ŞARO I. GARİP
Destpek
Aime Cesaire (Cesaire, 2000) kesek, manîfestoya antî-kolonîalîzmê nivîsîye, di şaristanîya spî a Fransayê de cihekî bilind û xurt girtîbû. Lêbelê wî dizanîbû ku ew di nav şaristanîya spî de hertim “reş” e. Piştî ku Cesaire psikanalîz û surrealism xwend bi alîkarîya van ew bi dû nirxên xwe yên ku ji hişên xwe derxistibûn ket. Cesaire ne tenê Manifestoya antî-kolonîalizmê nivîsî herwisa ji niviskarê Rûyen Reş Maskeyên Spî F. Fanon (Fanon, 2008) re jî mamostetî kirîbû. Herwiha Afrîkîyan dest bi hişmendî û hişyarbûna xwe kirin. Wan bi aql û hişmendîyên xwe dizanîn li hemberî
kê bi kîjan awayê tekoşîna xwe bimeşînin. Kurd jî li hemberî Kolonyalîzmê şerekî mezin didin, lê şerên Kurda encamê xurt nagirin. Kolonyalîstên Kurda ji Afrika, Amerika, an Asyayê tecrubeyên xwe girtine. Şer berî çekan bi hişmendî tê dayîn. Bê hişmendîya netewî şer xetereyeke wek qirkirinê bi xwe re tîne.[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,165 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!