=KTML_Bold=Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em weke PKK li Rojava nîn in=KTML_End=
Endamê Komîteya Rêveber a #PKK#’ê Murat Karayilan îdîayên dewleta Tirk a dagirker ên wekî, “Li Rojava #PKK# heye, desthilatdariya wê heye” derewandin û da zanîn ku ew weke PKK’ê li wir nînin, tu pêwendiya wan bi rêxistinên wê derê re nîn in.
Murat Karayilan di bernameya taybet a Stêrk Tv de, derbarê îdîayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje “Li Rojava desthilatdariya PKK’ê heye” de jî, nirxandin kirin û zelalî da mijarê.
Li ser pirsa “Rayedarên dewleta Tirk dibêjin ku li Rojava PKK heye û em ê PKK'ê tasfiye bikin. Weke Rêxistin hûn li Rojava hene?” Murat Karayilan ev bersiv da;
“Tenê nabêje 'li Rojava PKK’ê heye', dibêje, 'li Rojava desthilatdariya PKK'ê heye û ez ê wê tine bikim.' Ev zimanê şerê taybet ê Tirkiyeyê ye. Wekî mînak; HTŞ niha di lîsteya terorê ya gelek dewletan û Neteweyên Yekbûyî de ye. Lê weke PKK’ê em ne bi vî rengî ne. Ji bo berjewendiyên DYE û Yekîtiya Ewropa, em xistine lîsteya terorê. Ji dervî van, Neteweyên Yekbûyî û cîhanê em nexistine lîsteya terorê.
=KTML_Bold=JI BO BERJEWENDIYÊN QIRÊJ EM XISTENE LÎSTEYÊ=KTML_End=
Dewletên ku me dixin lîsteya terorê jî, ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj û bi neheqî em xistine lîsteya terorê. Ji ber vê yekê me doz vekir. Weke mînak Yekîtiya Ewropayê di sala 2002'yan de em xist lîsteya terorê, wê demê şerek jî nebû. Me şer rawestandibû. Yanî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ev neheqî û bêhiqûqî kirin. Em tevgereke ku ji bo mafên xwezayî yên gelê Kurd têkoşînê dimeşînin. Kî li cihê me be wê ji bo gelê xwe vê têkoşînê bimeşîne. Ev têkoşîneke rewa ye û li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî ye. Gelekî ku ji ziman, hebûn, dîrok, her tiştî bêpar bê hiştin, mafê wê yê têkoşînê heye. Em jî vê yekê dikin. Lê wan em bi awayekî neheq xistin lîsteyê.
=KTML_Bold=DEWLETA TIRK DIXWAZE VÊ YEKÊ BIKAR BÎNE=KTML_End=
Niha dewleta Tirk hewl dide vê yekê bikar bîne û ji bo her Kurdek ku xwedî li doza nasnameya xwe derdikeve dibêje ‘Ev PKK’yî ye’. Binêrin, li Bakurê Kurdistanê ji kîjan endamê DEM Partiyê hez neke, dibêje, Ev endamê PKK'ê ye. Mirovên ku xebatên ziman û wêje dimeşînin digirin.
Akademîsyenan digirin. Çend roj berê li Zanîngeha Dicleyê profesorek bi hinceta endamê PKK’ê ye girtin. Aktîvîstên azadiya jinê û aktîvîstên ciwanan, bixwazin kî bigirin dibêjin, Ev endamên PKK'ê ne. Her wiha ji ber muxalefeta xwe ya li hemberî CHP’ê dixwaze bi rêya vê jî zextê bike. Li dijî Kurdên nava CHP’ê bi îftîrayê ‘PKK’yî ne’ doz vedike û wan dide girtin. Mînaka vê ya herî berbiçav Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer e. Kurd e, akademîsyen e, heta niha di gelek akademiyan de wezîfe girtiye, bûye cîgirê rektor, lê ji ber ku xwestine wî bigirin, gotine Ev kurd e. Lêkolîn kirin û di encamê de dîtin ku Ozer li ser xweseriyê nivîsek nivîsandiye û di hevdîtinên Îmraliyê de carekê behsa wî hatiye kirin. Li ser vê gotin Temam, ev endamê PKK'ê ye û ew girtin. Yanî ev yek rêbazeke şerê taybet ê Tirkiyeyê ye.
=KTML_Bold=TIŞTEKÎ BI WÎ RENGÎ NÎN E=KTML_End=
Dewleta Tirk ji bo Kurdan biperçiqîne vê rêbazê bikar tîne. Heman rêbazê li hemberî Rojava bikar tîne. Dibêje “Rojava PKK ye.” Çima? Ji ber ku dixwaze statûya li wir tine bike. Ji rêveberiya xweser û desthilatdariya wir aciz dibe, dixwaze wê tine bike. Ji ber vê dema ku navê wan rêz dike nabêje PYD/YPG, yekser dibêje PKK/PYD/YPG. Ev yek zimanê şerê taybet e. Ji bo hemû Kurdên doza nasnameya xwe dikin bike hedef, vî zimanî bikar tîne. Ji ber vê yekê divê hemû dewlet, partî û siyasetmedar -Kurd bin an jî nebin- bi vî zimanê şerê taybet ê dewleta Tirk nexapin. Tiştekî bi vî rengî nîn e. Li wê derê gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî hene, bi sîstemeke demokratîk re rêveberiya xwe bi hev re ava kirine û dixwazin bibin xwedî statuyek.
=KTML_Bold=TU TÊKILIYA ME BI TU RÊXISTINÊN ROJAVA RE NÎN E=KTML_End=
Em bi awayekî eşkere radigihînin; weke PKK em li Rojava nîn in. Li Rojava ti têkîliyên me yên xwezayî an jî rêxistinî bi ti rêxistinekê re nîn in. Her kes dizane ka em kengî çûne û vegeriyane. Dema DAIŞ'ê êrîş kir, em çûn Kerkûk, Hewlêr, Mexmûr, Şengal û bêguman Kobanê û Rojava. Lê em vegeriyan. Niha jî li ser vê bingehê dibêjin, 'PKK li wir e.' Na, tiştekî bi vî rengî nîn e.
=KTML_Bold=DIVÊ EV RASTÎ BÊ ZANÎN…=KTML_End=
Li vir tiştek heye: Rêber Apo felsefeyek e, paradîgmayek e. Her kesê/a ku felsefeya Rêber Apo, Paradîgmaya Civaka Ekolojîk a Demokratîk a li ser bingeha Azadiya Jinê esas digire, nayê wê wateyê ku ew endamê/a PKK'ê ye. Eger wiha be, wek mînak niha li Arjantînê aliyên ku dibêjin ew di xeta Apoyî de rêxistinkirî ne, hene. Li Pakistanê jî hene. Li gelek deverên din ên cîhanê hene. Ew jî endamên PKK'ê ne? Na. Çawa ku di demên berê de gelek partiyên komunîst hebûn û tevî ku hemû li ser bingeha Marksîzmê bûn jî, ti ji wan ji hev berpirsyar nebûn. Îro Apoyîbûn paradîgmayek e, xetek e û felsefeyek e. Eger hin rêxistinên Rojava xwe dispêrin vê xetê, ev nayê wê wateyê ku ew endamên PKK'ê ne. PKK tevgereke xwedî rêzikname û bernameyeke navxweyî ye û ji xwe berpirsyar e. Bi kurtasî, tiştên bi vî rengî rêbazên şerê taybet ên Tirk in. Rastî ev e û divê her kes li gorî vê rastiyê tevbigere.”
[1]