=KTML_Bold=El Mislet: Em Sûriyeyek nû ji bo tevahî pêkhateyan ava bikin=KTML_End=
Hevserokê MSD'ê Mehmûd El Mislet destnîşan kir ku hin fîtnekar hewl didin aştiya di nav şêniyan de xera bikin. El Mislet bang li gelê #Sûriye# yê kir ku nekevin xefka fitneyên Erebî-Kurdî û ji bo avakirina Sûriyeyeke nû bixebitin.
Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Dr. Mehmûd Deham Ebdulezîz El Mislet peyamek da tevahî gelê Sûriyeyê, êl, eşîran.
El Mislet di peyama xwe de bang li Kurd, Ereb, Êzîdî, Durzî, musliman û xiristiyanan kir ku yekitiya xwe ya nîştimanî xurt bikin.
El Mislet teqez kir ku pêwîst e gelê herêmê ji fitne û nakokiyên dikevin xizmetî dijminê welat bi dûr bikevin û pêdiviya qonaxa bê bi xebateke hevbeş ya zêde heye ku şênî werin parastin û Sûriyeyek nû, dewleteke azad û yek ji bo tevahiyan were avakirin.
El Mislet di peyama xwe de wiha got: Em îro tevahî ji Ereb, Kurd, Êzîdî, Durzî, musliman û xiristiyan bi Sûriyeya nû re ne. Bi vê serkeftina mezin em pêşerojeke nû ji xelkê vê welatî re ji ji Qamişlo heta Siwêdayê, ji Heleb heta bi Laziqiyê bi tevahî pêkhateyên xwe ava bikin.
Ji bo qebîle û eşîrên Ereb ên herêmê El Mislet got: Eşîrên me yên hêja, roleke we ya girîng di pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê de hebû. Îro jî dora me ye ku em ewlehiya herêmê biparêzin û nekevin xefka fitneyên dikevin xizmetî dijmin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşek ji mozaîka Sûriyeyê ne û birayên me yên Kurd pêkhateyeke dîrokî ya kevnare ya vî welatî ne.
El Mislet di dawiya peyama xwe de got: Pêwist e em ji dîrokê dersan bigirin û ji bo parastina yekbûna xak û gelê Sûriyeyê bibin yek. Ji ber ku ev erkê her welatiyekî/ê ye. Li şûna tundiyê ku di encamê de cudahî çêdibin û kûr dibin, pêwist e diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê were aktîvkirin û hemû nakokî li aliyekî werin danîn ku li dawiyê Sûriyeya nû ji bo hemû Sûriyeyiyan were avakirin.
(mh/fr)
[1]