=KTML_Bold=ˋDiyaloga navxweyî ya Sûriyeyî, klîta yekitiya neteweyî yeˊ=KTML_End=
HENAR ÎBRAHÎM
Partiya El Weten El #Sûrî# bang li gelê Sûriyeyê kir ku diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî dûrî tundî û destwerdanên derve pêk bînin da ku bibe rêbaza pêkanîna lihevkirineke neteweyî û parastina mafên pêkhateyên Sûriyeyê.
Hemwextî geşedanên lez ên li qada Sûriyeyê, pêwistiya bi pêkanîna çareseriyên domdar, bidawîkirina krîzê û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan, zêdetir dibe.
Girêdayî wê, berdevkê fermî yê Partiya El Weten El Sûrî Mihemed Derwîş ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyan bang li Sûriyeyan kir ku dûrî tundî û destwerdanên derve diyalogeke navxweyî ya Sûriyeyê li dar bixin da ku mafên tevahî pêkhate û etnîkên gelê Sûriyeyê werin misogerkirin.
ˋPÊWÎST BI DIYALOG Û LIHEVKIRINEKE NETEWEYÎ HEYEˊ
Mihemed Derwîş diyar kir ku di vê rewşa heyî ya Sûriyeyê de pêwist e hemû alî xwedî li berpirsiyariyê derkevin û got: “Armanca me ew e ku gelê Sûriyeyê diyalogeke giştî ku tê de mafên hemû pêkhateyên herêmê werin misogerkirin, li dar bixe.”
Derwîş destnîşan kir ku pêwist e gelê Sûriyeyê bi xwe pêşeroja nû ya Sûriyeyê diyar bikin da ku alyiqî fekdariyên wan be û ji nifşên nû re bibe hêvî.
=KTML_Bold=ˋÎNSIYATÎFÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎˊ=KTML_End=
Derwîş der barê civîna Eqebê de got: “Em însiyatîfên herêmî û navneteweyî yên ji bo pêkanîna çareseriyeke domdar ji krîza Sûriyeyê re, erênî dibînin. Lê divê mafên tevahî Sûriyeyiyan bêyî paşguhkirina tu aliyekî werin misogerkirin.
Derwîş diyar kir ku Partiya El Weten El Sûrî bi rêbazên aştiyane re ye. Derwîş daxwaz kir ku li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê agirbesteke giştî pêk were û ji bo lihevkirineke giştî tevahî li ser maseyê bicivin.
=KTML_Bold=ˋTAYBETMENDIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊˊ=KTML_End=
Derwîş li ser girîngiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Taybetmendiya herêmê pêwist e di çareseriyên pêşerojê de di ber çavan re were girtin. Em çareseriyên ku li Sûriyeya nû jiyaneke ewleh û aram misoger dike re ne. Her wiha em bi çareseriyên ku jiyaneke ewleh û aram li Sûriyeya nû peyda bike re ne. Em bi pirrengî û demokrasiyê re ne.
Derwîş da zanîn ku daxuyaniyên hin aliyan erênî ne û hêviyê didin, lê belê ya girîngtir ew e ku ew gotin bikevin partîkê.
=KTML_Bold=ˋEM DESTWERDANÊN DERVE RED DIKINˊ=KTML_End=
Mihemed Derwîş nerazîbûna xwe li hemberî hemû destwerdanên derve yên bi armanca têkbirina hevgirtina civakî nîşan da û got: “Em bi diyalogeke wiha re ne ku tu aliyên derve destwerdanê nekin. Banga me ji tevahî gelê Sûriyeyê re ku li kêlek hin taybetmendiyên me yên cuda bînin bîra xwe em bira ne û dîrokeke me ya hevbeş heye. Ev cudabûn pêwist e bibe sedema hêzê, ne ya lewaziyê.”
=KTML_Bold=ˋJI FITNEYAN HIŞYAR BINˊ=KTML_End=
Derwîş di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Sûriyeyê kir ku hin alî hewl didin li ser medyayên dîjîtal fitneyan derxistin û got: “Zanabûn û hişyarî xeta yekemîn a parastina yekbûna civakê ye.”
(mh/fr)
ANHA
[1]