=KTML_Bold=‘#Rojava# rûmeta me ye’=KTML_End=
Di pêşengiya TJA, DBP, DEM Partî û rêxistinên civakî de li Amedê, Sêrt, Erzirom û Bêdlisê bi hezaran kes daketin kolanan û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.
Piştî HTŞê Heleb, Hama, Hems û Şam dagir kir, hêzên çete yên wekî ANS, Sultan Murard, Ceyş El Watan û gelek komên din êrîşên xwe yên li ser Rêveberiya Xweser a Rojava zêde kirin. Li dijî van êrîşan gel li gelek bajaran daketin kolanan û çalakî li dar xistin.
AMED
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinan a Azad (TJA) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têklidarî êrîşên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Peyas a Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa Rojava rûmeta me ye hate hildan.
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz bal kişand ser ketina rejîma Baas a li Sûriyeyê û got, Ji bo şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku ji sala 2011'an û vir ve dewam dike, deriyê pêvajoyeke nû vebû. Bi 8'ê Kanûnê re dawî li hebûna rêveberiyeke otorîter hat ku daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelên Sûriye û Rojava tine dihesiband. Bi vî rengî ji bo paşerojeke demokratîk a Sûriye û Rojava firsendeke mezin afirî.
Gurbuz diyar kir ku ji bo diyaloga çareseriyê li Sûriyeyê pêk were firsendeke dîrokî heye û got, Ji ber vê yekê ji bo Rojava û Sûriyeyê ji her demê bêhtir pêwîstî bi polîtîkayên çareserî û diyalogê ya li ser bingeheke demokratîk heye. Lê belê di pêvajoyeke bi vî rengî de êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Bi taybetî êrîşên ku ji 27'ê Mijdarê û pê ve li ser Rojava hatin destpêkirin nîqaşên ji bo çareseriyê têk dibin, di heman demê de krîza li Sûriyeyê hîn giran dike. Piştî ketina rejîma Baasê di dmeekê de ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûye, êrîşa li ser Rojava nayê qebûlkirin.
SÊRT
Li navçeya Misircê ya Sêrtê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî hat lidarxistin. Girse bi pêşengiya DBP, TJA û DEM Partiyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Misircê kom bû. Girseyê pankarta “Rojava rûmeta mîrovahiyê ye, Rojava diparêze” vekirin û timî dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Ji şer re na, aştî niha”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Girse bi çepik, dirûşme û tilîliyan heta birca saetê meşiyan. Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Tekîn nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê bi bîr xist û diyar kir ku ger behsa aştiyê bê kirin, divê destpêkê ji Rojava dest pê bikin.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
ERZİROM
Li Erziromê bi pêşengiya DBP ya Erziromê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareserî ne bi polîtîkayên înkar û şer, bi diyalogê pêkan e. Hevserokê DBP’ê yê Erziromê Abdullah Ala daxuyanî xwend û got, “Êrîşên li ser Rojava aloziya Sûriyeyê hîn kûrtir dike. Em baş dizanin ku modela jiyana demokratîk a Rojava hedef tê girtin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê dirûşmên “Jin, Jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
BÊDLİS
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî meş û daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Hevşaredarên Tetwanê, rêveberên DEM Partiyê yên Mûşê û gelek kes bi pêşengiya DEM Partî ya Bedlîsê esnafan ziyaret kirin û der barê êrîşan de agahî dan. Piştre gel heta ber avahiya DEM Partiyê meşiyan û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Gelê Rojava ne bi tenê ye” hatin berzkirin.
Girse li ber avahiya rêxistina navçeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk di çalakiyê de axivî û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê van komên çete beralî dike. Divê dev ji xwedîkirina van çeteyan berdin. Piştevaniya gelê Kurd bikin. Gelê Rojava rûmeta me ye û em ê her tim biparêzin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.[1]