li ser vê babetê bixebitin wê karibin hem ji bo doza xwe ya neteweyî û hem ji bo siberoja xwe ya siyasî û civakî dostên pir giring li seranserê cîhanê qezenc bikin.
Hin çavdêriyên min
Ev nêzîkî pazde salane ku li mezintirîn welatê Ewrupayê, li Elmanyayê, dijîm. Di van salan de beşdarî dehên meş û çalakiyên kurdan bûme. Ev cara yekê ye dibînim, di meş û çalakiyên ji bo Kobaniyê de, ku ewqas piştgirî, dilgermî û beşdarî jî ji hêla miletên ewrupayî ve ji bo Kurdan, dibin. Li Elmanyayê bi dehan komên Elman ku piraniya wan bi ser “çepgir” û “keskan” ve bûn tev li meşan dibûn û ji Kobaniyê re distiran. Li Brukselê dilxweşî û piştgiriya xelkên Belcîkî yên di kolanên derûdora avahiya komisyona yekîtiya Ewrupayê de dimeşiyan gelekî bala min kişand. Dihatin destê xwe ji me re bilind dikirin, hinek bi me re diqîriyan, yan jî nivîsên ku me belav dikirin bi baldarî dibirin, wêne dikişandin û diçûn. Diyar bû hem ji meselê agahdarin û hem jî ji dil dixwazin ku welatê wan ji bo Kobanî bêdeng nemîne û tiştekî bike.
Li paş neynikê
Wekî ku ked û xwêdan û xwîn û êşa keç û xortên kurd ji her çar aliyên Kurdistanê dikarîbûn wêneyê kurdan di çapemeniya cîhanê de biguherin, wisa jî dikarîbûn kes, alî, rêxistin, dezgeh, dost û dijminên herêmî û navxweyî jî bajon ber deriyê ezmûneke eşkere. Bi awayekî wisa hişt ku em, hem weku kes û hem weku milet, xwe û têkiliyên xwe bi derûdorên xwe re, di bin çavan re derbas bikin. Her çendî ku nîşanên serkeftina vî bajarî ji niha ve bi temamî xuya nakin, lê dîsa jî ev cara yekê ye ku ava kurdan û ava mezintirîn hêz û dewletên cîhanê yên bi bandor di yek cihokê re diherike. Ev jî derfeteke mezine ku Kurd di deriyê Kobaniyê re vegerin meydana dîrokê û mîna miletekî azad û xwedî rûmet derbasî qada jiyanê bibin. Ji bo Kurd karibin vê derfetê bikarbînin pêdivî bi hilgirtina neynikan heye. Divê, berî her tiştî, Kurdên ku bi dehên salane li paş neynikê ne û newêrin li rûyê xwe binerin û ji rahiştina neynikan ditirsin, xwe û siyasetên xwe û felsefe û mentelîteya xwe, biguherin. Roj hatiye ku Kurd li ber neynikê bisekinin û vê pirsa bingehîn ji xwe bikin; gelo heta niha em çawa bûn û ji niha pê de divê em çawa bin? Di gera li bersiva vê pirsê de, hemû hûrgiliyên xweşikbûnê veşartîne.[1]