Vê gotarê bixwîn
#Ibrahîm Xelîl#
Berî her tiştî, ez xweş dizanim ku ji her deh kesên çav li vê gotarê kevin, ê du kes ji wan dest bi xwendina wê bikin û yek tenê ji wan ê benê êşê bikişîne ta dawî û vê gotarê temam bike, ne ji ber tiştekî, lê hew ji ber ku ev gotar bi zimanê kurdî û bi tîpên latînî hatiye nivîsandin … sed mixabin.
Kurd li ser çar welat û sê zimanan belav bûne, û ew bi zimanên wan welatan xwendin û nivîsandina xwe dikin, lewra kurdê her deverekê dixwaze ku çi gotar be bi zimanê fermî yê wê dewletê be, kurdê Sûrya dixwaze ku ev gotar bi erebî be, û yê Turkya dixwaze bi turkî be, û yê Îranê dixwaze bi farisî be… û herweha, lê çima zimanê biyanî bi kurdan ji yê wan şêrîntire? çima zimanê dê li cem kurdan bûye zimanê duyem? Bi sadeyî, ji bo parastina demê û rehetiya çavan, ji ber ku xwendina zimanê biyanî bi wan siviktire ji yê kurdî, û ev kes bi xwe, ku gotin li gotinê dikeve, dibêjin : “Em kurdin û serfirazin bi kurdîtiya xwe !!”.
“Xweş xebere…” wek ku pêşiyan gotiye, lê yê kurd dilê wî bi ser zimanê wî ve ye, ew dizane ku zimanê wî kême – heger kêm be – ji ber texsîriya wî, ne ji ber ku xwedê ew wisa çêkiriye, û yê kurd ji ber zimanê xwe fedî nake û xwe bi zimanê xelkê pozbilind û paye nake.
Du kes ji zimanê kurdî acizin û di dilê xwe de dixwazin ku xwedê wan jê xelas bike, lê xwedê navê, ew kes evin :
– Hin şovîniyên ereb û farisî û turkan : ku bi çavê siyasetê ne bi yê zanistiyê li zimanê kurdî dinerin, û ji ber ku ew her dixwazin ku kurd bimînin kole ji wan re, ew zimanê kurdî kêm û pîs û qedexe dikin.
– Hin rewşenbîrên kurdan ku li ser zimanê biyanî ( turkî, erebî, farisî ) rabûne û pê xwendine û nanê xwe pê dixwin, ev kes bûne zarokên rewşenbîriya biyanî û zimanê kurdî li wan bûye bela.
Bê guman, tevaya zimanên cîhanê cihê rêzgirtinêne, û zimanek ji yê din çêtir tune – Ziman stêrkin wek ku Hemzatov dibêje -, û zimanê erebî – wek mînak – ku hîn yê çaxa pêxembere, û ew pirr cudaye ji erebiya îro ya di nav devên xelkê de, em dibînin ku tev wilo jî ew ji nik milyonên kesan bi rengekî rojane tê xwendin û nivîsandin.
Zimanên turkî û farisî ku nîvê ferhengên wan erebîne, bi milyonên kesan pê di axivin û dinivîsin û dixwînin, û ev her sê milet qedrê zimanê netewî xweş dizanin lewra ew her sal bi milyonên dolaran xerc dikin di ber parastin û belavkirina zimanên xwe de.
Pêşketina çi zimanî bi pêşketina xwediyê wî ve girêdayî ye, va zimanê ingilîzî îro serwerê zimanaye ji ber ku du dewletên gewre ( Amerîka û Brîtanya ) pê di axivin, û va, li hember, sê hezar zimanên din kesî bi navên wan nebihîstiye ji ber ku xwediyên wan zimanan li deştên Mongolya û dehlên Amazon û li hawîrdora çemên Hind û Çînê ne.
Çi zimanê ku dereng dest bi wêjeya xwe bike – mîna kurdî – ewê di hin kêmaniyan de wer be wek :
– Xwendevan kêmin : ji ber ku yê xwendevan ji xwendina xwe li sûdê digere di kurttirîn dem de, û ji ber ku ta nuha çi zanyariya bi zimanê kurdî tê nivîsandin ew pêşî di zimanên biyanî de hatiye ( ku wan jî ji ber ingilîzî girtiye ), û wisa jî medya kurdî peyrewa ya biyanî ye. Tîpên erebî ( islamî ) bêtir nêzîkî çavên kurdên Iraq û îran û Sûryayê ne lewra em dibînin, em bêjin nebêjin, ku tîpên latînî ( AB ya mîr Celadet ) baş girane bi xwendevanên kurd li van her sê welatan.
Û tevaya kurdan – ji pêvî yên Turkya – ne hogirî tîpên latînîne lê ev pirsgirêk çareser dibe bi pêşketina fêrkirina zimanê kurdî û belavkirina wî bi awayekî rêbazkirî û bê hedan.
– Şêwazên kesane li cem nivîskaran tune ne : pirraniya nivîskarên kurd bi yek şêwazî dinivîsin çi helbestvan, çi çîroknivîs, çi rojnamegêr ji ber nebûn yan kêmaniya pêşewa û rêberan lê xem nake, kurdî îro bi çarpêka dimeşe, sibe ewê rabe li ser pê û dusibe ewê bazde…
– Xwendevan nezanin bi gotinên ferhengî : Gelek gotinên biyanî ketine nav zimanê kurdî de ( zimanê gelêrî ), û dema nivîskarê kurd dinivîse ta ku jê tê ew xwe ji gotinên biyanî dûr dixe û li şûnê gotinên kurdî ji ferhengan derdixe û bi kartîne, lewra alozî peyda dibe di navbera nivîskar û xwendevan de. Li vir, medya kurdî ( TV, radio, rojname, internet) dikare bi vî barî rabe û gotinên ferhengî vejîne.
– Hander (Hafiz) tune ji bo fêrbûn û bikaranîna zimanê kurdî : Nemaze handerê aborî ku jiyana mirovan li ser ava dibe. Ev alozî çareser nabe ku giyanê dewletekê yan xweseriyekê li dar nekeve, wê gavê ne hew yê kurd lê gelek biyanî ê berê xwe bidin fêrbûn û xwendina kurdî ( wek çawa nuha li başûrê Kurdistanê). Lê ji nuha û ta ku ew dewlet rabe gerek handerê me tenê welatperwerî be.
Em di sala 2014 an de ne, û di seranserî cîhanê de miletek – ji pêvî kurdan – nemaye ku jimara wî bi ser 40 milyonî ketiye û hîn, mixabin, bê dewlet û destelate…
Ey nivîskarê kurd, ey xwendevanê kurd, ey rewşenbîrê kurd :
Jiyan û hebûna çi miletî bi zimanê wî ye, û ku zimanê kurdî nemîne – xwedê neke – kurd bê guman namînin.
Zimanê te ne kêmî tu zimanên dunyayê ye, ne bi gotinan û ne bi rêziman û ne bi karîna mayîn û pêşketinê
Ey nivîskar û xwendevan û rewşenbîrê kurd :
Miletê qels tenê wek jina bî rûdinê û li xwe dixe û li ser bextê xwe yî reş digirî, û di her boneyê de parsekiya siyasî dike û dilê meriv û cîranan bi xwe dişewitîne ka belkî ew xêrekê pê bikin … lê kurd ne qelsin
Miletê nezan tenê nasnake ku taybetmendiya wîyî miletî zimanê wî, û ji ber zimanê xwe fedî dike … lê kurd ne nezanin
Û madem kurd ne qels û ne nezanin ka çima di vê rewşa xerab de ne ta roja îro ? çima em dikarin bi erebî û turkî û farisî behsa kurdan bikin û bi kurdî nikarin? çima gihakê hewşa me bi me tehle, û saza bilûrvanê me me nehejîne ? Ez van pirsan dikim,
Û dawa gotina xwe li serê wê vedigerînim : Vê gotarê bixwîn.
[1]