Helbestvanê Navdar #Dildarê Mîdî# : “Qamişlo pêsîrên dêya min e. Nizanim ez ê sax lê vegerim, ne jî di pêçekeke ji pêçeka zaroktiyê biçûktir de lê vegerim.”
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
Ew Mihemdê Ehmedê Hacoyê Doşo ye. Bi nasnavê Dildarê Mîdî tê naskirin. Bavê wî ji gundê Bafê yê Bakurê Kurdistanê, koçî Rojavayê Kurdistanê kiriye û piştî rûniştina li çend gundan, êdî li gundê Elwanka Şêx bi cih bûye.
Dildarê Mîdê di 1’ê Sibata 1963’yê de li gundê Elwankê çavên xwe li jiyanê vedike. Di malbateke cotyar û hejar de salên zaroktiyê dibihurîne.
Li gundê Elwankê hetanî refa 2’yê dixwîne, paşê di 1972’yê de bi malbatî diçe #Qamişlo# û her li wir dimîne.
Qonaxên xwendina seretayî û navîn li Qamişlo diqedîne, da ku paşê li Zanîngeha Şamê tevlî Fakulteya Wêjeya Erebî bibe. Bi qasî du salan Wêjeya Erebî dixwîne, lê ji ber rewşa aborî xwendina xwe nadomîne û êdî bi yek carê dest ji xwendinê berdide.
Çawa ku Dildarê Mîdî bîrewer dibe û dikeve nava firtoneka xwepirsînê da ku xwe binase, bi dest xwe re hestên neteweyî li nikê geş dibin û yekser şopa xwe destnîşan dike; ji ber ku ew di malbateke Kurdperwer û welatparêz de xwedî bûye û wekî ku diyar e, babeta Kurdperweriyê wekî heyvanekî zikmakî ye li balê.
Bi dehên salan di nava komên hunerî û folklorî de xebitiye.
Sê dîwanên wî yên helbestan bi navên: Kevana Reş, Ken û Girî û Ez û Jîn hene. Her wiha 2 destnivîsên wî ku danheva parçeyên folklorî ne, aniha ji bo çapê amade dibin.
Dildarê Mîdî bi qasî 8 caran hatiye xelatkirin; ne tenê wekî helbestvan, belê wekî mirovperwer jî hatiye xelatkirin.
Di dema dawî de penaberî Başûrê Kurdistanê bû û hetanî aniha hêj li wir e.
Di şopa têkoşîna neteweyî de, Dildarê Mîdî gelek şax û rêçan li pêş xwe vedike û di qadeke berfireh de, dîlana azadîxwaziyê digerîne.
Di vê hevpeyvîna jêrîn de, tenê rûpeleke biçûk ji xebata Dildarê Mîdî bixwînin.
-Cenabê te hem bi xebatên daneheva parçeyên folklorî û zargotina Kurdî, hem jî bi helbestvaniyê tê nasîn.
Tişta ku te ber bi nivîskariyê ve kişand, helbest bû yan jî zargotin bû?
Min di dawiya 83’yê de ji hûnan û ristina helbestê dest pê kir.
Di ber re jî min li ser folklora Kurdî lêkolîn dikir, bi taybet min gelek pirs ji bavê xwe dikirin.
Her çi qas bavê min nexwenda bû jî, lê te digot qey zimanzan e. Di biwara folklora Kurdî de pir têr û dagirtî bû.
Îcar pir tiştên xweş ên wekî: metelok, mamik, sitranên şeran, çîrok û çîvanokan…min ji bavê xwe girtin.
Aniha wekî du destnivîsên min di vî barî de hene. Min gelek gotinên pêşiyan jî dabûn hev, lê di şeva daweta min de winda bûn..
“Ez venaşêrim. Yekem helbest min ji evîndara xwe re nivîsî“.
-Te yekem helbesta xwe ji bo çi, yan jî ji kê re hûna?
Ez venaşêrim. Yekem helbest min ji evîndara xwe re nivîsî.
Evîndara ku min 12 salan jê hez kir, bû hevjîna min û aniha dêya zarokên min e. Em hîn jî ji hev hez dikin.
Ji aliyê din ve, belku endamên malbata min ne partîzan bûn, lê malbateke şeydayê Kurdewariyê bû.
Malbata min malbateke civakhez bû û gelek mirovên welatparêz li me dibûn mêvan.
Min êş û jan, komkujî, perîşanî, şoreş û kerasatên Kurdan ji devê bavê xwe dibihîstin. Bavê min mirovekî xweşbêj bû.
Bi vê yekê min rêya nivîsandinê jî şopand.
-Sê dîwanên te yên helbestan hene; yek jê bi navê “Kevana Reş” e, yek bi navê “Ken û Girî” ye û ya din jî bi navê “Ez û Jîn” e.
Tişta ku bala mirovan dikişîne, her du gotinên “Reş” û “Girî” ne. Ji ber çi “REŞ” û ji ber çi “GIRΔ?
Kevana Reş tu têkiliya xwe bi reşbîniyê re nîne. Ez her geşbîn im.
Ji ber çi Ken û Girî ? Tevlî ev qas hejarî, astengî, belengazî û zora ku ez û Kurd tê de ne jî, lê ez rijd im ku bikenim. Her û her ez hevrikê girînê me û divê ku bikenim.
Mixabin jiyana Kurdan, jiyaneke bigirî ye.
-Tu ji kengê ve helbesta renxeyî dinivîsî û gelo civaka Kurdî, bi çi awayî ji vî rengê helbestê nêzîk dibe?
Çawa ku di mijarên helbestê de bîrewer bûme, min helbesta rexneyî nivîsiye.
Ne hemî karên ku xelk dike mirov dikare ji wan çêtir an jî baştir bike. Lê wekî ku li ekranekê temaşe bikim, wisa li civakê dinihêrim û tişta şaş dibêjim.
Civaka Kurdî gelekî ji helbesta rexneyî hez dike, lê aliyên peywendîdar jê aciz dibin; xwe diqurmiçînin û didin nîşandan ku bi helbesta min hatine birînkirin. Lê mebesta min ne ku êşandin û birînkirina tu kesî ye.
Dema ku dibînim li şûna du kitan, kiteke pêlav di lingê mirovekî de ye, yan jî riha mirovekî aliyek tiraşkirî û yê din na, wê hingê li bal min cihê rexneyê ye. Ez ê tiştekî jê re nekirim û ne jî wî biêşînim, tenê dibêjim wiha nabe.
“Tê bîra min li Qamişloyê û wekî tolhildanekê, ez ji bo gelek şevbuhêrkên helbestî nedihatim vexwendin”.
– Evê helbesta rexneyî, carinan hêlaye ku bersivên hişk an jî kiryarên çewt li dij te rûbidin?
Belê keko. Tu qaşilê birînên min radikî û min diêşînî.
Her û her ev nexweşî bi min re heval e.
Tê bîra min li Qamişloyê û wekî tolhildanekê, ez ji bo gelek şevbuhêrkên helbestî nedihatim vexwendin.
Rexneyên min bi giştî ne û tu caran min rexneya kesayetî nekiriye. Ez dixwazim miletê min di hemî aliyan de xebateke spehî û tekûz bike, tenê armanca min ev e.
“Tevlî partiyan nebûm da ku bi serbestî pênûsa xwe bi kar bînim. Dibînim ku ez tevlî partiyan bibim, ez ê bibim mirovekî bi qeyd û kelemçekirî“.
– Tu hevdemê gelek nivîskarên Kurd î; hem jî di yek bajarî de û li nêva yek civakê we xebata xwe kiriye. Lê tişta balkêş ew e ku hemî helbestvan û nivîskarên wê demê (Hejmareke gelekî kêm ne tê de) endamên partî û rêxistinên siyasî bûn, lê tu bi awayekî rêxistinî tevlî tu partiyan nebûyî. Tu biryara tevlînebûna xwe li nava rêxistinan, çawa şîrove dikî?
Ez çavên hemî helbestvan û nivîskarên wê hingê bi endamên rêxistinên wan ve, maç dikim. Ji ber ku rewşenbîrên wê demê ew bûn.
Lê çi li vir heye, pêwîst e mirovê helbestvan hişê wî vekirî be. Carinan jê berjewendiyên neteweyî û civakî li hember ên partîtî dijhev dibin.
Helbestvanên wê demê bûn endamên partiyan, ji ber ku pêwîstiya partiyan bi wan hebû. Lê car dî wan helbestavnan qurbanî dan û babetên partîtî li pêş nivîsîna wan dibûn kelem û asteng.
Ez dixwazim mirovekî serbest bim, û bi hişekî pak û vekirî ji êş û azarên gelê xwe nêzîk bibim.
Tevlî partiyan nebûm da ku bi serbestî pênûsa xwe bi kar bînim. Dibînim ku ez tevlî partiyan bibim, ez ê bibim mirovekî bi qeyd û kelemçekirî.
–Der barê helbesta sitranî de xebateke te ya berbiçav heye. Eger tu li ser destpêka şopandina xwe ji vê rêyê re û hetanî roja îroj, biaxivî…
Min tenê helbestek jî bi mebesta ku bibe sitran, nenivîsiye.
Îcar mijara ku helbesta min dibe sitran, ew li ser hunermendan dimîne. Dema hunermend dibîne ku dê heq ji helbesta min were der û bike sitraneke xweş, êdî ew ji xwe re bi awaz dike û disitrîne.
– Hunermendên ku helbestên te kirine sitran kî ne?
Belku hemî neyên bîra min.
Lê yên ku aniha li bîra min in, ev in:
Aram Dîkran, Beha Şêxo, Se’ed Ferso, Sefqan Orkêş, Eliyê Gavan, Şivan Mîdî, Laleş Mîdî, Koma Serxwebûn ya Rûdawê, Koma Narîn, Koma Cûdî ya Dêrikê, Yasîn ji Hesekê, Dilxwaz Behlewî û gelekên din…
Yên ku navê wan nehat bîra min, bila min bibexşînin.
“Dema ku gule li milê min ket, gelekî kêfa min hat. Min got mala Xwedê sed carî ava ku li min ket û ne li zarok, yan jî li kalekî ket“.
-Di 2011’ê de, dema ku tu li cenazeya Ş.Miş’el Temo amade bûbûyî, wê hingê ji hêla polîsên rêjîma Sûrî ve guleyek li milê te ket. Di pişt wê yekê re gelekan got: “Dildarê Mîdî pakrewanekî jîndar e”. Eger tu serpêhatiya vê bûyîna reş ji me re bibêjî…
Tu kes nexweşiyê ji xwe re naxwaze, lê dema ku gule li milê min ket, gelekî kêfa min hat. Min got mala Xwedê sed carî ava ku li min ket û ne li zarok, yan jî li kalekî ket. Ji ber ku ez li ser xwe bûm, min karîbû li ber dijwariya êşa wê guleyê xwe ragirim, lê eger zarok an jî kalek bûya, dibe ku tê de biçûya.
Wê demê min dît ku milet berê xwe da navenda bajêr, ez jî di rêza yekê de bûm û venegeriyam.
Îcar polîsan gule li me barandin û guleyek li milê min ê çepê ket û ez birîndar kirim…
“Dikarim bibêjim ku her û her ez baca nerîna xwe ya serbixwe didim“.
-Di çend salên dawî de tu di kenalên ragihandinê de wekî bêjer derdiketî li ser ekranan û ev heye demek hew pêjna te tê…Tu li kû yî aniha û çi dikî?
Destpêka ku hatim Başûrê Kurdistanê, xelkê me yê Rojava bi dilgermî pêşwaziya min kir û qedrekî baş da min.
Wê demê Beşê ARKê li Zagros TV vebû û yekser vexwendin ji min re hat rêkirin. Îcar eger ne bi biryara min be jî, lê ez bûm yek ji damezrêneran. Zêdetir ji salekê hem wekî bêjer, hem jî wekî birêvebir min li Zagrosê kar kir.
Me gavine baş tê de avêtin. Naxwazim jî, lê neçar im ku bibêjim. Ji ber ku ez serbixwe bûm, astengî ji min re çêbûn û min dest ji kar berda.
Paşê ez çûm Rûdawê.
Lê kenala Rûdawê ez sal û du mehan mam. Careke din û ji ber ku ez mirovekî serbixwe me, astengî ji min re çêbûn û min bi fermî dest ji kar berda.
Dema min li ser fêsbûka xwe nivîsî ku min dest ji karê li Rûdawê berdaye, di yek şevê de 1600 name ji min re hatin.
Hinan nivîsîbû “Mixabin”.
Hinan jî nivîsîbû ku” Rûdaw bi çûna te xisirî”. Û gelek peyamên bi vî rengî.
Lê pirsa ku tevan dikir ” ÇIMA” bû…
Hin tişt hene mirov nikare bi awayekî ron û aşkere bibêje..
Dikarim bibêjim ku her û her ez baca nerîna xwe ya serbixwe didim.
“Eger ne li ser asta Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê be, li ser asta Kurdên Rojavayê Kurdistanê Med Tv yekemîn hevpeyvîn bi min re kir“.
-Bawer dikim dema ku Med Tv di salên 90’an de vebû, hewldaneke wê hebû ku te li kenalê bixebitîne. Çi rastiya vê yekê heye?
Eger ne li ser asta Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê be, li ser asta Kurdên Rojavayê Kurdistanê Med Tv yekemîn hevpeyvîn bi min re kir.
Paşê careke din hatin bal min û gotin em pêşniyar dikin ku tu bibî bêjer.
Min ji wan re got ku zarokên min hene û derfetên min ên maddî tune ne ku karibim derkevim Ewrupa. Wan ji min re got hema tu bibêjî erê, em ê bi hemî karûbarên çûna te ya Ewrupayê rabin û ji aliyê xwe ve te bi rê bikin.
Wê hingî jî careke din kelem û asteng çêbûn û hin kesan xera kir. Helbet ew kes ji hundirê kenalê bi xwe bûn û gotin ku Dildarê Mîdî kesekî ne pabendî karên rêxistinî û siyasî ye.
Heman nexweşî ye, û ez heman bacê didim.
-Herî dawî te helbesteke xwe bi navê “Cara Ewilî” li ser kêş û ritma helbesta Esme’î ya bi navê “Sewtu Sefîrî Elbulbulî “weşand.
Di malikekê de tu dibêjî “Min da ser şopa Esme’î”. Dildarê Mîdî wekî helbestvan, tu çawa li Esme’î dinihêrî û mebesta te ji hûnandina helbesteke wisa çi bû?
Esme’î yek ji şarezayên helbesta Erebî ye.
Esme’î bi awayekî pêlewanî û bi zimanekî bi xeml û xêz, helbestek bi navê “Sewtu Sefîr Elbulbulî” hûna, li pêş Ebû Cafer xwend û hêla ku Ebû Cafer şaş bimîne.
Esme’î bi pêlewaniya xwe giranî û dewlemendiya zimanê Erebî di helbesta xwe de diyar kir. Min jî da ser şopa Esme’î da bizanim ka zimanê Kurdî dikare bi kar û barên helbesteke wiha rabe yan na.
-Aniha hejmareke mezin ji rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê dimînin…Xebata vê civata rewşenbîran çawa bi rê ve diçe?
Ez venaşêrim.
Tev de cihê rêz û hurmetê ne û pirî wan hevalên min ên nêzîk in.
Lê wekî karekî bipergal û sîstematîk, min bi xwe hêj nedîtiye.
Tenê li ser asta kesayetî hin nivîskar xwe li pêş dixin û tiştekî baş didin, lê wekî karê komelayetî, hîç xebateke berbiçav nehatiye kirin.
Jixwe wekî diyar e, hetanî Kurd hene, dê dubendî li dar be.
-Bi yek hevokê, helbest ji bo te çi ye?
Rihê min e.
–Qamişlo?
Te kezeba min anî xwarê.
Eger te bigota roja reş di jiyana te de kîjan bû, min ê bigota roja ez ji Qamişlo derketim.
Qamişlo pêsîrên dêya min e.
Nizanim ez ê sax lê vegerim, ne jî di pêçekeke ji pêçeka zaroktiyê mezintir de lê vegerim.
-Xewna te çi ye?
Ku ez Qamişlokeke sax û selamet bibînim. Dema dibêjim Qamişlo, anku tevahiya Rojava.
–Qehremanê te kî ye?
Bavê min e.
-Aniha çi dixwînî?
Dîwana min a dawîn a bi navê “Ez û Jîn” nû derketiye, ez lê vedigerim.
–Tişta ku te gelekî aciz dike?
Nakokiyên miletê min e.
–Tu li çi poşman bûyî?
Hingî ji welatê hez dikim, eger qedeha jehrê jî bidin min, ez ê vexwim û poşman nebim.
-Hevpeyvîna me bi dawî dibe, di dawî de dixwazî çi bibêjî?
Dixwazim bibêjim silavên min ji bo hemiyan hene.
Her careke ku hûn hevpeyvîneke wiha û silaveke wiha li min dikin; wekî ku hûn misînekî ava Hewdê Kewserê berdidin ber dareke ku dike hişk bibe; wiha hûn rih didin min.
Hêvîdar im ku sala nû, sala serkeftina miletê Kurd be.
[1]