=KTML_Bold=Ji bo piştgiriya Rojava, şandeyek ji Bakur serdana #Başûrê Kurdistanê# kir=KTML_End=
Hevserokê DBPˋê Keskîn Bayindir di serdana bajarê #Silêmaniyê# yê Başûrê Kurdistanê de, teqezî bi girîngiya yekrêziya Kurdî li hemberî zehmetiyên hevbeş û piştgirîdayîna ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, da.
Di çarçoveya yekrêziya Kurdî li hember vê qonaxa hestiyar de, hevserokê DBPˋê Keskîn Bayindir di serdana xwe ya ji bo bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de, girîngî da yekrêziya Kurdî li hemberî zehmetiyên hevbeş.
Bayindir di civîneke çapemeniyê de li nêzî gora serokê berê yê Iraqê Celal Talebanî teqezî bi girîngiya yekbûna hemû aliyên Kurdî ji bo pêkanîna pêşerojeke geş ji gelê Kurd re, da.
=KTML_Bold='BANGA YEKBÛNÊ JI SILÊMANIYÊ'=KTML_End=
Bayindir di civîna çapemeniyê de got: “Ji bo pêşxistina doza Kurd ez banga yekîtiya netewî li hemû aliyên Kurd dikim. Em hatine Silêmaniyê ji bo daxwaz û peyama gelê Kurd dubare bikin. Pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya netewî û yekrêziyê heye. Rojavayê Kurdistanê niha ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi piştgiriya hemû aliyan heye. Gelê Kurd di nav aloziyê de ye û pêwîstî bi yekitî û lihevkirina di navbera aliyên Kurd de heye. Ji ber ku ya serkeftina netewî ya gelê Kurd misoger dike, tenê avakirina yekîtiya netewî ye. Lewra di vê çarçoveyê de divê peywendiyên aliyên Kurd bi hev re xurt bin, da ku bikaribin yekitiya xwe çêbikin.”
=KTML_Bold=PEYAMA AŞTIYÊ=KTML_End=
Bayindir diyar kir ku armanca wan a sereke xurtkirina girêdan û têkiliyên aliyên nakok û pêkanîna pêşketinê ber bi qonaxeke nû ve ye.
Bayindir destnîşan kir ku serdana wan a ji bo gora Mam Celal xwedî peyameke sembolîk a kûr e û got: Mam Celal sembola yekitî û lihevkirinê bû. Em jî îro ji vir soza şopandina rêya wî dubare dikin û banga yekitiya gelê Kurd dikin.
=KTML_Bold='SOZA XEBITÎNÊ JI BO PÊŞKETINÊ'=KTML_End=
Bayindir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya gelê Kurd çi ji destê me were em amade bikin û pêk bînîn.
(mh/fr)
[1]